KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DKP/BOG'ê berxwedêrê Efrînê Nûrhak Cem bi bîr anî
Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) û Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP), Nûrhak Cem bi bîr anî ku li Efrînê berî salekê di şerê dijî faşîzma AKP-MHP'ê de şehîd bû. -
KNK'ê bang li Iraqê û Başûr kir: Xwedî li dewletbûna xwe derkevin
KNK'ê diyar kir, gelê Başûrê Kurdistanê bi rengekî vekirî nîşan daye ku ew leşkergehên dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin û bang li hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku li hiqûqa xwe ya dewletbûnê xwedî derkevin. -
Komîteya Şehîdan a PKK'ê nasnameya şehîd Yilmaz eşkere kir
Komîteya Şehîdan a PKK'ê, nasnameya şehîdekî ku 25'ê Tîrmeha 1981'ê şehîd bû, eşkere kir. Ji ber derengmayîna îlana şahadetê ji malbatê lêborîn û sersaxî hate xwestin. -
Gerîlayên HPJ'ê: Em ê tecrîdê bişikînin
Gerîlayên HPJ'ê diyar kirin, wan azadiya xwe di felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîtine û diyar kirin, wê xwedî li rêberê xwe derkevin û tecrîdê bikişînin. -
Dayika Emîne hîn jî weke berê bi bawerî û îrade ye...
Di rojên giran ên şerê Kobanê de bi dengekî bilind diqîriya û di got, 'Em ê dest jê bernedin'... Dest jê bernede û li ber xwe da. Bi malbata xwe tevlî berxwedanê bû, xebitî û hewl da. Niha jî weke berê bi bawerî û îrade di nava şoreşê de cih digire. -
'Cizîr wê îradeya xwe nîşan bide'
Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Cizîrê Mehmet Zirig got, "Gelê Cizîrê bi rêjeya 82 ji sedî hem îradeya xwe destnîşan kiri, hem jî nîşan da ku dikare xwe birêve bibe. Gelê Cizîrê eger bi rêjeya 82 ji sedî dabe, vê carê dikare bike 90 ji sedî." -
Berxwedana Kobanê û Apê Nemir
Apê Nemir ku di berxwedana Kobanê de bi şervanên YPG/YPJ'ê re li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, dibêje ku dema zarokên Kobanê yên ji xwe re dilîzin dibîne, hemû zor û zehmetiyên dîtine ji bîr dike. -
Baregehên dewleta Tirk ên li Başûr û armancên wan
Dewleta Tirk, sala 1991'an bi rêya îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji sala 1997'an û vir ve jî bi dehan baregehên xwe yên leşkerî li herêmê heye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk heta niha bi sedan sivîl mirine. -
Li Şêladizê di êrîşa leşkerên Tirk de 2 kes şehîd bûn
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gelê Şêladizê. Hejmara mirovên ji ber êrîşê şehîd bûn bû 2 kes. Tê gotin, ji birîndaran rewşa tenduristiyê ya 2 kesan giran e. -
Keleha berxwedanê wê careke din bêje 'HDP'
Gelê Erdîşê ku bi berxwedana xwe ya Geliyê Zîlanê di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e, namzetên wê yên hevşardariyê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala wê dawî li talana qeyûm bînin. -
Deweta Tirk gelek helîkopter şand baregeha Başûr
Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker ji bo leşkerên xwe yên ji ber serhîldana gel reviyabûn, gelek helîkopter li baregeha Sirê bicih kir. -
HDP’ê li Wanê namzetên xwe da naskirin
HDP’ê ji bo nasandina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Wan û navçeyên wê bernameyek li dar xist. -
Temellî çû serdana Leyla Guven
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Leyla Guven. -
‘Gelê Başûrê Kurdistanê bi şewitandina baregeha Sîrî peyamek da dewleta Tirk’
Îro gelê Başûrê Kurdistanê bi şewitandina baregeha Sîrî ya dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Şêladizê ya bajarokê Amediyê ya Dihokê peyamek eşkere daye dewleta Tirk û. Gel diyar dike ku “Bi sebra me neleyzin, em ê baregehên we bi erdê re bikin yek.” -
Balafirên Tirk Şêladizê, Dêralok û Zapê bomberdûman dike
Balafirên şer ên dewlet a Tirk a dagirker bombeyan li Şêladiz, Deralok û derdora Zapê dibarîne. -
Rêxistinên hiqûqê çûn serdana Guven: Divê tecrîd were rakirin!
Rêxistinên hiqûqê yên ku li Amedê hatin ba hev çûn serdana Leyla Guven û xwestin bila tecrîd were rakirin. -
Li Başûr serhildana gel: 2 welatiyên sivîl şehîd bûn
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi guleyan êrîşî xwepêşandana gel a li baregehê kirin û di encamê de 2 sivîl şehîd bûn. -
Li Sêwreg û Erganiyê namzetên HDP’ê bi coş hatin pêşwazîkirin
Li navçeya Erganiyê ya Amedê û li navçeya Sêwregê ya Rihayê namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê bi coş hatin pêşwazîkirin. -
HDP’ê Peymana Bajar bi rêxistinên civaka sivîl re belav kir
Namzetên hevşaredariya HDP’ê Peyama Bajar bi rêveberên rêxistinên civaka sivîl belav kir. -
Li Başûr serhildana gel: Baregeha leşkerî ya Tirk hate şewitandin- NÛ BÛ
Welatiyên bajaroka Şeladizê û herêma Dêrelokê, li dijî êrîş û bombebarên dewleta Tirk a dagirker herîkin ber baregeha artêş Tirk û ketin baregehên leşkerî, baregeh dane ber agir. -
Dewleta Tirk li Zap û Dêralokê di 8 mehan de 20 sivîl qetil kir
Dewleta Tirk êrîşî herêma Reşawa a Dêralok, Zap û gundê Etûtê yê li Zapê kiribû û di van êrîşan de 6 sivîl qetil kiribû. Derket holê ku dewleta Tirk di nava salekê de 20 sivîl qetil kiriye. -
6 kes hatin girtin, kesek hate destgîrkirin
Li Dîlokê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 7 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van7 kesan 6 kes hatin girtin. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî hate destgîrkirin. -
Du gundiyên ku li Hetûtê hatin qetilkirin, hatin veşartin
Ziyad Hecî Zêro û Bextiyar Hesen ku ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin, îro hatin veşartin. -
Kutlu: Ya ku ji me standin em ê ji wan bistînin
Namzeta Şaredariyê ya HDP'ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu got ew ê Şaredariya Cizîrê ku qeyûmê desteser kiriye ji dest qeyûm bistînin û karê pêşî jî ew ê ji bo jinan qadên perwerdehiyê vekin. -
Girtî: Li hundir û derve jî wê tecrîd were şikandin!
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê daxuyanî da û got, heta ku ''Rêbertî bibe xwedî şert û mercên bi azadî bijî û bi azadî bixebite'' wê berxwedaniya me bi moral û biryardariyeke mezin bidome.