EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Êrîvanê komkujiya Şengalê hate şermezarkirin
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê Saziya Civaka Êzidî, bi wesîleya 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê çalakiyek lidar xist û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. -
Qirkirina Êzidiyan li Bremenê hat protestokirin
Qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di salvegera 10’an de li pêşiya Parlementoya Eyaleta Bremenê hat protestokirin. -
Enternasyonalîstan piştgirî dan kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’
Enternasyonalîstên li Yunan, Makedon û Îtalyayê piştgirî dan kampanyaya “Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re” û xwestin cezayên darvekirinê yên li aktivîst Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn bên betalkirin. -
Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakiyek hate lidarxistin
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi armanca protestokirina cezayên îdamê yên li Paxşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn, çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Berlînê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê mitîng hat lidarxistin
Li Berlînê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan û aştiya Kurdistanê banga piştevaniya kûrewî hat kirin. -
KCÊ-E'yê ji bo çalakiyên salvegera fermanê banga tevlîbûnê kir
KCÊ-E'yê fermana 3'ê Tebaxê bi daxuyaniyekê şermezar kir, bang li hikumeta Iraqê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji bo çalakiyên di salvegera fermanê de bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir. -
Dewleta Îranê li Duisburgê hat protestokirin
Li Duisburgê bi çalakiyekî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê hatin protestokirin. Di çalakiyê de peyama, “Şîara Jin, Jiyan, Azadî mezin bikin û darvekirinan rawestînin” hat dayîn. -
Li pêşiya NY’ê Qirkirina Êzidiyan hat protestokirin
Girseya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê li hev civiyan, Qirkirina Êzidiyan protesto kirin. -
KCDK-E: Xwedî derketina li Şengalê wezîfeya me hemûyan e
KCDK-E’yê di salvegera fermanê de daxuyanî da û got: “Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji xiyaneta PDK’ê cesaret wergirtin, di 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujî kirin. Divê em xwedî li Şengalê derbikevin.” -
Peyama Nobeda Azadiyê: Azadiya Rêberê me armanca bingehîn e
Çalakgerên Nobeda Azadiyê diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û gotin, "Heta ku azadiya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin." -
Li Helsînkiyê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hate lidarxistin
Li dijî biryara îdamê ya Îranê ya ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî, li ber Konsolxaneya Îranê ya li Helsînkiyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. -
Li Frankfurtê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê dagirkerî hate protestokirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Iraqê li hemberî dagirkeriyê mîtîngek hate lidarxistin. -
Şoreşa Rojava li Sydneyê hat silavkirin
Bi wesîleya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Sydneyê pîrozbahî hat lidarxistin. Hevserokê DKTM’ê Tîmur Tatvan di pîrozbahiyê de axivî û got, “Heta ku li Kurdistanê xiyanet neyê têkbirin, dawî li dagirkeriya dijmin nayê.” -
Li Leipzigê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdê meşiyan
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. -
Li Zurihê 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin
Li Zurihê 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava hat pîrozkirin. Di çalakiyê de banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin û bang li partî û saziyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkerî û xiyaneta li Başûrê Kurdistanê rawestin. -
Gerîlayên YRK’ê li Evryê hatin bibîranîn
Gerîlayên YRK’ê Cengawer Mîkayîl, Andok Tolhildan û Raman Rênas ên di 14’ê Tîrmehê de li Pêncewînê şehîd bibûn, li banliyoya Evry ya paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn. -
Tecrîda Îmraliyê li Stuttgartê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat protestokirin. -
Li Kielê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kîelê hat protestokirin. -
Li Kopenhagê çalakî: Heta ku dagirkerî û tecrîd bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin!
Kurdistanî û dostên wan li Kopenhagê, dagirkerî û tecrîd şermezar kirin û peyama "Heta ku tecrîda Îmraliyê bê şikandin û dagirkerî bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin“ dan. Di çalakiyê de gerîla hatin silavkirin. -
Kurdistanî ji Lozanê bang kirin: Me qebûl nekir, em ê qebûl nekin!
Kurdistaniyên ku di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de li hev civiyan peyama, “Me ev înkara 100 salî qebûl nekir, em ê qebûl nekin” dan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga mezinkirina têkoşîna hevpar dan. -
Ji bo 3 gerîlayên YRK’ê li Parîsê bîranîn
3 gerîlayên YRK’ê yên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Wîllîams: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Seroka Hewldana Jinê ya Nobelê Jody Wîllîams anî ziman ku divê her kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd zextê li Tirkiyeyê bike û banga tevlîbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir. -
Li Nurnbergê dagirkerî hat şermezarkirin û gerîla hatin silavkirin
Li Nurnbergê êrîşên dagirkeriyê û xiyanet bi çalakiyekê hat şermezarkirin û berxwedana gerîlayan hat silavkirin. -
Meclîsa Ciwanan a Darmstadê: Ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê mezin bikin
Endamên Meclîsa Ciwanên Darmstadê yên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşînê bidomînin û bang li ciwanên Kurd kirin ku rêxistiniya xwe mezin bikin. -
Ji NY’ê banga ji bo Tirkiyeyê: Divê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin
Neteweyên Yekbûyî piştî rûniştinên li Cenevreyê rapor amade kir û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.