KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteya Osmanî ya nû ya AKP'ê û PDK'ê
Derkete holê ku di bin gotina Erdogan de ya ku digot, ''Kurd cihê ne, YPG cihê'' an jî ''Paşmêrê Kurdan jî em in'' rêxistiniya çeteyeke nû derket. -
Komploya Navnetewî li Binarê Qendîlê hate protestokirin
20’emîn salvgera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li Binarê Qendîlê bi meşekê hate protesto kirin. -
Berdevka Çapemeniya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Bûldan rehmet kir
Berdevka Çapemeniyê ya Tevgera Ciwanên Mexmûrê Avyan Bûldan ve sibê ji ber dil êşê rehmet kir. -
Yagiz: Çi dibe bila bibe, ez ê çalakiya xwe bidomînim
Nasir Yagiz 80 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Hate ragihandin, ku dilê Yagiz êdî bi rêk û pêk lê nade. -
Şervanek li Şengalê ji ber qezayê şehîd bû
Yekîneyên Jinên Şengalê ragihand, şervana wan a bi navê Arîn Şengal 7'ê Sibatê ji ber qezayekê şehîd bûye. -
Çalakgerên greva birçîbûnê peyama bi deng şandin
Girtiyê bi navê Cuneyt Aslan ê 55 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye peyamek bi deng şand û da zanîn ku dewlet dixwaze wan hînî vê tecrîwê bike û wiha bang kir: “Rêbertî ji bo me nefes, rih û can e. Em ê bi rihê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin. -
Belgeya tinekirina Kurdan
Belgeya ku TV´ya Misrê weşandî nîşan dide ku plana rûxandinê di asta qirrkirinê de pêk anîn. Ev yek, pêkanîna bi armanca qirrkirinê di çarçoveya planeke berfireh de ya gotinên Tayyip Erdogan ên weke, li ku derê dibin bila bibin, em ê biçin wan biperçiqîni -
Vejîn: Îran bi rêya Tirkiye hewl dide xwe rizgar bike!
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bal kişand ser ambargoya li ser Îranê û got: "Îran di warê siyasî û aborî de her diçe tengav dibe û bi rêya Tirkiyeyê û çend welatên derdor hewl dide xwe rizgar bike." -
Namzetên Baglarê: Em ê pirsgirêkan bi gel re çareser bikin
Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Baglar a Amedê Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan gotin, dema ku hatin hilbijartin wê pirsgirêkan hemûyan bi gel re çareser bikin. -
'Bi yekbûna gel û gerîlayan tecrîd wê têk biçe!'
"Heta fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo hebe em mîlîtanên Rêber Apo wê li ber xwe bidin û şer bikin." -
Rojnameger Kurşun nehat berdan
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi BHQ’ê hatibû girtin Çetîn Kurşun ku bi îdîaya têkiliya wî bi ‘ciwannews.news’ re heye hatiye girtin, salek piştre derxistin pêşberî dadgeriyê. Kurşun nehat berdan, doz taloqî 30’ê Nîsanê hate kirin. -
Li Şengalê ji bo Mîr Tehsîn konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo lîderê rûhanî yê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, li Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê kon sersaxiyê hatiye danîn. -
Artêşa Tirk bi helîkopter û balafiran êrîş kir
Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk bombe li gelek deveran barandin. Ji ber êrîşê zerar li hêzên gerîla nebû. -
Doza Medenî Yildirim: Kujer tên parastin
Rûniştina li ser doza qetilkirina Medenî Yildirim pêk hat. Yildirim sala 2013'an li Licê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû qetilkirin. -
KCD: Têkoşîna şehîdên Cizîrê çavkaniya têkoşîna me ye
KCD'ê şehîdên jêrzemînên Cizîrê bi bîr anî û got, "Têkoşîn û berxwedana wan a lehengî wê bibe çavkaniya dilsozî û biryardariya me ya têkoşînê." -
Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê
Li Mêrdînê, li dijî HDP'iyan operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Alî Sîncar û rêveberên bajêr hatin destgîrkirin. -
'Divê peyama berxwedêran baş bê fêhmkirin'
Hayat Guler dayika Veysel Guler yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser peyama girtiyên di greva birçîbûnê de ne û bang li gelê Kurd û Tirk kir ku bi rengekî topyekun li dijî tecrîdê têbikoşin. -
Li Azarpêrt a Çewlikê erd hejiya
Li navçeya Azarpêrt a Çewlikê bi şîdet 4.1 pileyî erd hejiya. -
Helîkopterên Tirk carekî din herêma Bradost bombe kir
Di saetên şevê de helîkopterên Tirk a dagirker gund û gundikên girêdayî Herêma Bradostê bombe kir. Di bomberdûmanê de ziyan gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl. -
NÛ BÛ-Asayîşa PDK’ê çalakvanên pêşiya NY’yê destgîr kirin
Asayîşa PDK’ê hemû çalakvanên jin ên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de bûn destgîr kirin. -
Li sêgoşeya Licê-Hênê-Dara Hênê operasyona artêşa Tirk
Artêşa Tirk li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênê dest bi operasyonê kir. Li herêmê "qedexeya derketina derve" hate ragihandin. Çekdarên dewleta Tirk diavêjin ser malan. -
Asayîşa PDK'ê êrîşî greva birçîbûnê kir: 5 kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ
Asayîşa PDK’ê êrîşî konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kir. 5 xwendekarên ku serdana çalakgerên greva birçîbûnê kiribûn, destgîr kir. -
Guneş: Berxwedan wê rê li ber şoreşê veke
Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, "Ev berxwedan wê rê li ber şoreşê veke." Guneş got, "Hêrsa gelê Kurd a li dijî faşîzmê mezin e, lê belê hêrs tenê têrê nake." -
Jin dixwazin Neteweyên Yekbûyî peywira xwe bi cih bînin
Jinên ji Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne, ji rayedarên Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku bi erka xwe rabin. -
Namzeta Hevşaredariyê ya destgîrkirî Gezgor anîn Rihayê
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor ku di dema vekirina buroya hilbijartinê de ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin, anîn Rihayê.