CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Hûsiyan li Yemenê nuqteyeke stratejîk bi dest xistin
Raperînerên Hûsî yên Şîa yên li Yemenê, rêyeke girîng a li rojhilatê paytext Sanayê kontrol kirin. -
Ji ber ‘mudaxeleya tund’ 16 welatan Iraq şermezar kirin
16 welatên ku li Iraqê nûnertiyên wan hene ji ber ku bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kiriye, Iraq şermezar kirin. -
Gelo balafira DYE'yê li Efganistanê kete xwarê yan hate xistin?
Eşkere bû ku balafira roja Duşemê li Efganistanê kete xwarê balafireke leşkerî ya DYE'yê bû. DYE'yê ragihand ku bûyer qeza ye. Lê Talîbanan diyar kirin ku wan balafir xistine. -
DYE. Divê Iraq serweriya xwe li pêşberî êrişên Îranê biparêze
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Pompeo ji Iraqê xwest ku 'serweriya xwe ya neteweyî' li pêşberî Îranê biparêze. -
Li DYE'yê ji ber şewata li marînayekê gelek kes mirin
Li DYE'yê ji ber şewata li marînayekê herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî winda ne. -
Nexşeyeke înteraktîf a vîrusê hate avakirin
Zanyarên Zanîngeha Johns-Hopkîns a DYE’yê derbarê belavbûna vîrusa li Çînê nexşeyeke înteraktîf ava kirin. -
Gelo hejmara nexweşên ji ber vîrusa li Çînê tê veşartin?
Lêkolînerên ji Hong Kokê diyar kirin ku ji bo pêşîlêgirtina vîrusa li Çînê divê tevdîrên mezin were wergirtin. Li gorî lêkolîneran hejmara nexweşan nêzî 40 hezaran e. -
Li Brezîlyayê ji ber bahozê 40 kes mirin
Li başûrê rojhilatê Brezîlyayê bahozeke mezin rabû. Di vê bahozê de 40 kes mirin. -
Serokwezîrê Filistinê banga boykotkirina plana ‘aşitî’ ya Trûmp kir
Serokwezîrê Filistinê Mûhammed Îştiyye bang li civaka navnetewî kir ku “Plana aştiya Rojhilata Navîn” ya Serokê DYE Donald Trûmp boykot bikin. -
Li Efganistanê balafira ku 83 kes tê de bûn kete xwarê
Li rojhilatê Efganistanê balafireke rêwiyan ku 83 kes tê de bûn li wîlayeta Gaznî kete xwarê. -
Li Îranê balafira rêwiyan xwe li rê danî
Balafireke rêwiyan a şîrketa rêyên hewayî ya Caspîan Aîrlînesê ya, li bajarê Bender Mahşehr ê Îranê ji pîstê derket û ket ser rê. -
Li Iraqê di xwepêşandanan de kesek mir, 100 kes jî birîndar bûn
Li Iraqê, di xwepêşandanên dijî hikumetê de roja Yekşemê hêzên ewlekariyê careke din çek bi kar anîn. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 100 kes jî birîndar bûn. -
Salvegera rizgarkirina Kampa Aûschwîtzê
Beriya 75 salan di encama destwerdana Artêşa Sor a Sovyetê de, Kampa Aûschwîtz hatê rizgarkirin. Li vê kampê nêzî milyonek û sed hezar Cihû hatin kuştin. -
Îsraîlê serdana ji bo kar a li dewleteke 'dijmin' serbest kir
Îsraîl welatê Erebistana Siûdî di fermiyetê de weke 'dewleteke dijmin' dibîne. Cara yekemîn destûr ji bo serdana olî yan jî kar ji bo vî welatî da. -
Li gorî Filistiniyan plana Trûmp wê dagirkeriyê mayinde bike
Filistîniyan gef xwarin ku eger Serokê DYE'yê Donald trûmp plana xwe ya "Aştiya ji bo Rojhilata Navîn" eşkere bike, wê xwe ji peymanên Osloyê vekişînin. Li gorî Filistiniyan plan wê dagirkeriyê mayinde bike. -
Agirbesta li Lîbyayê têk çû, şer dest pê kir
Agirbesta ku bi serkêşiya Moskowa û Enqereyê li ser Lîbyayê hate ferzkirin, di pratîkê de bi dawî bû. Hêzên Hefter ber bi bajarê Mîsratayê ku bajarekî peravî ye bi rê ketin. Şer diqewime. -
Li Perûyê kamyon teqiya: 14 kes mirin
Li Perûyê roja kamyona gazê teqiya û hate ragihandin ku hejmara kesên mirî bû 14. -
Li Bexdayê çend moşek li nêzî sefaretxaneya DYE’yê ketin
Li paytexta Iraq Bexdayê çend moşek li derdora sefaretxaneya DYE’yê ketin. -
Li Brezîlyayê ji ber lêhiyê herî kêm 30 kes mirin
Li eyaleta Mînas Geraîs ya dikeve başûr rojhilatê Brezîlyayê ji roja Pêncşemê ve ji ber bager û lêhiYê herî kêm 30 kes mirin. -
NY: Binpêkirina ambargoya Lîbyayê didome
Mîsyona Netewên Yekbûyî ya Lîbayayê (MANUL) ragihand ku tevî teahûdên konferansa Berlînê bînpêkirina ambargoya çekan a Lîbyayê didome. -
Li Çînê pîrozbahiyên sala nû hatin qedexekirin
Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa kujer a li Çînê bê girtin, rayedaran hewldanên xwe zêde kirin. Nêzî 40 milyon kes di karantînayê de ne. -
Iraq dixwaze Qada Tehrîrê ji çalakgeran bigre
Rêxistina Efûya Navnetewî encamên çalakiyên 3 mehan yên li Iraqê eşkere kir. Hêzên ewlehiya Iraqê ji bo girtina Qada Tehrîr ya Bexdayê ji çalakgeran kete nava tevgerê. -
Komên nêzî Îranê gef li DYE’yê xwar
Koma bi navê Esayîp Ehlul Hak û Tûgayên Hîzbûllahê yên di nav Haşdî Şabî de ne û pişta Îranê digirin, gef li hêzên DYE yên li Iraqê xwar. -
Vîrûsa Korono belav dibe: Li Fransayê bûyera sêyemîn
Hate ragihandin ku li Ewropayê piştî du kesan vê carê jî li Fransayê, vîrûsa Korono ya ku li Çînê belav bûye di kesekî din de hatiye dîtin. Tedbîrên ku hatine girtin bandorê li hevsengiyên aborî yên li cîhanê jî dike. -
Johnsson Berxît îmze kir
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson derketina Îngîltere ya ji YE’yê îmze kir.