EWROPA
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên 'Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re' -NÛ BÛ
Li Ljubljanayê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re' berhem û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. ILRIG'ê jî di navbera 22-23'ê Hezîranê de li bajarê Johannesbûrg ê Efrîkaya Başûr çalakiyek lidar xist. -
Borrell hişyarî da Gurcistanê: Dibe deriyê YE’yê were girtin
Li Gurcistanê qanûna “bandora biyanî” hate qebûlkirin. Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell hişyarî kir ku YE ji vê qanûnê bi fikar e û dibe ku deriyên xwe ji vî welatî re bigire. -
KCDK-E: Em ji bo ku dawî li bêhiqûqiya 25 salan bînin, li qadanin
KCDK-E’yê ragihand ku ji bo dawî li tecrîda ku zêdeyî 25 sal in li ser Abdullah Ocalan dewam dike bînin, wê 25’ê Hezîranê li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan û got: “Divê em di pêngava ku pêl bi pêl mezin dibe de, encam werbigirin.” -
Şehîd Zîlan li Parîsê hat bibîranîn
Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di sala 1996'an de li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya fedayî pêk anî, di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê hat bibîranîn. -
9 şehîdên malbata Avras li Dusseldorfê hatin bibîranîn
9 endamên malbata Arvas ên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne li Dusseldorfê hatin bibîranîn. Xizmê şehîdan Hamdullah Arvas gerîlayên ku îro xeta berxwedana ku Şêx Saîd ji civaka Kurd re mîrate hiştiye didomînin, silav kir. -
4’emîn Civîna Dema Navber a KON-MED’ê destpê kir
4’emîn Civîna Dema Navber a KON-MED li bajarê Bergîsh Gladbacg ê Elmanyayê destpê kir. Ev civîn diyarî “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên meha Hezîranê” hate kirin. -
Li Aarauyê ji bo şehîdan bîranîn
Li Aarauyê şehîd Bêrîvan Cûdi (Behiye Ayaz), Bêrîvan (Gulistan Beştaş), Xebat Seyda (Mehmet Îsa Demîrtaş) û Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Di kombûna gelan de qala têkoşîna Kurdistanê hate kirin
Di Festîvala Openair Wipkingenê de ku bi rengê kombûna gelan her sal li Zurichê tê lidarxistin, qala sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hate kirin. -
De Sanctis: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke navneteweyî heye
Sekreterê Giştî yê ANPI Fabrizio De Sanctis diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nêzîkatiyeke faşîst û terorîstî ye û got, "Li dijî şert û mercên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin divê têkoşîneke navneteweyî bê meşandin." -
CDK-F’ê kongreya dema navber li dar xist
Di kongreya navendî ya CDK-F'ê de gelek nûnerên Fransayê û nûnerên pêkhateyên CDK-F'ê amade bûn, biryar hat dayîn ku li ser esasê pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji êrîşên qirkirinê re bersiv were dayîn. -
Di Komxebata Fîlîstînê de bal kişandin ser 'Konfederalîzma Demokratîk'
Di Komxebata Fîlîstînê de beşên ji paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hatin xwendin. Di komxebatê de hat gotin, "Emçiqasî zilma dewleta Îsraîlê ya li ser gelê Fîlîstînê eşkere dikin, divê em faşîzma dewleta Tirk jî eşkere bikin." -
Kongreya dema navber a DEM-NED’ê hat lidarxistin
DEM-NED’ê ji bo dema nû bi xurttir pêşwazî bike kongreya xwe ya dema navber li dar xist. -
Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê: Berpirsyarê şewatê desthilatdarî ye
Koordînasyona Civaka Êzidiyên Ewropayê ragihand ku Hem sedema şewatê û hem jî nebûna destwerdana dema şewatê nîşan dide ku desthilatdariya siyasî berpirsyar e û got, “Siyaseta ku li dijî gel û xwezaya Kurdistanê tê meşandin, siyaseta mêtingeriyê ye.” -
Xebatên konferansa netewî ya Kurd dest pê kirin
Nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Brukselê li hev civiyan û dest bi xebatên konferansa netewî kirin û diyar kirin ku li dijî êrîşên qirkirinê lezgîniya yekîtiya neteweyî ya Kurd heye. -
Li St. Gallenê atolye, li Chûr û Cenevreyê bernameya xwendinê hate lidarxistin
Di çarçoveya “Rojên Diyalogê bi Abdullah Ocalan re” li Chûr û Cenevreyê bernameya xwendinê û li St. Gallenê jî atolyeya Jineolojiyê hate lidarxistin. -
Li Frankfûrtê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re
Li Frankfûrtê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re hatin lidarxistin û ambargoya avê hat protestokirin. -
Di festîvala muzîkê de posterên Abdullah Ocalan hatin vekirin
Ciwanên Kurd di festîvala muzîkê ya li bajarê Marsîlyayê hatî kirin de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. -
De Sanctîs: Em xwedî wê dîrokê ne ku pêlên reş ên li ser Ewropayê belav bikin!
Sekreterê Giştî yê ANPÎ Fabrîzîo De Sanctîs got, "Yekîtiya Ewropayek ku xwe dispêre demokrasî û mafên mirovan nîne, lê YE’yê ya xwe dispêre aboriyê heye. Tevî her tiştî jî ji bo belavkirina vê pêla reş, dîrokeke me ya têkoşîna dijî faşîzmê heye." -
CÎK: Werin em birînên mexdûran derman bikin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina ji bo dermankirina birînên mexdûrên karesata şewatê û got, "Em bi alîkariya madî û manewî nîşan bidin ku em bi wan re ne.” -
KCDK-E: Werin em xwedî li mexdûrên şewatê derkevin
Komîteya Ekolojiyê ya KCDK-E'yê got, "Em bang li her kesî dikin ku bi rêya Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî gelê me yê mexdûr û hewcedar bike." -
KNK: Karesata li Amed û Mêrdînê bûyereke ne tesadûfî ye
KNK’ê daxuyand ku karesata şewatê ya li Amed û Mêrdînê bûyerek tesadûf nîne û bang li gelê Kurdistanê û saziyên xêrxwaziyê kir ku xwedî li mexdûran were derketin. -
Li Aaraûyê zêdeyî hezar name ji CPT’yê re hatin şandin
Endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn ku li Aaraûyê xebat dimeşîne, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hezar û 49 name ji CPT’yê re şand. -
Konfederalîzma Demokratîk li Berlînê hate nîqaşkirin
Li Berlînê bi fikrên Abdullah Ocalan nîqaş li ser têkbirina pêla faşîst a rastgir hate kirin ku li Elmanya û Fransayê bilind bûye. -
Li Atînayê meşa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' hat lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanistan Atînayê meşek hat lidarxistin. -
Li Brukselê çalakiya ‘Ji Ecevît Pîroglû re azadî’ hat lidarxistin
Li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya “Ji Ecevît Pîroglû re azadî” hat lidarxistin.