CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Nîjeryayê çeteyan 21 kes bi saxî şewitandin
Li gundeke dikeve bakurê Nîjeryayê 16 kes ji heman malbatê bi giştî 21 kes ji aliyê çeteyan ve bi saxî hatin şewitandin. -
Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Lîbyayê agirbesta mayînde xwest
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şerê serê Nîsanê li Lîbyayê dest pê kiribû, cara pêşîn biryara ‘agirbesta mayînde’ da. -
WHO: Ji pêşbîniyên dawîanîna vîrûsê re hê pir zû ye
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ji pêşbîniyên dawîanîna vîrûsa korona ya nû ku li Çînê derketî re hê pir zû ye. -
Tê gotin ku vîrûsa Korona gihişte Îranê
Li gorî Rojnameya nêzî rejîma Îranê (rojnameya Îran) roja Duşemiya bihorî li nexweşxaneyekî ya Tehranê kesek ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye. -
CIA û BND'ê zêdeyî 100 welat çawa şopandin?
Li gorî lêkolîna hevpar a Washîngton Post, qenala ZDF a Elman û qenala SRF a Swîsreyê, servîsên veşartî yên Emerîka û Elman peyamên veşartî yên zêdeyî sed welatan bi dest xistin. -
Gelê Lubnanê çar meh in li ser piyan e
Li Lubnanê çar meh in li dijî çîna siyasî raperîna civakî heye. Di encama raperînê de hikumet hilweşiya. Hikumeta nû di 11'ê Sibatê de dengê pêbaweriyê wergirt. Protesto dewam dikin. -
Keştiya koçberên Rohîngayî noqî avê bû: 15 kes mirin
Li peravên Bangledaş di encama noqîavêbûna keştiya koçberên Rohîngayî li nav bû, bi kêmanî 15 kes mirin, bi dehan kes jî winda bûne. -
Di êrîşa întixarî ya li Kabîlê de bi kêmanî 5 kes mirin
Li paytexta Efganistan Kabîlê piştî aramaniya du mehan û şûnde di êrîşa yekem a întixarî de bi kêmanî 5 kes mirin. -
Krîza Idlib: Nûnerê Taybet ê DYE yê Sûriye li Enqerê ye
Di demekê de ku dagirkeriya Tirkiye ya li Sûriyeyê ku veguherî şerê bi Şamê re Nûnerê Taybet ê DYE yê Sûriyeyê James Jeffrey serdana Enqerê kir. -
Metirsiya vîrûsa Korona li ser dinê heye!
Hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê ya li Çînê peyda bûye mirine gihişte hezarî. Epîdemîyolojîst bi nav û deng hişyarî da ku dibe bandora vîrûsê ji sedî 60’ê nifûsa cîhanê bike. WHO got: “Xeterike gelek mezin e.” -
Sadir ‘Kum Şîn’ betal kir
Lîderê Şîa yê Iraqî Miqtada Sadir, ragihand ku Kum Şîn ên ku bi kuştina çalakvanan hate sûcdarkirin, betal kir. -
HRW: Yên li Malî hovîtiyê dikin bila bêceza neyên hiştin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bal kişand ser komkujiyên ku par li Malî ji aliyê komên çekdar ên Îslamî û hêzên xweparastina civakî kirin ku di encamê de zêdeyî 450 kes hatin kuştin û xwest, berpirsyar bêceza neyên hiştin. -
Li Cezayîrê 15 sal ceza li Saîd Bûteflîka û du hevkarên wî hate birîn
Li Cezayîrê li Saîd Bûteflîka ku birayê Serokkomarê têkçûyî Abdulazîz Bûteflîka ye û du şefên berê yên îstîxbaratê ku hevkarên wî ne 15 sal cezayê girtîgehê li her yekî ji wan hate birîn. -
DAÎŞ’ê li Nîjeryayê qetlîam kir: Bi kêmanî 30 kes mirin
Di êrîşa komeke çete yên girêdayî DAÎŞ’ê ya li ser gundekî nêzî Mîadûgaûrî ya paytexta eyaleta Borno ya li Njeryayê de bi kêmanî 30 kes mirin. -
Alîgirên Sadr vekişiyan, xwepêşandêran çalakiyên xwe zêde kirin
Piştî ku êrişên alîgirên tevgera Sadr rawestiyan, xwepêşandan ji nû ve zêde bûn. Sadr jî gef li Mûhammed Tevfîk Allawî xwar ku ji bo avakirina hikumetê hatiye wezîfedarkirin. -
Yekîtiya Efrîkayê plana Trûmp a Rojhilata Navîn red kir
Rêveberên Yekîtiya Efrîkayê plana Serokê DYE Donald Trûmp a têkildarî pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê red kir. -
Krîza Lîbyayê: Ji muzakereyên Cenevreyê tu peyman derneket
Derbarê krîza li Lîbyayê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê muzakere hatibûn kirin. Di van muzakereyan de aliyan li ser agirbestê li hev nekirin. -
Leşkerekî Efgan 5 leşker kuştin ku 2 jê Emerîkî ne
Li rojhilatê Efganistanê, leşkerekî Efgan 5 leşker kuştin ku 2 jê Emerîkî ne û 6 jî birîndar kirin. -
Vîrûsa Korona: Zêdeyî 800 kes mirin
Ji ber vîrûsa Korona ku li Çînê derkete holê, hema bêjin temamiya wan li Çînê zêdeyî 800 kes mirin. -
Li Taylandê leşkerekî li derdorê reşand: Herî kêm 26 kes mirin
Li bakur rojhilatê Taylandê leşkerekî li derdora xwe reşand. Di bûyerê de herî kêm 26 kesî jiyana xwe ji dest dan, 57 kes jî birîndar bûn. Êrişkar jî hate kuştin. -
Bîlançoya vîrûsa Korona giran dibe: Hejmara miriyan derket 723’an
Hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê mirin derket 723’an. -
Moskowa: Îsraîlê balafira rêwiyan xist talûkeyê
Artêşa Rûsyayê ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê balafireke rêwiyan weke mertal ji bo xwe bi kar anî. -
Li Fransayê berxwedana li dijî reforma teqawîtiyê dewam dike
Li Fransayê, nerazîbûna gel a li dijî planên reforma teqawîtiyê du meh li pey xwe hişt. Nerazîbûn piştî bêdengiya hefteya dawî ji nû ve mezin dibe. -
DYE'yê lîderê El Qaîde ya Yemenê El Rîmî kuşt
Qesra Spî ragihand ku lîderê El Qaîde ya Yemenê Qassim El Rîmî bi fermana Donald Trûmp hate kuştin. -
Elmanya firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê zêtir kiriye
Hikûmeta Elmanya bazirganiya xwe ya çekan a berî êrîşên dagirkeriyê û piştî wê ya ji bo dewleta Tirk eşkere nake. Partiya Çep vê helwesta hikûmetê bire darazê.