CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Madagaskarê ji ber lêhiyê 21 kes mirin, 20 kes jî winda ne
Li bakur rojhilatê Madagaskarê ji ber lêhiyê 21 kes mirin, 20 kes jî winda bûn û lêhiyê bandora xwe li 90 hezar kesî kir. -
Li peravên Lîbyayê 92 penaber hatin rizgarkirin
Rêxistina civaka sivîl SOS Méditaranée ragihand ku li peravên Lîbyayê di keştiyekê de 92 penaber rizgar kirine. Beriya hefteyekê jî 39 penaber hatibûn rizgarkirin. -
Ji ber bahoza Glarîa ya li Spanyayê 12 kes mirin, 4 jî winda ne
Ji ber bahoza Glorîa ya roja Yekşemê heta Duşemê li Spanyayê bi bandor bû, 12 kes mirin û 4 jî winda bûne. -
Li Elmanya di êrîşeke bi çek de 6 kesên ji heman malbatê mirin-NÛ BÛ
Li Elmanyayê di êrîşeke bi çek a li Rot am See ya dikeve başûrê rojavayê wekat, 6 kes mirin. -
Gefa kuştinê li yekane wekîlê reş ê Elmanyayê hate xwarin
Li yekane parlamenterê reş ê Elmanyayê Karamba Dîaby bi rêya mailê gefa kuştinê hate xwarin. Beriya çend rojan jî şopa sê fîşekan li paceya buroya wî hatibû tespîtkirin. -
Li Bexdayê bi sed hezaran kes dimeşin
Li ser banga Mûqteda El Sadr li Bexdayê bi sed hezaran kesî dest bi meşê kirin. -
Li Çînê zêdeyî 40 milyon mirov di karantînayê de ne
Piştî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku diyar kir, ji bo ragihandina rewşa lezgîn a navneteweyî hîn zû ye, rewşa li Çînê girantir bû. Zêdeyî 40 milyon mirov xistin karantînayê. -
Trûmp wê plana Filistîn-Îsraîlê eşkere bike
Serokê DYE'yê Donald Trûmp soz da ku wê plana xwe ya li ser pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê roja Sêşemê eşkere bike. -
Dîwana Edaletê ji Myanmarê xwest: Pêşî li qirkirinê bigirin
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî li dijî qirkirina Rohîngyayiyan ku di sala 2017'an de bi giranî welatê xwe terikandin, ji Myanmarê xwest ku tedbîran werbigire. -
Li Trablûsê xwepêşandanên li dijî rejîmê dest pê kirin
Li paytexta Lîbya Trablûsê li dijî rejîma ku Enqere piştgiriya wê dike xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kir. Li dijî çalakgeran bombeyên gazê hatin bikaranîn. -
WHO: Ji bo rewşa lezgîn hê pir zû ye!
Rêxistina Tenduristiyê ya Navneteweyî (WHO) ragahand ku hê pir zû ye ji bo vîrûsa li Çînê derketî rewşa lezgîn a navneteweyî bê ragihandin. -
DYE pêkanînên ku li ser kargehên ‘alîkariyê didin’ Îranê bikin eşkere kir
Li DYE’yê rêveberiya Donald Trûmp bi sûcê ku alîkarî dane Îranê ji bo gelek şirketên sektora petrolê pêkanînê ku bikin eşkere kir. -
Krîza S-400: NATO û Enqere hê li hev nekirine
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenbger ragihand ku hê wan têkildarî mijara sîstema parastinê ya Rûs li gel Tirkiyeyê li hev nekirine. -
Baregeha Tûgaya Bedir hate şewitandin
Di merasîmeke ya ji bo rojnamevenekê de ku li Besra ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, baregeha Tugayên Bedir hate şewitandin. -
Li Zurîchê bi hezaran kes li dijî forûma Davosê meşiyan
Çalakiyên li dijî Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) ku di 21'ê Çileyê de li bajarê Davosê yê Swîsreyê dest pê kir, dewam dikin. Bi hezaran kesên li Zurîchê li hev kom bûn bi dirûşma "No WEF" (Na ji WEF'ê re) çalakiyek li dijî civîna bilind a Davosê li dar xi -
Fermandarê milîsên Îranî di êrişekê de hate kuştin
Endamê Besîc ku yek ji hêzên girîng ên milîs ên rejîma Îranê ye û fermandarê eyaleta Xuzistanê ya Mûxafizên Şoreşê di êrişeke çekdarî de hate kuştin. -
Çalakgereke jin li Iraqê hate kuştin, rê hatin girtin
Di xwepêşandanên li dijî hikûmetê ya li Besra dikeve başûrê Iraqê de çalakgerek jin hate kuştin. Li welat gelek rê û kolan ji aliyê çalakvanan ve hatiye girtin. -
Li Lîbyayê hilberîna petrolê sekinî, balefir êdî ranabin
Li balefirxaneya Trablûsê ya Lîbyayê ji ber êrîşa bi roketan êdî balefir ranabin. Hêzên Hafterê hilberîna petrolê jî dan sekinandin. -
Çîn kete alarmê, vîrus belav dibe
Vîruseke nû ku li Çînê der bû, bû sedem ku herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest bidin. Fikar hene ku vîrus veguhere. Ji bo vîrus li welatên din belav nebe Çîn kete nava alarmê. -
Haşdî Şabî Basrî xist şûna Muhendîs
Haşdî Şabî, li şûna Ebû Mehdî Muhendîs ê ji aliyê DYE'yê ve hate kuştin, Ebû Alî Basrî wezîfedar kir. -
Tûgayên Hîzbûllahê gef li serokkomarê Iraqê Salih xwar
Tûgayên Hîzbûllahê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, gef li serokkomarê Iraqê Salih xwar û xwest bila ew bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re rûnenê. -
Li rojavayê Efrîkayê çeteyan êriş kirin: Bi dehan kes mirin
Li Bûrkîna Faso ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, ji ber êrişekê herî kêm 36 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Pêvajoya li Senatoyê bi dengê komargeran tê astengkirin
Pêvajoya doza ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trûmp li Senatoyê dest pê kir. Di rûniştina roja destpêkê de Komargeran pêşnûmeya Demokratan red kirin. -
Parlamentê îstifaya Morales qebûl kir
Parlamenta Bolîvyayê, îstifaya Evo Morales qebûl kir, ku ji ber darbea leşkerî ya bi piştgiriya mûxalefeta rastgir neçar ma dest ji wezîfeya xwe berde. -
Sê Filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin
Hate ragihandin, herî kêm 3 Filistiniyên tê îdîakirin ku ji Şerîda Gazzeyê xwe berdan qadên di kontrola Îsraîlê de ne hatin kuştin.