CÎHAN
Hemû Nûçe
-
WHO li ser vîrûsa Covîd-19 agahiyên nû parve kir
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piştî lêkolînên berfireh ên li Çînê hate kirin ji sedî 2-3 kesên bi vîrûsa nû ketine xeteriya mirinê li ser hene. -
Artêşa Netewî ya Lîbya: Me keştiyeke ya dewleta Tirk rûxand
Artêşa Netewî ya Lîbyayê ragihand ku li peravên Trablûsê li keştiyeke Tirk a tije çek û cebilxane dane. -
Hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona roj bi roj zêde dibe
Li Çînê her çendî hejmara kesên vîrûsa Korona li ser wan tê tesbîtkirin kêm dibe jî lê dawî li mirinan nayê. Ji doh ve 98 kesên din jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara fermî ya qurbaniyan li Çînê derket 1868'an. -
Li Pakistanê êrîşa xwekujî: Herî kêm 8 kes mirin
Li Ketta ya paytexta herêma başur rojavayê Pakistanê êrîşeke xwekujî pêk hat û di êrîşê de herî kêm 8 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn. -
Li Nîjeryayê ji ber îzdihama mirovan 20 kes mirin
Ji ber îzdihama mirovan a dema ezraq û pere li kesên ku ji Dîffa ya başûrê rojahilatê Nîjeryayê koçber bûn dihatin belavkirin, 20 kes mirin. -
Covid-19: Zêdeyî 1700 kes mirin
Vîrûsa Korona ya nû Covid-19 ku meha Kanûnê li Çînê derkete holê bû sedema mirina zêdeyî 1700 kesî. 5 ji kesên jiyana xwe ji dest dan li derveyî Çînê ne. -
Tevgera gel a li Iraqê dixwaze çalakgerekî bike Serokwezîr
Li Iraqê ji aliyekî ve hewldanên ji bo avakirina hikumetê didomin, li aliyê din jî girseyên gel ên dadikevin qadan dixwazin çalakgerekî bikin serokwezîr. -
Hêzên rejîmê tevahiya Helebê kontrol kir
Hêzêm rejîma Sûriye ku Îran û Rûsya piştgiriya wê dike piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan gelek herêmên rojavayê Helebê kontrol kir. Hêzên Sûriyeyê berê xwe dan Anedan a ku navendekî ya Îhvanan e. -
‘Li Lîbyayê dewleta Tirk dibe sedema bêîstîkratiyê’
Di konferansa Munîhê de ya li ser Lîbyayê dewleta Tirk hate rexnekirin. Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Erebistanê diyar kir ku dewleta Tirk dibe sedema bêîstîkrariyê. -
Li gorî Lavrov, bivê nevê wê Esad li Idlibê bi ser bikeve!
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad bivê nevê wê li Idlibê bi ser bikeve. -
Ganî bi hêvî ye ku 10 rojan DYE û Talîban li hev bikin
Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî bi hêvî ye ku 10 rojan di navbera DYE û Talîbanê de lihevkirin pêk were. -
Wê hefteya bê hikûmet Iraqê bê ragihandin
Muhammed Elawî ê ji bo serokwezîrtiya Iraqê hatî erkdarkirin ragihand ku wê hefteya bê kabîneya hikûmetê ya ji ‘wezîrên serbixwe’ ava bike, ragihîne. -
Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbest
Rayedarên ewlehiyê ya Îsraîlê ragihand ku Hamas wê êrîşên bi nepoxên şewatok û roketan rawestîne li beramberî vê jî Îsraîl wê herêma girtina masiyana li Gazzeyê berfirehtir bike û 500 destûrên kar paşve vegerîne. -
Li Moskowayê hişyariya bombeyên nepen
Ev çend meh in, li paytexta Rûsya Moskowayê hişyariya bombeyên sexte, wane tên betalkirin yan jî taloqkirin, dadgeh û stasyonên metoryê tên tehliyekirin. Hikûmet jî bi giştî bûyeran bi bêdengî derbas dike. -
Li Malî cara duyemîn li gundekê komkujî hate kirin
Di êrîşa çekdarî ya li gundê Ogossagû ya navenda Maliyê herî kêm 20 gundî hatin qetilkirin. Beriya salekê li heman gundî nêzî 160 kes hatibûn qetilkirin. -
Vîrûsa Koronayê gihişte Misrê jî
Rayedarên Misrî ragihandin ku li welat bûyera yekem a vîrûsa korona Covîd-19’an hate dîtin. -
Li sêwîxaneyeke ya Haîtî yê şewat derket, 15 zarok mirin
Li sêwîxaneyeke ya li Haîtî yê ku zarok di nava mercên xirab ên tenduristiyê de dijîn, şewat derket. Di şewatê de 15 zarok mirin. -
Somalî ji ber komkujiya li Somalîlandê lêborîn xwest
Somalî ji ber komkujiyeke li Somalîlandê bi rengekî fermî lêborîn xwest. -
Li Îranê kampanya hilbijartinê dest pê kir, boykot belav dibe
Îran di 21'ê Sibatê de ji bo hilbijartina 290 parlamenterî hilbijartinê pêk tîne. Kurd û mûxalîf hilbijartinê boykot dikin. -
Li gorî Trûmp lihevkirina bi Talîbanê re 'nêz e'
Serokê DYE'yê Donald Trûmp diyar kir ku lihevkirina tevgera Talîbanê û Washîngtonê 'gelekî nêz e'. -
Li Cemsera Başûr germahiya hewayê yekemcar bi ser 20 pileyî ket
Di dîrokê de yekemcar hate dîtin ku li Cemsera Başûr germahiya hewayê bi ser 20 pileyî ket. -
Îsraîl wê li dijî Îranê gelek dronan bikire!
Artêşa Îsraîlê ku îdîa dike, êrişên Hamas, Hîzbûllah û Tûgayên Qûdsê wê zêde bibin, agihand ku wê bernameyeke çêkirina dronan û firotina wan bixe meriyetê. -
DYE: Me dest danîn ser zêdeyî 150 fuzeyên Îranê
Artêşa Emerîkayê ragihand, ku wan li herêma Kendava Farsê dest danîne ser zêdeyî 150 fuzeyan ku îdîa dikin, fuzeyên Îranê ne. -
Bi roketan êrîşî navendeke leşkerî ya DYE ya li Kerkûkê hate kirin
Li Iraqê bi roketan êrîşeke li dijî navendeke leşkerî ya leşkerên Emerîka lê bi cih bûbûn, hate kirin. -
Bexda rê da ji nû ve destpêkirina xebatên NATO’yê
Hikûmeta Iraqê ji bo ji nû ve destpêkirina hinek xebatên ji aliyê koalîsyona navneteweyî ku bi pêşengtiya Washîngtonê tê kirin, rê da NATO’yê.