EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Mannheîmê gel li dijî faşîzmê daketin kolanan
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî pêkanînên faşîst ên rastgir, daketin kolanan. -
Li dijî desteserkirina vînê li Saarbrucken, Dresden û Bordeaûxê mîtîng hat lidarxistin
Li bajarên Saarbrucken û Dresdenê yên Elmanyayê û bajarê Bordeaûx ê Fransayê li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê mîtîng hatin lidarxistin û desteserkirin hate protestokirin. -
Li dijî desteserkirina vînê li Bernê çalakî hat lidarxistin
Desteserkirina vîna gelê Colemêrgê li paytexta Swîsre Bernê bi çalakiyeke hat protestokirin. -
Fransiyan bang li CPT kirin: Tavilê biçe Îmraliyê!
Ji qada siyaset, huner, civaka sivîl, hiqûq û akademiyê zêdeyî 60 kesayetan ên ji Fransayê bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku tavilê biçe Îmraliyê. -
Koma ji Dusseldorfê çalakiya Nobeta Azadiyê dewr girt
Ji sala 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber Konseya Ewropayê çalakiya Nobeta Azadiyê tê lidarxistin. Di hefteya 623’yan a çalakiyê de, koma Dusseldorfê nobet dewr girt. -
Desteserkina vînê li Kopenhag û Solothûrnê hatin protestokirin
Li Kopenhag û Solothûrnê li dijî desteserkirina vîna gelê Kurd çalakî hat lidarxistin û peyama, “Em ê li dijî vê zilmê li her derê li ber xwe bidin” hate dayîn. -
Li Winterthûrê pêşangeha ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat vekirin
Li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê pêşangeha ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat vekirin. -
Li Reîmsê jinan bi sedan name ji CPT re şandin
Jinên Kurd ên li Reîmsê jî tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bûn ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin. -
Li sirgûnê jî girtî ye
Yener Sozen: Nabe ku hikumeta federal zextê li muxalefeta Tirkiyeyî û Kurdistanî bike û veguherîne amûrek ji polîtîkaya xwe ya derve. Serdar Karakoç xeleka dawî ya vê yekê ye. -
Hilbijartinên PE’yê li Hollandayê destpê kir
Hilbijartinên giştî yên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo nûkirina Parlamenta Ewropayê (PE) ku wê 4 roj bidome, li Hollandayê destpê kir. -
KCDK-E: Em destekê bidin namzetên ku di hilbijartinên PE'yê de li rex gelê Kurd in
KCDK-E'yê bang li her kesên ku di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de deng bi kar bînin kir ku piştgiriyê bidin namzetên alîgirê mafên mirovan, demokrasiyê û gelê Kurd. -
Li Awûstûryayê 23 kesan name ji CPT’yê re şandin: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
23 kesên naskirî yên li Awûstûryayê ji CPT'yê re nameyek nivîsandin û gotin, "Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin." -
CÎK’ê li dijî desteserkirina vînê banga têkoşîna topyekûn kir
CÎK’ê desteserkirina vîna Colemêrgê şermezar kir û bang li gelê Kurd kir ku heta vîna xwe bi dest bixin têbikoşin. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî darbeya qeyûman didomin
Di çalakiyên li Ewropayê yên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê hatin lidarxistin de hat gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê hêza xwe ji bêdengiya dewletên navneteweyî digire û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya bêhiqûqiyê pêk tîne." -
Li Den Haagê desteserkirina vînê hat protestokirin
Li Den Haagê bi pêşengiya DEM-NED’ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi çalakiyekê hat protestokirin. -
Çalakvanên Cenevreyê li dijî tecrîd û desteserkirinê li ber OHCHR’ê ne
Çalakvanên ku li Cenevreyê çalakiya rûniştinê pêk anîn, careke din bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî şermezar kirin. -
Desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Ewropayê hate şermezarkirin
Li Swîsre, Elmanya û Fransayê li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hate gotin, "Çawa ku gelê Kurd li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, îro jî wê bi heman îradeyê berxwedana xwe dewam bike." -
Komîteya Kurd a Îtalyayê serdana Partiya Demokrat kir
Bi daxwaza Namzetê Parlementoya Ewropayê yê Partiya Demokrat Emanuele Fîano, şandeyekî ji Komîteya Kurdistan a Îtalyayê li avahiya partiyê hevdîtinek pêk anî. -
Desteserkirina vîna Colemêrgiyan li Ewropayê hat protestokirin
Li bajarê Zurîh ê Elmanyayê û li bajarên Darmstadt û Kîel ên Elmanyayê desteserkirina vîna Colemêrgiyan hat protestokirin û peyama, “Gele Kurd çawa ku duh li Wanê xwedî li vîna xwe derket, wê îro jî bi heman vînê berxwedana xwe bidomîne.” -
Cenazeyê parêzer Saracenî bi merasîmekî hat veşartin
Yek ji yekem parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îtalyayê Luîgî Saracenî ku Yekşemê jiyana xwe ji dest da, li goristana Verano ya Romayê hat veşartin. -
Bertekên navneteweyî yên li dijî faşîzma qeyûman zêde dibin
Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê ku ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin li qadên navneteweyî rastî bertekan hat. -
Tevgera Çand-Hunerê ya Ewropayê li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kir
Tevgera Kedkarên Çand-Hunerê ya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da û got: “Em li her qadê li dijî dagirkerî û êrîşan rabin.” -
Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarê Koln ê Elmanya û bajarê Winterthûr ê Swîsreyê bi çalakiyan hate protestokirin. -
KON-MED: Roj roja xwedîderketina li vîna gel e
KON-MED'ê bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê , bang li hemû pêkhateyên xwe û hemû hêzên demokratîk ên li Elmanyayê kir ku bertekên xwe di asta herî jor de li qadan nîşan bidin. -
Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû çalakî hat kirin
Li Dusseldorfê ji bo azadiya Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê girtî ye, çalakî hat kirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê yê Pîroglû.