EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê çalakiyên li dijî darbeya qeyûman didomin
Di çalakiyên li Ewropayê yên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê hatin lidarxistin de hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê hêza xwe ji bêdengiya dewletên navneteweyî digire û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya bêhiqûqiyê pêk tîne." -
Li Den Haagê desteserkirina vînê hat protestokirin
Li Den Haagê bi pêşengiya DEM-NED’ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Çalakvanên Cenevreyê li dijî tecrîd û desteserkirinê li ber OHCHR’ê ne
Çalakvanên ku li Cenevreyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, careke din bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî şermezar kirin. -
Desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Ewropayê hate şermezarkirin
Li Swîsre, Elmanya û Fransayê li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate gotin, "Çawa ku gelê Kurd li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, îro jî wê bi heman îradeyê berxwedana xwe dewam bike." -
Komîteya Kurd a Îtalyayê serdana Partiya Demokrat kir
Bi daxwaza Namzetê Parlementoya Ewropayê yê Partiya Demokrat Emanuele Fîano, şandeyekî ji Komîteya Kurdistan a Îtalyayê li avahiya partiyê hevdîtinek pêk anî. -
Desteserkirina vîna Colemêrgiyan li Ewropayê hat protestokirin
Li bajarê Zurîh ê Elmanyayê û li bajarên Darmstadt û Kîel ên Elmanyayê desteserkirina vîna Colemêrgiyan hat protestokirin û peyama, “Gele Kurd çawa ku duh li Wanê xwedî li vîna xwe derket, wê îro jî bi heman vînê berxwedana xwe bidomîne.” -
Cenazeyê parêzer Saracenî bi merasîmekî hat veşartin
Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê Luîgî Saracenî ku Yekşemê jiyana xwe ji dest da, li goristana Verano ya Romayê hat veşartin. -
Bertekên navneteweyî yên li dijî faşîzma qeyûman zêde dibin
Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê ku ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin li qadên navneteweyî rastî bertekan hat. -
Tevgera Çand-Hunerê ya Ewropayê li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kir
Tevgera Kedkarên Çand-Hunerê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got: “Em li her qadê li dijî dagirkerî û êrîşan rabin.” -
Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarê Koln ê Elmanya û bajarê Winterthûr ê Swîsreyê bi çalakiyan hate protestokirin. -
KON-MED: Roj roja xwedîderketina li vîna gel e
KON-MED'ê bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê , bang li hemû pêkhateyên xwe û hemû hêzên demokratîk ên li Elmanyayê kir ku bertekên xwe di asta herî jor de li qadan nîşan bidin. -
Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû çalakî hat kirin
Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê girtî ye, çalakî hat kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê yê Pîroglû. -
KCDK-E’yê banga rabûna ser piyan li gelê Kurd û dostên wan kir
KCDK-E'yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî desteserkirina qeyûman a li Colemêrgê dakevin qadan û got, "Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya li dijî van êrîşên qirkirinê li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê bersivê bidin." -
Zafer Aydin li Berlînê hate bîranîn
Zafer Aydin (Dilşêr Rênas) ê ku 7'ê Tebaxa 2023'an li Rojava di çalakiya bersivdanê ya li dijî delweta Tirk a faşîst de şehîd bû, li Berlînê hate bîranîn. -
Li Lîmasolê tecrîda Îmraliyê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Lîmasolê dijîn, bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê şermezar kirin. -
KNK’ê ji bo parêzer Saracenî sersaxî xwest
Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê Luîgî Saracenî jiyana xwe ji dest da. KNK'ê peyama sersaxiyê weşand û got: "Ew hevalekî bêhempa bû, pireke girîng a dostaniya gelê Kurd û gelê Îtalyayê bû." -
Li Swêdê li dijî nijadperestiyê meş hat lidarxistin
Li bajarê Stockholm ê Swêdê, Meclîsa Jinan a Amarayê jî di nav de 29 sazî li dijî zêdebûna nijadperestiya li welêt, meşek li dar xistin. -
CDK-S'ê kongreya xwe ya nava demê li dar xist
Di kongreya nava demê ya CDK-S’ê xebatên salane hatin nirxandin, plansaziya nû û rêxistinbûnî hat avakirin. Di kongreyê de soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn. -
Li Munchenê roja fêhmkirin û naskirina Abdullah Ocalan
Komeleya Çanda Kurd a Munchenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Roja Fêhmkirin û Naskirina Rêbertî' lidar xist. Nêzî 20 ciwan tevlî çalakiyê bûn. -
Nêrîneke giştî li ser hilbijartinên Parlamenta Ewropayê
Parlamenta Ewropayê ku saziya qanûndanînê ya Yekîtiya Ewropayê ye, bi hilbijartinên ku her pênc salan carekê tê kirin, tê diyarkirin. -
Li Ewropayê sîstema tecrîd û qirkirinê hate şermezarkirin
Li gelek navendên Ewropayê bi mîtîng û meşan sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Li Saarbruckenê bîranîna şehîdên meha Gulanê
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê ji aliyê gelek malbatên şehîdan û Kurdistaniyan ve hatin bîranîn. -
Li Zanîngeha Sapienzayê stand hat vekirin
Ciwanên Kurd ên beşdarî meşa ji bo gelê Filîstinê ya li Romayê bûn, li Zanîngeha Sapienzayê stand vekirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasîn û der barê tecrîda li Îmraliyê de agahî dan. -
Li Kopenhag, Berlîn û Freîbûrgê çalakiyên ‘Ji Rêber Apo re Azadî’
Li Kopenhag, Berlîn û Freîbûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin û bang li CPT hat kirin ku erkên xwe bi cih bîne. -
Li Kolnê ji bo girtiyan çalakî hat kirin
Li Kolnê bi şîara “Bila girtiyên nexweş bên berdan, azadî ji girityên doza Kobanê re” çalakî hat kirin.