CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Balefirên ku têkevin qada hewayî ya Sûriyeyê wê rejîm lê bide!
Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku wê bi pergalên parastina hewayî bersivê balefirên ku qada wê ya hewayî bin pê dike. -
Li Îranê encamên hilbijartinê û rêjeya tevlêbûnê hê jî nehatiye diyarkirin
12 saet ji ser hilbijartina li Îranê derbas bû lê hê jî encamên hilbijartinê û rêjeya tevlêbûnê nehatiye eşkerekirin. Tê diyarkirin ku biryara boykotê ya PJAK, KODAR û mûxalefetê bandor li hilbijartinê kiriye. -
Li Îranê kesên ji ber vîrûsa koronayê dimirin zêdetir bûn
Li Îranê kesên ku ji ber vîrûsa korona mirin zêdetir bûn û her wiha bi gelek kesan re vîrûs hatiye tespîtkirin. -
Li Iraqê alarma ji ber koronavîrusê!
Piştî ku li Îranê mirov ji ber koronavîrusê mirin li Iraqê jî tevdîr hatin stendin. -
Li Burkînayê êrîşên çeteyan: Bi sed hezaran kesî koç kir
Li Burkîna Fasoyê ku çeteyên Îslamiyên radîkal êrîşên giran tînin, tê gotin di nav salekê de bi kêmanî 770 hezar kes ji cih û warê xwe bûye. -
Li Cezayirê bi 100 hezaran kes derketin kuçeyan
Li Cezayirê di salvegera peşî ya tevgera Hîrakê a dijî rejîmê de, bi sed hezaran kes derketin kuçeyan. -
Li Îranê avêtina dengan bi kêmanî 5 caran hate dirêjkirin
Li Îranê di hilbijartina giştî de, ku Înê hate kirin, ji bo ku tevlêbûn zêde be, avêtina dengan bi kêmanî 5 caran hate dirêjkirin. -
Li Îranê vîrûsa Korona: Hejmara miriyan gihişte 4’an
Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona li Îranê mirin gihişte 4’an. Hêjmara kesên li welat bi vîrûsê jî ketine derket 18’an. -
Hafter: Heta ku Tirk venekişin lihevhatin çênabe!
Xelîfe Hafter ku li rojhilatê Libyayê serweriya xwe daniye, got heke danûstandinên ji bo agirbestê ya li Cinêvê neçin serî ew ê bi rengekî leşkerî li dijî ''Tirkên dagirker'' rabin, ku Tirk destekê didin hikûmeta Trablûsê. -
Haşdî Şabî yekî Hîzbûllahî kir serkêşê xwe
Li şûna Ebû Mehdî Muhendî, yek ji fermandarên Hîzbûllahê bû serkêşê Haşdî Şabî. -
NY: Şêniyên Sûdan a Başûr bi zanebûn birçî tên hiştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de ragihand ku li Sûdan a Başûr aliyên şer bi zanebûn gel birçî dihêlin û nerazîbûn nîşan da. -
Gelo hikumeta Îranê nexweşên bi vîrûsa Korona vedişêre?
Li Îranê 3 nexweşên din ên bi vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Bikarhênerên înternetê yê Îranê bi rêya medya civakî ragihandin ku nexweşên vîrûsê beriya hilbijartinê nayên eşkerekirin. -
Ji ber vîrûsa Covîd-19’an li Koreya Başûr kesek mir
Ji ber vîrûsa Korona ya ku li Çînê derketibû li Koreya Başûr kesek mir. Li vî welatî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bûn 100’î derbas kir. -
Di bomberdûmana li Şamê de 2 kes birîndar bûn
Di êrîşa bombeyî ya li paytexta Sûriye Şamê pêk hat de, 2 sivîl birîndar bûn. -
Li Meksîkayê derman kêm in: Bi hezaran zarok bi mirinê re rû bi rû ne
Li Meksîkayê ku bi dehan milyon zarok ji ewlekariya civakî bêpar hatine hiştin, salên dawî derman kêm bû û ji ber vê yekê jî tedawiya bi hezaran zarokên bi nexweşiya losemî nayê kirin. -
Li Efrîkayê cihên ku koronavîrûs dikare lê belav bibe
Hate diyarkirin ku koronavîrus ji Cezayîr, Misir û Efrîkaya Başûr dikare li Efrîkayê belav bibe. -
Allawî ji bo dengê 'pêbaweriyê' bang li parlamentê kir
Mûhammed Allawî ku li Iraqê ji bo avakirina hikumetê hatiye wezîfedarkirin, ji parlamentê xwest ku roja Duşemê dengê pêbaweriyê bide wezîrên wî. -
Artêşa Tirk gelek deverên Idlibê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker gelek deverên dikevin herêma Idlibê dan ber topan. -
Li gorî WHO’yê li dijî vîrûsa Covîd-19 pêşketin hene
Di civîneke çapemeniyê ya li paytexta Misir Qahîre de Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di rêvebirina vîrûsa Covîd-19’an a li Çînê derketî de ‘pêşketinên mezin’ hene. -
Li KENY sê welatan bang li Sûriyeyê kir: Operasyona xwe rawestîne
Piştî ku Erdogan gefên dagirkirinê li Idlibê xwar DYE, Îngîltere û Elmanya li KENY banga rawestinaa operasyona Idlib li Sûriyeyê kir. -
Li Îranê du kes ji ber vîrûsa koronayê mirin
Wezareta Tenduristî ya Îranê ragihand ku di encama testên li ser du kesên hatin kirin derket holê ku bi vîrûsa Kovîd-19 ketine. Her du kes jî mirine. -
Li Çînê hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona 2 hezar kes derbas kir
Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Covîd-19 (Vîrûsa Korona) jiyana xwe ji dest dan 2 hezar derbas kir. -
Li peravên Fasê 14 koçber fetisîn ku 2 ji wan zarok in
Keştiyek ku koçber tê de bûn û berê wê li giravên Kanarya yên Spanyayê bû, noqî avê bû. Di bûyerê de 14 koçberan jiyana xwe ji dest dan ku 2 ji wan zarok in. -
DYE'yê astengî danî pêşiya medya dewletê ya Çînê
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wê êdî ji niha û pê ve medya dewletê ya Çînê weke "wezîfedarên dîplomatîk" binirxîne. -
Melet: Wan bûye bajarekî qedexekirî
Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melek got, Wan bûye mîna bajarekî qedexekirî û diyar kir, qedexe bi walîtî ve negirêdayî ye, qedexe di mejiyê desthilatdariya siyasî de ye.