EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Zurîhê ji bo azadiya Abdullah Ocalan name ji CPT’yê re hat şandin
Jinên ku li Zurîhê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan name ji CPT’yê re şandin. -
Li Zanîngeha Valenciayê fikrên Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin
Yekîtiya Xwendekarên Katalanê di çarçoveya Rojên Diyaloga bi Ocalan re li Valenciayê rewşa Kurdistan û welatên Katalan nirxand û li ser paradîgmayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman. -
Konfederalîzma demokratîk li Viyanayê hat nîqaşkirin
Li Muzeya Folklorê ya Viyanayê bi pêşengiya Feykom û Defend Kurdistan çalakiyek li ser konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin. -
Li Sao Paûloyê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re
Li Sao Paulo Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin. -
Li Torînoyê Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re
Jinên li Torînoyê çalakiya ‘Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re’ lidarxistin. -
Ji bo Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re du panel hatin lidarxistin
Li Finlandiyayê ji bo Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re li ser Sîstema Îmraliyê du panel hatin lidarxistin. -
Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hate dîtin
Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê ragihandin ku 19’ê Xizîranê roja Çarşemê li Peravên Kanaryayê di keştiyekê de cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin û 68 kes jî hatine rizgarkirin. -
Şandeyek wê ji bo Pîroglû biçe Sirbistanê
ADGB'ê ragihand ku ji bo girtiyê bi navê Ecevît Pîroglû wê 21'ê Hezîranê roja Înê şandeyek biçe Sirbistanê. Pîroglû yê ku di greva birçîbûnê de ye, ji ber gelek kilo winda kir, rakirin nexweşxaneyê. -
Şandeyek ji Şengalê li Berlînê hevdîtin pêk anî
Şandeyek ji Şengalê ku Sûad Mûrad Xelef (Hêza Şengalî) jî di nav de bû li Berlînê bi parlamenteran re hevdîtin pêk anî. -
Şandeya DEM partiyê li Romayê gelek hevdîtin pêk anîn
Şandeya DEM Partiyê li Romaya paytext bi rayedarên parlamentoyê û partiyê siyasî re gelek hevdîtin pêk anîn. -
‘Li Fransayê Eniya Gel dikare gaveke girîng biavêje’
Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Fayik Yagizay, anî ziman ku mezinbûna rastgirên tund a li Fransayê pêwendiya xwe bi polîtîkaya hikûmeta Macron re heye û anî ziman ku Eniya Gel wê di hilbijartinên pêşwext de derketinek bike. -
Jinên li Marsîlayayê dijîn hezar name ji CPT’yê re şandin
Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan bi daxwaza ku CPT berpisyariya xwe ya li dijî Îmraliyê bi cih bîne, hezar name ji CPT’yê re şandin. -
Li Cenevre, Lozan û Sîonê ji CPT’ê re name hatin şandin
Kampaynyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin, li Swîsreyê dewam dike. -
Li Stûttgartê ‘Rojên Diyalogê’ dewam dikin
Çalakiyên ‘Rojên Diyalogê’ ku ji aliyê Meclîsa Herêmê ya Stûttgartê û Komîteya Têkiliyên Dereve tê organîzekirin, dewam dikin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Bonnê ye
Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonn’ê Nobeta Azadiyê dewr girtin û ev bang kirin: “Heta ku Rêbertiya me azad dibe, divê ciwanên Kurd dest ji têkoşînê bernedin.” -
Li Atînayê standa ji bo 2 rojan hat danîn
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 2 rojan stand hat danîn. -
Li gelek welatan çalakiyên ‘diyaloga bi Ocalan re’ hatin lidarxistin
Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên 'diyaloga bi Abdullah Ocalan re' hatin lidarxistin û di çalakiyan de mijarên weke şert û mercên tecrîdê, jiyan û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. -
Li Berlînê trafîka dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çendek roj in li Elmanyayê hevdîtinên xwe didomîne, li Berlînê bi parlamenterên SPD û Dîe Lînke re civiya. -
Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin. -
Li ber konsolosxaneyên Sirbistanê daxwaza azadiya Ecevît Pîroglû hat kirin
Li gelek navendên Ewropayê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû çalakiyên hemwext hatin lidarxistin û dirûşmên "Divê Ecevît Pîroglû demildest bê berdan" hatin berzkirin. -
Li Gossauyê standa 'Rojên diyalogê bi Abdullah Ocalan re' hat vekirin
Di çarçoveya kampanyaya "Rojên diyalogê bi Abdullah Ocalan re" de li festîvala Gossau ya kantona St Gallen a Swîsreyê stand hat vekirin. -
Li Berlînê ji bo Ecevît Pîroglû çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo şoreşgerê enternasyonalîst li ber konsolosxaneya Sirbistanê çalakî hate lidarxistin. -
Li Baselê salvegera damezrandina KNK'ê hat pîrozkirin
Li Baselê bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina KNK'ê resepsiyan hat lidarxistin. Di resepsiyonê de pêşketinên KNK'ê yên ji damezrandina wê heta niha hatin vegotin û bal kişandin ser pêwîstiya mezinkirina yekîtiya neteweyî. -
Li Tûrgiyê salvegera Qirkirina Seyfo hat bibîranîn
Suryaniyên li Swîsreyê bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfo ya 1915'an, li bajarê Tûrgiyê merasîmek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi dîroka bi êş a 1915’an re hevrû nehatiye. -
Li Fransayê li dijî rastgiriya tund bi sed hezaran kes daketin qadan
Li Fransayê beriya hilbijartinên parlamentê ku wê dawiya meha Hezîranê bêne lidarxistin, bi tifaqa çep re bi sed hezaran kes daketin qadan û metirsiya rastigiriya tund şermezar kirin.