Biryara radestkirina siyasetmedar Ayaz hat protestokirin

Biryara radestkirina siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ji Elmanyayê re, li ber Dadgeha Bilind a Qibrisê hat protestokirin. Gelek siyasetmedar, nivîskar û saziyên weşanê bertek nîşanî biryarê dan.

Kurdistanî û dostên wan, li Dadgeha Bilind a Qibrisê ya li paytext Lefkoşayê hatin ba hev û biryara radestkirina Siyasetmedar Kenan Ayaz ji Elmanyayê re bi çalakiya rûniştinê protesto kirin.
Girseya ku pankartên “Ji Kenan Ayaz re azadî”, “Qibris biryara radestkirinê rawestine” hilgirtin, dirûşmeya “Bijî Kurdistan” û “Ji Kenan Ayaz re azadî” berzkirin. 


Siyasetmedar Lezgîn Serhat li vir axivî û destnîşan kir ku biryara radestkirina Ayaz siyasî ye û wiha got: “Ev ne daxwaza Elmanyayê ye, daxwaza dewleta Tirk a faşîst e. Divê demildest dest ji vê biryarê berdin û hevalê me serbest berdin. Heta ku hevalê me bê berdan wê çalakiya me bidome.”
Li cihê çalakiyê ji bo azadiya Kenan Ayaz zêdeyî 100 îmze hatin berhevkirin. 

Parlementer, rêxistinên sivîl, rêxistinên ciwanan, komên anarşîst, AKEL, Partiya Keskan û gelek sazî û kesayet, hem ji hesabên xwe yên medya dijîtal hem jî bi daxuyaniyên çapemeniyê bertek nîşanî biryara radestkirina Ayaz dan. 
MEŞA JI KENAN AYAZ RE AZADÎ
Komîsyona Piştevaniyê ya Qibrisê jî bang li hemû gelê Qibrisê kir ku tevlî meşa “Ji Kenan Ayaz re azadî” ku wê li qada Lîdra Palace ya Lefkoşyayê bê lidarxistin, bibin.