BI DÎMEN

Li Helsînkiyê şahiya Şoreşa Rojava

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê şahiya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hat lidarxistin.

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, duh bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahî ji aliyê Tora piştgiriya Kurdistanê ve hat organîzekirin. Di şahiyê de daxuyaniyên rêxistinan hatin dayîn û banga piştgiriya Şoreşa Rojava hate kirin.

Pîrozbahî heya şevê bi muzîk û gerandina dîlanê dewam kir.