EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Saarbruckenê meş
Di çalakiya ku li Saarbruckenê hatî lidarxistin de, peyama “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta me ya sor e, heta em agahî ji Rêber Apo werdigirin em ê qadan neterikînin” hate dayîn. -
Fermandara fedayî Zîlan li Liegeyê hate bibîranîn
Zeynep Kinaci di 28’emîn salvegera şehadeta xwe de li Liegeyê hate bibîranîn. -
Li Sydneyê şehîd Zîlan û Şehîdên Meha Hezîranê hatin bibîranîn
Li Sydneyê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Gelê Kurd îro bi pêşengiya PKK'ê ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Madîmak heta Roboskiyê bi ruhê Zîlanan hesabê hemû komkujiyan dipirse.” -
Serokwezîrê nû yê Hollandayê şefê berê yê îstîxbaratê ye
Şefê berê yê îstîxbarata Hollandayê Dîck Schoof roja Sêşemê weke Serokwezîrê Hollandayê sond xwar û derbasî serê hikumeta koalîsyona rastgir bû ku 'polîtîkaya herî tund a koçberiyê' dimeşîne. -
Li Swîsreyê ji ber rewşa nebaş a hewayê 4 kes mirin, 6 kes winda ne
Rayedarên Swîsreyî diyar kirin ku dawiya hefteyê ji ber rewşa nebaş a hewayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî winda bûn. -
Li Lînzê şehîd hatin bibîranîn
Li Lînzê di şexsê şehîd Zîlan de Şehîdên Meha Hezîranê, fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya û Şêxmûs Milazgir ên di van rojên dawî de şehîd bûn, hatin bibîranîn. -
Li Hannoverê 'Konferansa Bîranîna Halîm Dener' hat lidarxistin
Li Hannoverê ji bo ciwanê Kurd Halîm Dener ê 30 sal berê li Elmanyayê hat qetilkirin konferansa bîranînê hat lidarxistin. -
Şehîd Zîlan li Moskowayê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe deli peytexta Rûsya Moskowayê hat bibîranîn. -
Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê were nîqaşkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di konferansa ku di çarçoveya Rûniştên Mafên Mirovan a 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de bên lidarxitsin, bê nirxandin. -
Li Grîgny û Lîmasolê şehîd Zîlan hate bîranîn
Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ’ê û TekoJIN li herêma Grîgnyê ya Parîsê bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiya bîranînê lidar xistin. Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li Berlînê Şoreşa Jinê ya Rojava hat silavkirin
Li Berlînê bi çalakiyekê Şoreşa Jinê ya Rojava hat silavkirin. Ji Fermandara YPJ'ê Roksan Mihemed diyar kir ku têkoşîna wan di asta herî jor de berdewam dike. -
Şêx Saîd û hevalên wî li Dortmûndê hatin bibîranîn
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo Şêx Saîd û hevalên wî çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz: Şerê Sara rê nîşan da
Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz bûn, bal kişandin ser pirsgirêkên pergala baviksalariyê û peyama, "Jin bi dirûşma Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin" dan. -
Li Nurnberg û Kielê Zeynep Kinaci hat bibîranîn
Li bajarê Nurnberg û Kiel ê Elmanyayê, Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiyan hate bibîranîn. -
Şehîd Zîlan li Ermenistanê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de li herêma Elegazê ya Ermenistanê hat bibîranîn. -
Li gelek navendên Fransayê şehîd Zîlan hate bibîranîn
Li bajarên Fransayê bi boneya 28’emîn salvegera şehadeta Zîlan a ku bi çalakiya fedayî xwe di nava dagirkeran de teqand û rê li ber ruhê fedayî ya têkoşînê vekir, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. -
Li Zurîhê Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz dest pê kir
Li Zurîhê 11’emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansizê dest pê kir. Di mîhrîcanê de peyama, “Têkoşîna Sara rê nîşanî me dide” hat dayîn. -
Şehîd Zîlan li Mannheîmê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan di 28'emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hat bibîranîn. -
Li bajarên Îtalyayê çalakiyên piştevaniyê bi Kurdistanê re
Li bajarên Mantova, Parma û Reggîo Emîlîa yên Îtalyayê di çalakiyên piştevaniyê yên bi Kurdistanê re êrîşkariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan û berxwedana li Kurdistanê hat axaftin. -
Li Parîsê meşa ‘Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin, ji Rêber Apo re azadî’
Kurdistaniyên li Parîsê ji bo protestokirina pergala qirkirinê ya Îmraliyê û bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
Enstîtuya Kurdî 13’emîn kongreya xwe li dar xist
Enstîtuya Kurd a Elmanyayê 13’emîn kongreya xwe ya asayî li Dusseldorfê li dar xist. -
Li Lûzernê ji bo Bêrîtan Nûrhak Çiya merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Ji bo endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sultan Dag) ku 23’yê Hezîrana 2024’an li Botanê şehîd bû, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin. -
Şehîd Zîlan li Kophenagê hat bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê şehîd bû, li bajarê Kophenag a Danîmarkayê bi çalakiyekê hat bîranîn. -
Salvegera damezrandina KNK’ê li Berlînê hat pîrozkirin
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, bi bîr xist ku KNK ji bo di çarçoveya stratejiya neteweyî de yekitiyê pêk bîne hatiye avakirin û ji bo tifaqê bang li hemû rêxistinên ku destê wan di xwina Şervanên Azadiyê de nîne, kir. -
Parêzeran li ser Îmraliyê hevdîtin bi CPT re kirin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li Strasbourgê re hevdîtin kir. Yureklî got, "Me cidiyeta rewşê û bendewariyên xwe ji wan re ragihand."