CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Koronavîrus: Hejmara miriyan bû 563
Di şewba koronavîrusê de hejmara miriyan bû 563. -
Di pêvajoya ezilkirina Trûmp de 'ya dihate texmînkirin' pêk hat
Di pêvajoya ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trûmp de, mîna ku dihate texmînkirin Senato xwedî li Trûmp derket. Senatorekî tenê yê Komarger tevlî nêrîna 'Trûmp wezîfeya xwe bi rengekî nebaş bi kar aniye' bû. -
Qûrbanên vîrûsa Korona kî ne?
Têkildarî vîrûsa Korona ku meha Kanûnê li Çînê derketibû holê, belavî gelek cihên cîhanê bû û bûbû sedemê mirina bi sedan kesî agahiyên berfirehtir hatin eşkerekirin. -
Lêkolînerên ji Çînê: Me tedawiyeke bi bandor ava kir
Lêkolînerên zanîngeha Çînê diyar kirin ku li hemberî vîrusa koronayê wan tedawiyeke bi bandor ava kirine. -
Îran dixwaze bi Siûdî Erebistanê re rûnê!
Sefîrê Îranê yê Bexdayê diyar kir ku ew dixwazin nakokiyên xwe yên bi Siûdî Erebistan û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî ‘bi lez’ çareser bikin. -
Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ji bo bersivdayîna nepoxên şewatek ên ji Şerîda Xezeyê hatin avêtin û şûnde êrîşek esmanî pêk anîne. -
OECD: Bi baca Karbonê CO2 dikare bê kêmkirin
Li gorî lêkolîneke OECD, bi saya 'baca karbonê' ya ku 6 sal beriya niha li Fransayê kete meriyetê, belavkirina karbondîoksîtê (CO2) di asta 5 ji sedî de kêm bû. -
Artêşa Sûriyeyê ber bi Seraqîbe ve pêş diçe
Artêşa Sûriyeyê tevî hewldanên girîng ên pêşîgirtina operasyona dewleta Tirk jî kete Seraqîbê, gihişte ser rêya M4’ê. Erdogan ê beriya serdan Ukranyayê Rûsya sûçdar kir û li Ukranyayê dirûşma ‘Slava Ukraîne’ qîr kir û di vegerê de ji gotinê xwe vegeriya. -
YE'yê plana Trûmp ji hin aliyan ve red kir
Yekîtiya Ewropa (YE) ji hin aliyan ve plana “aşitiyê” ya pirsgirêka Filistîn-Îsraîl ya Serokê DYE Donald Trûmp red kir. -
Li Iraqê bi hezaran xwendekar daketin qada Tehrîrê
Piştî ku di xwepêşandana duh de çalakger hatin kuştin yekîtiya xwendekaran banga lidarxistina çalakiyan kir. -
Li gorî WHO'yê vîrûsa Korona hîn pandemî nîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî îdîa kir, vîrûsa Korona ya ku li Çînê derkete holê hîn neketiye asta pandemî. -
Bi vîrûsa Korona re nîjadperestî jî belav bû
Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Şêniyên Wûhanê li welêt mîna sûcdaran tên dîtin. Li derveyî Çînê jî cihêkarî û neteweperestî zêde bû. -
Li Japonyayê 3 hezar 700 kes li keştiyekê xistin karantînayê
Li nêzî paytexta Japonya Tokyoyê, ji ber vîrûsa Korona 3 hezar 711 kes li keştiyekê xistin karantînayê. -
Bi sedan milyon dolarên ku dîktator revand wê bên vegerandin
Yek ji serkêşên dîktatoriya leşkerî ya salên 1990'î ya li Nîjeryayê Sanî Abacha bi sedan milyon dolar ji welatê xwe revandibû. Biryar hate wergirtin ku ew pere li Nîjeryayê bê vegerandin. -
Li Fransayê pirsgirêka avahiyan bandorê li milyonan mirovî dike
Li gorî raporeke dawî ku li Fransayê hate weşandin, tevî bi sed hezaran mirovên bêmal li Fransayê pirsgirêka avahiyan hene ku bi milyonan mirov di nava şert û mercên nebaş û ne însanî de ne. -
Pêşî li beşeke girîng a kanserê dikare bê girtin
Cûreyên kanserê ku li cîhanê sedema yek ji mirina 6 kesan e bi giranî li welatên xizan dixin. Girîngiya tespîtkirina zû û kampanyayên pêşîlêgirtinê zêdetir dibe. -
Welat û herêmên ku herî zêde ji vîrûsa Korona bandor bûyîn
Virûsa Korona ku meha Kanûnê li Çînê derket holê ji bajarê Wûhan belavî gelek cihên cîhanê bû. -
Rûsya wê kesên biyanî yên vîrus li wan geriyaye, dersînor bike
Her welat li hemberî koronavîrusa li Çînê tevdîran werdigire. Rûsyayê jî biryar stend ku ew sînorê xwe bigire û kesên vîrus bi wan re hene, wan dersînor bikin. -
Rûsya: Dewleta Tirk êrîşên hewayî nekiriye
Hatibû îddîakirin ku dewleta Tirk bi balefirên F-16 li hêzên rejîmê yên li Îdlîbê daye. Rûsyayê diyar kir ku tiştekî wisa ne pêkan e. -
Li Belçîkayê polîsan êrişkareke jin birîndar kir
Li bajarê Gand ê Belçîkayê jinekê bi kêrê êrişî du kesan kir. Polîsan jî gule berdan êrişkarê û ew ji destê wê birîndar kir. -
Vîrûsa Korona: Bi dehan bajarên Çînê di karantînayê de ne
Ji ber vîrûsa Korona yekemcar mirovekî li derveyî Çînê jiyana xwe ji dest da. Her wiha bajarê Wenzhoû ku bi 800 kîlometreyî dûrî bajarê Wûhaê ye ku vîrûs lê derketibû holê, xistin karantînayê. -
Çeteyan li Bûrkîna Fasoyê 20 sivîl qetil kirin
Di êrîşa çeteyan a li Bûrkîna Fasoyê de 20 sivîl hatin kuştin. -
Şefê polîtîkaya derve yê YE diçe Tehranê
Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel wê biçe serdana Tehranê. -
Le Drîan: Li hemberî DAÎŞ’ê em şer dikin
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean Yves diyar kir ku DAÎŞ têk neçûye û şerê li dijî DAÎŞ’ê didome. -
Rûhanî: Divê gel xwedî mafê hilbijartinê be
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ser bi hezaran namzetên ku tevlîbûna wan a li hilbijartinên 21'ê Sibatê hatiye astengkirin, daxuyaniyek da. Rûhanî got, divê mafê gel be ku karibe namzetan ji nava yên meylên cuda de hilbijêre.