EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarên Solothurn, Luzern û Baselê yên Swîsreyê ji bo şehîdên meha Gulanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyan re: Divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin
Di beşa dawî ya Sempozyûma Navnetewî ya Piştevaniya bi Girtiyan re ya li Londonê pêk hat de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê PKK'ê ye, di heman demê de Rêberê gelê Kurd e û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî tecr -
Lİ Berlînê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. -
Li Bremen û Hanaûyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Bremen û Hanaû yê Elmanyayê, Şehîdên Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn. -
Zextên hikûmeta Fransayê ya li dijî Kurdan hat protestokirin
Kurdistaniyên ku li Parîsê li hev civiyan bang li hikûmet û dewleta Fransayê kir ku dawî li krîmînalîzekirina Kurdan û hevkariya bi dewleta Tirk re bîne. -
Li Londonê Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re hat lidarxistin
Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re li Zanîngeha SOAS’ê ya Londonê dest pê kir. Di sempozyumê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî peyam hatin dayîn. -
Li Kolnê mitînga piştevaniyê bi girtiyên Doza Kobanê re
Biryara qirkirina siyasî li Kolnê hat protestokirin. Girseyê ku li hev civiya got, “Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û hevalên xwe ji zindanan derxin.” -
KCDK-E: Doza Kobanê delîla hevkariya AKP-DAÎŞ’ê ye
KCDK-E’ê cezayên giran ên Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn weke ‘qirkirina siyasî’ bi nav kir û got, “Gelê Kurd li dijî tecrîd û qirkirinê berxwedana xwe ya li dijî desthilatdariya faşîst mezin bike.” -
KCÊ-E: Li dijî biryarên bi ruhê DAIŞ’ê tên dayîn, a rast bi ruhê Kobanê geşkirina xeta berxwedanê ye
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê da xuyakirin ku encama Doza Kûmpasê ya Kobanê, îlankirina hiqûqa dijmin e û got, "Li hemberî van biryarên bi ruhê DAÎŞ'ê tên dayîn, ya herî rast ew e ku bi ruhê Kobanê xeta berxwedanê ya demokratîk bê pêşxistine.” -
TJK-E: Xwestin her kesê ku xwedî li Kobanê derketin ceza bikin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê da û got, “Bi krîmînalîzekirin û tasfiyekirina siyaseta demokratîk xwestin her kesên ku xwedî li berxwedana Kobanê derketine, ceza bikin.” -
CÎK: Hewl didin tola DAÎŞ’ê hilînin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn da û diyar kir ku dewleta Tirk bi van cezayan hewl dide tola DAÎŞ'ê ku yek ji nûnertiya herî tarî ya dîrokê ye, hilîne. -
Bertekên navneteweyî yên li dijî biryara Doza Kobanê: Pêwîstî bi çalakiya lezgîn û hevgirtinê heye
Partiyên siyasî û siyasetmedaran bertek nîşanî cezayên bi sedan salan ên daraza Tirk ên di Doza Kobanê de dan û xwestin girtî bên berdan; banga çalakiya lezgîn û hevgirtinê kir. -
Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da
Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bi gotina "Li Tirkiyeyê çalakiyên li dijî DAIŞ'ê sûc tên dîtin" bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da. -
Li Parîsê zextên li ser Kurdan hatin nîqaşkirin: Ji bo DAÎŞ'ê mudaxeleyî Belçîkayê kirin
Li Fransayê zextên ku li ser Kurdan zêde bûne di konferansekê de ji aliyê parêzeran ve hat nirxandin. Parêzer Antoîn Comte anî ziman ku dadgerê Fransî li hemberî agahiyên ku Tirkiye derbarê DAÎŞ’ê de dane, mudaxeleyî Belçîkayê kiriye. -
Françoîs Hollande: Komkujiya Parîsê operasyoneke dewleta Tirk bû
Serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande têkildarî qetilkirina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê, diyar kir ku 'operasyonek' bi destwerdana dewleta Tirk bû. -
Li Parîsê 10 Kurd hatin biçavkirin
Li Parîsa Fransayê di serdegirtina malan de 10 Kurd hatin binçavkirin. -
Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê: Ji bo azadiya Rêberê xwe em li vê derê ne
Çalakiya nobedê ku 12 sal in li Strasbourgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 620'î de bi komeke nû dewam dike. -
Li Liegeyê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Liegeyê bi pêşengiya Meclisa Şehit Ronahi û Meclîsa Giştî ya Liege 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîroz kirin. -
Daxwaza azadiya Ecevît Pîroglû hate kirin
Ji bo azadiya şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû ku li Sirbistanê girtî ye, li Munchenê çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Swîsreyê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li bajarên Lozan, Cenevre û Gossaû yên Swîsreyê Cejna Zimanê Kurdî bi panel, semîner, dersên Kurdî û stranên Kurdî hate pîrozkirin. -
Pirtûka 'Jin Jiyan Azadî, di agirê şoreşa jinên Rojava de' tê nasandin
Pirtûka 'Jin Jiyan Azadî, di agirê şoreşa jinên Rojava de' ku ji aliyê komek ji enternasyonalîstên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate amadekirin, li Valencîa û Katalonyayê hate nasandin. -
Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
Parlementerê Sînn Feînê Francîe Molloy ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Mazlûm Dinç re hevdîtin kir, diyar kir ku helwesta Sînn Féinê ya ji bo Ocalan zelal e û got, “Divê Ocalan serbest bê berdan." -
Jinên Kurd: Heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin
Li Strasboûrgê jinan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xist. Jinan anî ziman ku bi pêşengiya jinên Kurd û alîgirên azadiyê wê deriyên Îmraliyê vekin û gotin: “Heta Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin.” -
Cejna Zimanê Kurdî li ber Neteweyên Yekbûyî hat pîrozkirin
Di çalakiya rûniştinê ya ku her Çarşemê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome de vê hefteyê jî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin. -
Nûnerên DEM Partiyê li Viyanayê bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir
Heyetek ji parlamenterên DEM Partiyê li Viyanayê bi nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir.