EWROPA
Hemû Nûçe
-
Êrîşên dagirkeriyê li Dortmundê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê pêk tên li bajarê Dortmûndê hatin protestokirin. -
Li Baselê dagirkerî û tecrîd hate protestokirin
Di çarçoveya pêngava cihanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de li bajarê Basel ê Swîsreyê stand hate danîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Luzern û Lozanê hat protestokirin
Dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê li bajarên Luzern û Lozanê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyan de li dijî dagirkeriyê û xiyanetê banga rabe li ser piyan hat kirin. -
Nobeta Azadiyê di hefteya 628’an de bi biryardarî didome
Çalakiya nobetê ya ku 12 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê didome, di hefteya 628’an de bi koma ji herêma Hessen a Elmanyayê hate domandin. -
Piştî hilbijartinan li Fransayê nediyariya siyasî berdewam dike: Çepgir bi hêrs in
Di hilbijartinên parlamenta Fransayê de koalîsyona çepgiran bû koma herî zêde kursî bidestxistî û daxwaz kir ku tavil hikûmet were avakirin. Lê belê Serokkomar Macron têkildarî vê mijarê ecele nake û hewl dide ku dema xwe dirêj bike. -
Abdurrahman Demîr ê welatparêz jiyana xwe ji dest da
Abdurahman Demîr ê Kurdistanî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da ku Demîr ev 30 sal bûn li Ewropayê li sirgûnê bû. -
Rojnamevan Serdar Karakoç banga piştevaniyê kir
Rojnamevan Serdar Karakoç ku 24 sal in li Hollandayê ye, li ser daxwaza Elmanyayê li Hollandayê hate girtin. Karakoç bi şert hate berdan û di 24'ê Tîrmehê de wê biryar bê dayin ku radestî Elmanyayê bê kirin an na. -
Li Swîsre û Elmanyayê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin
Li Winterthur, Basel û Hamburgê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Em timî bi gerîlayên xwe re ne û em ê timî li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin” hat dayîn. -
Êrîşên dagirkeriyê li Marsilyayê hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Marsilyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û banga; “Hemû Kurdên bi rûmet werin em li dora berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kom bibin” kirin. -
Ecevît Pîroglû bi şert hat berdan
Ecevît Pîroglû ku 3 sal in bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê di zindanê de tê girtin, bi şertê ku ji Sirbîstanê dernekeve hat berdan. -
FCDK KAWA li dijî dagirkeriyê banga xwepêşandanan kir
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, FCDK KAWA banga xwepêşandanan kir. -
Partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û Suryanî li dijî dagirkeriyê ‘banga lezgîn’ kirin
Partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û Suryanî ji rayedarên payebilind ên Komara Erebî, Iraq, Sûriye, KE, DYE, NATO û NY’ê re nameyek vekirî şandin û ev bang hate kirin: “Stratejiya şer û dagirkeriya dewleta Tirk demildest rawestînin.” -
KON-MED: Bi ruhê Yekîtiya Neteweyî seferbe bibin û axa Kurdistanê biparêzin
KON-MED'ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser qadên gerîla û Şengalê bang li her kesî kir ku bi ruhê Yekîtiya Neteweyî sefeber bibin û xaka Kurdistanê biparêzin. -
Şehîd Diyar Xerîb li Edînburghê hate bibîranîn
Meclîsa Gel a Kurd Diyar Xerîb ê ku 5 sal berê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li paytexta Skoçya Edînburghê bi çalakiyek girseyî bi bîr anî. -
KCDK-E: Li dijî dagirkeriyê divê li her derê rabin ser piyan
KCDK-E’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê banga berxwedana topyekûn li gelê Kurd kir û got, “Li her derê ku em lê ne rabin ser piyan.” -
Ji welatên Îskandînav bi sedan name ji CPT’ê re şandin
Li welatên Îskandînav jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da û bi sedan name ji CPT’ê re şandin. -
Li Osloyê Diyar Xerîb hate bîranîn
Li paytexta Norwêc Osloyê Diyar Xerîb ê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, di 5’emîn salvegera xwe de bi çalakiyek hate bîranîn. -
Konferansa KCDK-E’yê: Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye
KCDK-E’yê konferansa xwe ya dema navber temam kir û diyar kir ku qirkirina gelê Kurd tê armanckirin. KCDKE’yê got, “Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye.” û peyama “Divê em li Ewropayê bibin hêzeke hîn bandortir” da. -
Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re didomin
Li Milanoyê bi aramnca piştevaniya ji bo çêkirina Sînemaya Amûdê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. -
Li Bonnê xwişk û birayên hev ên şehîd hatin bibîranîn
Endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya û birayê wê Nûrhak Çiya yên di dîrokên cuda de şehîd bûn ji hêla Kurdistaniyan ve li Bonnê hatin bîranîn. -
Li Liverpoolê standa 'Abdullah Ocalan' hat danîn
Li Liverpoolê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de standa “Abdullah Ocalan” hat danîn. -
Şêniyên Barselonayê tûrîzma girseyî protesto kirin
Li Barselonayê ku paytexta herêma Katalonya Xweser a Spanyayê ye, ji bo protestokirina tûrîzma girseyî çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Fransayê dengdanê destpê kir
Fransayî ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentê dest bi dengdanê kirin. -
Li dijî êrişa provokatîf a nijadperestinên Tirk benda 'Kurdan'
Piştî maça Hollanda-Tirkiyeyê komek ji faşîstên Tirk hewl da êrişî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Londonê bike. Ciwanên Kurd li dijî êrişê dest bi xweparastinê kirin. Di bûyerê de du ciwan hatin binçavkirin. -
Ciwan li Draguîgnan û Parîsê meşiyan
Li bajarê Draguîgnan û banliyoya Melun a Parîsê bi pêşengiya ciwanan li dijî pergala qirkirina Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meş hatin lidarxistin.