KURDISTAN
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Hemû Nûçe
-
KCK'ê ji bo Osman Kaplan peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê diyar kir, Osman Kaplan (Dogan Torî) ku jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir, di dema tedawiyê de şehîd bûye û got, "Di serî de serê malbatê bila serê hevrêyan û gelê Kurdistanê sax be."
-
-
-
-
-
PKK'ê ji bo pêngava berxwedanê bang kir
Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li her kesên antî faşîst û demokratan kir ku li ber sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê rabin, çalakiyan li dar bixin û diyar kir, aştî û demokrasî bi vî rengî dikarin pêk were.
-
-
Li Cindirêsê leşkerekî Tirk hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyek pêk anîn. Hate ragihandin, di çalakiyê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
-
Yagiz: Heta tecrîd hebe wê berxwedan bidome!
Greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz, di roja 82’an de bi biryardarî didome. Tevî rewşa Yagiz giran e jî diyar dike ku heta tecrîd hebe, wê çalakiya xwe bidomîne.
-
PAJK'ê nameyek ji girtiyan û Leyla Guven re şand
"Kêlî kêliya afirandina dîrokê û serdema xwe ye. Dem ew dem e ku bi vê nasnameyê re sekna Kurdîtiyê nîşanî her kesî bidin û bi ser bikevin. Li cih û warê ku faşîzm teslîmiyet û dîlgirtinê ferz dike, agirê berxwedanê geş bûye."
-
'YPS pêngava serketinê ye'
"Em ê bajar bi bajar, kolan bi kolan pergala xwe ya parastinê ava bikin, berxwedana xwe bidomînin. Serketin a me ye."
-
YPS'ê şehîdên berxwedana Cizîrê bi bîr anî
Koordînasyona YPS'ê, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi taybetî şehîdên berxwedana Cizîrê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, bi şeref û rûmeta ku wan li pey xwe hişt, wê têkoşînê teqez bi ser bixînin.
-
-
Farisogûllari: Girtîgeha Xarpetê bûye cihê êşkenceyê
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku dîlên azadiyê yên li Girtîgeha Xarpetê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li hucreyan tên girtin û got, Girtîgeha Xarpetê bûye cihê êşkenceyê.
-
-
-
HDP wê bimeşe Amedê!
HDP ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku berxwedana xwe didomîne, wê ji gelek bajaran ber bi Amedê ve bimeşe.
-
-
-
Çalakiya nobetê bi dawî bû: Her kêlî girîng e
Çalakiya nobetê ya ji bo desteka li Leyla Guven û girtiyan qediya. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got, ''Qonaxa krîtîk ji zû de derbas bûye. Di cih de divê daxwaz werin qebûlkirin.''
-
-
-
Fedîle Tok: Em ê dîwarê zilmê hilweşînin!
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok a ev 21 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye anî ziman ku wê dîwarê zilmê bi berxwedanê hilweşînin.
-
KODAR: Li Îranê şoreşekî demokratîk û civakî pêwîst e
KODAR: Qirêjahiya şovenîzm û faşîzmê rûyê kirêt yê desthilatdariya teokrasiyê li beramber ol, civak, şaristanî û demokrasiyê derxistiye holê. Karnameya çil sal Komara Îslamî ji tarîtî û xwînê dagirtiye, ji ber ku ol kiriye dijminê demokrasiyê.
-
Turan: Li Dayika Sîsê zilim tê kirin
Parlamentera HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Turan diyar kir ku Dayika Sîsê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: “Di girtîgehê di nava çar diwaran de li pîra 85 salî zilmê dikin.”