EWROPA
Hemû Nûçe
-
Tifaqa Çep a Keskan a Îtalyayê ji bo Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
Parlementer û senatorên Tifaqa Çep a Keskan a Îtalyayê têkîldarî tecrîda Îmraliyê ji Serokê CPT Dr. Alan Mitchell re name şandin û daxwaz kirin ku CPT demildest şandiyek bişîne Îmraliyê. -
Greenreport: Dewleta Tirk kîmyewiyê bi kar tîne, cîhan berê xwe dide aliyek din
Rojnameya jîngehparêz Greenreport.it ku li Îtalyayê ji hêmanên ekonomiya ekolojîk îlham werdigire û weşanê dike, di rûpelên xwe de qala êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, kir. -
Li Saarbruckenê tecrîd hat protestokirin
Pergala qirkirin, êşkence û tecrîda Îmraliyê li Saarbruckenê hat protestokirin. -
Nobeta Azadiyê di hefteya 622’an de bi biryardarî didome
Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didome, di hefteya 622’an de ji aliyê komeke nû ve hat dewr girtin. -
Li Berlînê panela ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
Li Berlînê xwendekarên endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî panelek lidar xistin. -
Îrlanda, Spanya û Norwêcê dewleta Fîlîstînê nas kirin, Îsraîl bi hêrs e
Biryara Spanya, Norwêc û Îrlandayê ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê ji 28'ê Gulanê roja Sêşemê û pê ve dikeve meriyetê. Îsraîl bi hêrs e. -
TJK-E’yê êrîşa li ser Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê şermezar kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa ku 27’ê Gulanê li dijî çalakiya Nobeta Azadiyê hatî kirin, şermezar kir. 12 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya Nobeta Azadiyê didome. -
Li bajarê Bîelefeld li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hat lidarxistin. -
Bîngol: Êrîş nikare me ji daxwaza azadiyê dûr bixe
Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeda Azadiyê Zulfu Bîngol, têkildarî êrîşa faşîst got, "Ev êrîş nikare me ne ji Rêberê me û ne jî ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk, aştiyane dûr bixîne" û banga xwedîderketina li çalakiyê kir. -
KCDK-E: Faşîstan êrîşî Nobeta Azadiyê kirin, xwedî li çalakiyê derkevin!
KCDK-E’yê got, “Faşîstan êrîşî Nobeta Azadiyê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li çalakiyê derkevin.” -
Li Heîlbronnê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn
Merasîma bîranîna Şehîdên Gulanê ku ji aliyê Komaw ve hat organîzekirin û hejmareke zêde Kurdistanî lê amade bûn, li Salona Komeleyê ya Heîlbronnê pêk hat. -
Jinan li Saratovê tecrîd şermezar kirin
Jinên Kurd ên li herêma Saratov a Rûsyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Di Hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de atolyeya Şoreşa Jinê ya Rojava
Di çarçoveya Hefteyên Festîvalê yên Viyanayê de têklidarî Şoreşa Jinê ya Rojava atolye hate lidarxistin. -
Şehîdên Meha Gulanê li Chûr û Lînzê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Gulanê li Chûr û Lînzê bi çalakiyan hatin bibîranîn. -
Şehîdên Meha Gulanê li Bonnê hatin bibîranîn
Nûnerê KOMAW'ê Alî Batman di çalakiya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê de axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdên digotin, “Vemirandina agir xiyanet e" bimeşin. -
FED-DEM’ê 6’emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist
FED-DEM’ê ku li eyaletên Nîedersachsen, Bremen û Hambûrgê yên Elmanyayê xwe bi rêxistin kiriye, kongreya xwe li dar xist. -
Li Zurîh, Lozan û Bernê ji bo şehîdan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin
Li Zurîh û Lozanê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn, li Bernê jî di şexsê Fermandarê HPG'ê Alî Haydar Dersîm û Soro Amanos şehîdên azadiyê hatin bibîranîn. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku erka sereke ya welatparêzan ew e ku têkoşîna azadiyê ya şehîdan pêş -
Civaka Îslamî ya Kurdistanê 9'emîn kongreya xwe li dar xist
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê 9’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di encama dengdayînê de Mele Şevket Çakir weke serokê nû yê CÎK’ê hat hilbijartin. -
Prof. Marco Sassolî: Kurdistan dagirkiriye, lê nehatiye binavkirin
Pisporê Hiqûqê yê Navneteweyî Prof. Marco Sassolî, da xuyakirin ku di pêkanîna hiqûqa navneteweyî de dewlet li alî digerin û got, "Ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, hiqûqa navneteweyî hebûna Tirkiyeyê ya li Kurdistanê weke dagirkeriyê nabîne." -
Bi boneya salvegera damezrandina KNK’ê li Osloyê resepsiyon hate dayîn
Bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina KNK’ê li Osloyê resepsiyon hate dayîn. KNK’ê ji roja damezrandina xwe û vir ve bi armanca avakirina yekîtiya neteweyî, xebat meşandine. Têkildarî van xebatan û Nûneriya KNK’ê ya li Norwecê agahî hatin dayîn. -
Li London, Amsterdam û Berlînê ji bo Dayikên Şemiyê çalakî hatin kirin
Bi wesîleya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê li Londra, Amsterdam û Berlînê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Marsîlyayê meşa ji Abdullah Ocalan re azadî
Li bajarê Marsîlaya yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala, bi awayekî nehiqûqî dersînorkirina Kurdan ji aliyê dewleta Fransayê û zextên li ser saziyên Kurdan hat protestokirin. -
25'emîn salvegera damezrandina KNK'ê li Brûkselê hate pîrozkirin
25'emîn salvegera damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li avahiya navenda KNK’ê ya li Brûkselê bi resepsiyonekê hate pîroz kirin. -
9’emîn Kongreya CÎK’ê: CÎK xeta parastinê ya girîng e
Serokê Giştî yê CÎK'ê Hafiz Ahmet Tûrhalli di 9'emîn Kongreya CÎK'ê de axivî û diyar kir ku têkoşîna îslamî ya bi pêşengiya CÎK'ê hatiye pêşxistin ji bo ji nû ve avakirina Îslama rast û bidestxistina mafên gelê Kurd ên mirovî û Îslamî ye. -
Hefteya 1000'emîn a Dayikên Şemiyê li Swîsreyê hat silavkirin
Çalakvanên ku bi armanca piştevaniya çalakiya hefteya 1000’emîn a Dayikên Şemiyê daketin qadan gotin, “Têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê hevpar e; em ê bibin dengê lêgerîna wan a edaletê.”