KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bav Aykûl: Rewşa tenduristiyê ya kurê min nebaş dibe
Yek ji çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ên li Girtîgeha Xarpêrtê Cengaver Aykûl e. Bavê Aykûl Latîf Aykûl got, rewşa tenduristiyê ya kurê wî her nebaş dibe. -
Li Behdînanê nêzî 80 kes hatin destgîrkirin
Li Behdînanê piştî berxwedana li dijî dagirkeriyê, 80 kes hatin destgîrkirin. -
Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan: Bi teqez em ê bi ser bikevin!
Namzetên Şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HD) li Wan, Şirnex, Erzirom û Amedê bi gel re civiyan. -
Sezgîn: Çalakiyên me wê heta azadiya Rêbertî bidomin
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û çalakgera greva li pêşiya Netewên Yekbûyî Nuran Sezgîn got; “Netewên Yekbûyî divê dengê gelê Mexmûr bigihîne cîhanê û heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomîn.” -
Salvegera rizgarkirina Kobanê li Başûrê Kurdistanê hate pîrozkirin
Li bajarokê Soranê yê Başûrê Kurdistanê 4'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Di merasîmê de yekemîn pêşmergeyê li Kobanê şehîd bûyî hate bibîranîn. -
Jinên Mexmûrî li ber NY'ê ketin greva birçîbûnê
Jinên Mexmûrî, li dijî tecrîdê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Gelê Qersê namzetên HDP'ê bi kêf û xweşî pêşwazî kir
Li Qersê, namzetên HDP'ê yên hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca duyemîn buroya xwe ya hilbijartinê vekirin. -
Protokola Edeneyê: Nîşaneyên vegerîna statukoya berê ye!
Piştî Trûmp qala ‘Herêmên bi ewle’ kir; Pûtîn, bi hevpeymana Edeneyê bersiv da. Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê Ozsoy diyar kir ku ev protokol nîşaneyên vegera statukoya berê ne. -
Greva Yagiz di roja 71’ê de ye: Berxwedan wê heta dawiyê bidome
Nasir Yagiz ê ku 71 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe. Nûnera HDP'ê Muzeyyen Guneş got, rewşa Yagiz roj bi roj nebaş dibe. -
Gokkan: Ya hatiye tecrîdkirin fikrên azad û demokratîk e
Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, ya hatiye tecrîdkirina fikrên azad û demokratîk e û got, di şexsê Ocalan de jin û civak tev hatine tecrîdkirin. -
Bayik: Dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser êrîşên li Dêralok û Şêladizê axivî û got, van êrîşan careke din nîşan dan ku dewleta Tirk dijminê Kurdan hemûyan e. -
'Biratiya gelan' wê careke din li Îdirê bi ser bikeve
HDP xwe amade dike ku li Îdirê careke din koalîsyona AKP-MHP'ê têk bibe. Namzetên HDP'ê yên Îdirê Eylem Çelîk a Terekeme û Yaşar Akkûş ê Kurd e. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XVI
“Nûnera Konseya Ewrûpayê ya li Girtîgeha Îmraliyê xêrhatina min kir, heta ez sîstema sêhrî ya li pişt vê xanimoka heftê salî ya modernîteya kapîtalîst ji hev dernexînim, diyar e, ez ê çarenûsa xwe jî ji hev dernexînim.” -
Bayik: Kurd divê guh bidin Leyla Guven
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven û berxwedana ku ew pêşengiyê jê re dike lîstikên dewleta Tirk têk birin û got, divê her Kurd netîceyeke xurt ji daxuyaniyên wê yên xurt derxîne. -
Artêşa Tirk gundên Biradostê bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker bi obûs û hewanan Girê Lêlîkan ê Herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. -
Li Şirnex û Amedê namzetên HDP’ê bi gel re civiyan
HDP'ê li navçeyên Amed û Şirnexê namzetên hevşaredariyan bi gel da nasîn. Di danasîna namzetan de hat gotin ew ê li dijî zilmê serê xwe netewînin û wê bersivên herî mezin bidin qeyûman. -
Dersim: Berxwedana li dijî tecrîdê divê geştir bibe
Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim got divê berxwedana li dijî tecrîdê mezintir bibe û domand, ''heke berxwedana geş bibe faşîzm wê bi paş ve gav bavêje''. -
HPG: Li Lêlîkanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, roja 28'ê Çileyê li girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 3 leşker hatine kuştin. -
Demîr: Rewşa Guven her nebaş dibe
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir, Leyla Guven bêhal bûye, mehdê wê hatiye girtin, car carna nikare avê jî vexwe û gelekî li xwe kêm kiriye. -
Bîlîcî ya 8 meh in ducanî ye hate destgîrkirin
Li Rêya Armûşê ya Wanê nûnera TÎHV’ê Ayfer Şahîn Bîlîcî ya ku 8 meh in ducanî ye, hate destgîrkirin. -
Namzeta hevşaredariyê û gelek jin hatin destgîrkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Şirnexê namzeta HDP’ê ya şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kûtlû jî di nav de gelek jin hatin destgîrkirin. -
3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê 3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Meletiyê jî 4 girtî 25 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Rûken: Tecrîd wê bi berxwedana civakî parçe bibe
Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir, berxwedana civakî wî tecrîdê parçe bike. -
Kontrola tenduristiyê ya Guven hîn nehatiye kirin
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 83 roj in di greva birçîbûnê de ye wan heyetek tenduristiyê ava kirine, lê kontrola wê ya tenduristiyê hîn nehatiye kirin. -
Selma Irmak: Em bi biryar in
Parlamentera berê ya HDP'ê û Hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak ji ANF'ê re peyamek şand û diyar kir, ew bi biryar in ku heta dawiyê li ber tecrîdê rabin.