KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kalkan: Ev yek berxwedana serketinê ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin berxwedana serketinê ye û got, "Biçûk dest pê kir, têkel dibe, mezin dibe, no dibe û wê bigihije encamê." -
Guven silav dan welatiyên Amedê yên hatin pêşiya mala wê
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav da welatiyên ji bo piştevaniyê hatibûn pêşiya mala wê. Guven got: “Berxwedana we silav dikim û we pîroz dikim.” -
Meclîsên Gundên Êzidiyan ji bo Mîr Tehsîn Beg peyama sersaxiyê weşand
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê weşand. -
HDP’ê li Payîzavayê namzetên xwe da nasandin
HDP’ê li Payîzavayê namzetên xwe da naskirin. Namzetê hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku ew ê hemû şaredariyan dîsa bistînin. -
'Hikumeta Kurdistanê ya Federe nikare xwe li rastiyan rabigire'
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad nerazîbûn nîşanî êrîşên hikumeta Kurdistanê ya Federe yên li dijî rojnamevanan da û xwest, dawî li êrîşan bê anîn. -
KJK: Serhildana Şêladizê di warê dîrokî de gelekî girîng e
Koordînasyona KJK’ê Serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pîroz kir û got, "Ev serhildan di dîroka Başûrê Kurdistanê de gelekî girîng e." -
Li 2 gundên Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Li du gund û gundikên ser bi navenda Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin. -
Rewşa Nasir Yagiz giran dibe
Nasir Yagiz ê ku 69 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe.Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş got ku, “Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan.” -
Kebûdwend: Leşkergehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê cihê şermê ye
Çalakvanê mafên mirovan û rojnamevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Sedîq Kebûdwend got, "Leşkergehên rejîma Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê cihê xemgînî û şermê ye." -
‘Bi têkoşînê em ê tecrîdê bişkînin’
Gerîlayên têkoşîna azadiya Kurdistanê li hemberî tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman. Gerîlayan diyar kirin ku ew ê bi têkoşîna xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin. -
MLKP-Kurdistan: Raperîna Şêladizê divê li her derê bê xurtkirin
MLKP-Kurdistanê raperîna Şêladizê silav kir û bang li hêzên welatparêz hemûyan kir ku li dijî êrîşên kujer ên mêtingeran xwedî li raperîna gelê Şêladizê derkevin û li her derê belav bikin. -
Kalkan: Şert û mercên Mutabaqata Edeneyê ji holê rabûne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir, Mutabaqata Edeneyê mutabaqata komploya navneteweyî ye û got, "Naveroka Mutabaqata Edeneyê qediya ye, hewl didin ji nû ve zindî bikin. Ew şert û merc êdî nînin." -
Komîteya Şehîdan a PKK'ê daxuyaniya doh sererast kir
Komîteya Şehîdan a PKK'ê diyar kir, di daxuyaniya doh a li ser îlana şehadeta Abdûrrahîm Yilmaz de ku 25'ê Tîrmeha 1981'ê li Midûriyeta Emniyê ya Aydinê şehîd bû, hin şaşitî hatine kirine. -
Li Erdîşê di nava du mehan de 70 kes hatin girtin
Li navçeya Erdîşê ya Wanê ku AKP polîtîkayeke taybet lê dimeşîne, di nava hefteyekê de 38 kes hatin destgîrkirin, 20 jê jî hatin girtin. Di nava du mehan de li navçeyan Erdîşê 70 kes hatin girtin. -
Tûşba wê bi HDP'ê bixemile
Navçeya dîrokî ya Wanê Tûşba, ku AKP'ê mîna gundekî lê kiriye, tê gotin ku bi rêjeyeke bilind a dengan wê 31'ê Adarê bikeve destê HDP'ê. -
Leyla Guven: Amade me berdêlan bidim, wê zindan tecrîdê bişkîne
Leyla Guven a ku li dijî tecrîda Îmralî 81 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye got; “Moral, motîvasyon û coşa li zindanan hûn bibînin, bi wê coşê wê li zindanan tecrîd were şikandin. Bila tu gumanên kesî nebe.” -
Karayilan: Mesele, şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Divê her kes zanibe; ev meseleyeke neteweyî ye, meseleya navbera PKK'ê û dewleta Tirk nîne. Meseleya navbera neteweya Kurd û dewleta Tirk a dagirker e. -
Bahoz Erdal: Serhildana li Şêladizê meşrû ye
Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal diyar kir ku bomberdûmankirina sivîlên li Başûrê Kurdistanê ‘Qetlîama Roboskiyê ya duyemîn e.’ Erdal ji bo serhildana li Şêladizê jî got ku, “Serhildaneke meşrû ye.” -
KCK: Serhildan divê li hemû Başûrê Kurdistanê berbelav bibin
KCK'ê serhildana Başûrê Kurdistanê silav kir, got, ji bo azadiya Kurdan mîladeke pir girîng e. KCK'ê got, ''Serhildan û çalakiyên demokratîk divê bi Şeladizê û Dêralûkê re sînordar nemînin, li hemû Kurdistanê berbelav bibin.'' -
Li gorî Barzanî kuştina sivîlan tiştekî rewa ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, li şûna ku kuştina sivîlan a bi destê dewleta Tirk şermezar bike, hincet ji xwe re peyda kir. Barzanî, PKK û gel sûcdar kir. -
Şengalê piştgirî da Şêladizê: Em bi we re ne
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî da raperîna Şeladizê û diyar kir ku helwesta gelê Şeladizê, helwesta wan e. -
Du kesên di raperîna Şêladizê de şehîd bûn hatin veşartin
Cenazeyên du kesên di dema çalakiyên dijî bomberdûman û dagirkeriya Tirk de şehîd bûn, hatin veşartin. -
Hebûna hêzên Tirk ên li Iraqê ket rojeva parlamentê
Li dijî kuştina 4 sivîlan bi destê dewleta Tirk, gelê Şêladizê roja Înê serî hilda û avêt ser leşkergeha Sirê. Li vê derê ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn. -
Li Efrîn û Marê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê, li Efrîn û Marê li dijî çeteyên dewleta Tirk li çar deveran çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek çete hatin kuştin, ku 3 ji wan leşkerên Tirk in. -
DKP/BOG'ê berxwedêrê Efrînê Nûrhak Cem bi bîr anî
Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) û Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP), Nûrhak Cem bi bîr anî ku li Efrînê berî salekê di şerê dijî faşîzma AKP-MHP'ê de şehîd bû.