Partiya Çep a Swêdê piştgirî da Partiya Çepên Kesk

Partiya Çep a Swêdê (Vänster) ragihand ku ew ê bi tevahî piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk. Partî wê ji bo hilbijartinan jî heyeteke çavdêr bişîne.

Berdevkên Partiya Çepên Kesk a Swêdê Ruken Adult, Hasan Bozlak, Wekîlê Partiya Çep a Swêdê (Vänster) Hakan Svennling, bi Endama Desteya Rêveber a Navendî û Berpirsa Têkiliyên Derve Yekbûn Alp re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.

Rêveberên Partiya Çep a Swêdê dan xuyakirin, ku ew ê bi tevahî destekê bidin Partiya Çepên Kesk û wê heyeteke çavdêr bişînin welêt.

Di hevdîtinê de polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP'ê hatin nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku Erdogan ji bo her derê xetereye.

Di civînê de hate gotin ku "Tirkiye bûye welatekî ku jin û zarok lê ne ewle ne û di van deh salên dawî de gelek qetlîamên sivîlan pêk hatin." Her wiha peyama "Çareseriya gelek krîzên li welat di Partiya Çepên Kesk de" hate dayîn.