KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PKK: Viyan Soran ji bo geşkirina têkoşînê bang kir
PKK: Di salvgera 13'an a şehîdbûnê de, em Viyan Soran, li ser navê rêveberiya partiya me, li ser navê Komîteya me ya Navendî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, careke din sond dixwin ku armancên wê pêk bînin û xwedî li bîranînên wê derkevin. -
Li Wanê êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin
Li Wanê, êrîş li otobusa hilbijartinê ya HDP'ê hate kirin, camên wê hatin şikandin û nîşaneyên nîjadperestiyê li ser hatin xêzkirin. -
Jinan xwe ji ber êrîşa PDK'ê nedan alî
Jinên ku ji bo rakirina tecrîdê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kon vedan û dest bi greva birçîbûnê kirin, li gel êrîşa hêzên asayîşa PDK'ê û sermayê, bi şev jî çalakiya xwe dewam kirin. -
Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin
Ciwanên DGH'ê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rihayê çalakî li dar xistin. -
AKP'ê bi dengdêrên sexte û bertîlê dest bi karê hilbijartinê kir
AKP ku beriya her hilbijartinê di bin navê 'alîkariyê' de bertîlê belav kir, niha jî bi heman lîstikê radibe. Di vê hilbijartinê de jî plana xwe ya dengdêrên sexte xiste dewrê. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XVIII
“Mekanê ez tê de me, di pozîsyoneke welê de ye, hêjayî dijberiya sîstemê ye. Hûrûkûr haya min jê heye ku di şexsê min de antî-kapîtalîstekî baş tê dadgehkirin û dadgeh dike.” -
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Guven kirin
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven kirin. -
NÛ BÛ-Asayîşa PDK’ê êrîşî konê grevê ya Meclîsa Îştar kir
Asayîşa PDK’ê saet derdorî 19:30’î êrîş bire ser konê greva birçîbûnê ya Meclîsa Îştar ya li ber derê Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê hatibû destpêkirin. -
Li 55 herêmên Êlihê qedexe hate ragihandin
Ji aliyê Walîtiya Êlihê ve li 55 herêmên girêdayî navçeyên Êlihê bi hincetên ‘Herêmên Leşkerî yên Demkî’ qedexe hate ragihandin. -
Namzetên HDP’ê bi coş tên pêşwazîkirin
Aktivîteyên HDP’ê ya naskirina namzetan dewam dike. Namzetên HDP’ê yên li Wan û Mêrdînê bi gel re civiyan bi coş hatin pêşwazîkirin. Di aktivîteyan de peyama ‘Em ê pêvajoyeke nû ava bikin’ hatin dayîn. -
Li Dersimê nasandina bi heybet: Em ê qeyûman bavêjin sergoyan!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di nasandina namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger a li Dersimê de axivî got: “Em bi hev re têbikoşin em ê tecrîdê bişkînin.” -
HDP'ê 'daîreyên sexte' yên AKP'ê nîşanî rojnamevanan da
HDP'ê li Sêrtê li ser qeyda hilbijêran û hîleyên AKP'ê civînek li dar xist û 'daîreyên vala yên 232 hilbijêran' nîşanî rojnamevanan da. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Zê û Metîna barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêmên Zê û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye. -
Rewşenbîrên Başûr ji bo derxistina artêşa Tirk ji Başûr bang kir
54 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku daxwaza gelê Şêladizê ya ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê daxwaza hemû Kurdan e û bang li hikumeta herêmê û hêzên Kurdan kirin ku guh bidin vê daxwazê. -
PDK hewl dide bi pereyan gel li dijî PKK'ê bide axaftin!
PDK ku nikare xwe li hêrs û nerazîbûna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabigire, tê gotin ku niha jî hewl dide bi dayina pereyan hin kesan li dijî PKK'ê bide axaftin. -
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 4 gerîlayên Hezîrana 2018'an di dema çalakiyekê de şehîd bûn eşkere kir. -
Leyla Guven: Rêya me zehmet e, lê em ê bi ser bikevin
Leyla Guven got, "Rêya me çiqasî zehmet dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin. Bi berdana min xwestin berxwedanê têk bibin. Em ê her tim bi rengekî rûmet bijîn." -
Parlamenterên HDP'ê dest bi nobetê kirin
Parlamenterên HDP'ê ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiya nobedê kirin. -
Ekrem Ereb: Bila saziyên navneteweyî erka xwe bi cih bînin
Ekrem Ereb: Dewletên navneteweyî yên ku bi navê mirovahiyê bang dikin, bila dest ji gotinan berdin û ji bo gelê penaber dest bi karê pratîk bikin. -
Fedîle Tok: Heta serketinê berxwedan!
Çalakiya greva birçîbûnê ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok, di roja 12’an de bi biryardarî didome. Tok got, heta ku tecrîd bê şkandin û şert û mercên azad ên Ocalan pêk bên, wê çalakiya xwe bidomîne. -
'Em ê bajarê xwe ji destê qeyûman derxin'
Ciwanên Amedê diyar kirin ku qeyûmên hatine tayînkirin ji derveyî nerêlitî û talankariyê tiştek ji Amedê re nekirine û gotin, em ê di 31’ê Adarê de qeyûman ji bajarên xwe derxin. -
Silêmanî: Divê em Viyan ti carî ji bîr nekin
Gerîlayê HPG'ê Bakur Silêmanî ku ji Eşîra Cafê ye û xizmê Viyan Soran e got, "Em, gelê Başûr divê çalakî û armanca hevala Viyan ti carî ji bîr nekin." -
Namzetên Yenîşehîrê: Em ê birînên gel bi hev re bipêçin
Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek diyar kirin ku wê qeyûman bişînin Enqereyê û birînên gel bipêçin. -
Şêniyên Geverê dixwazin bikin sed ji sedî
Şêniyên Geverê ku di hilbijartinên 2014'an de 86.6 ji sedî deng dabûn HDP'ê, di hilbijartinên 31'ê Adarê de dixwazin vê rêjeyê bikin 100 ji sedî. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XVII
“Ya rastî, li giravekê li girtîgeha yek kesî ya dixwazin di şexsê min de mehkûm bikin Kurdîtiya azad e. Li Îmraliyê, polîtîkayên rojane têne bicihanîn, sîstematîk in.”