CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Caferî: Tirkiyeyê Sûriye dagir kir, Tirkbûn li ser wê ferz kir
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Dr. Beşşar Caferî diyar kir ku dewleta Tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye, Tirkî li ser wir ferz kiriye, tacîz û tecawiz kiriye. -
Koronavîrus li 60 welatan belav bû, 3 hezar kes mirin
Koronavîrus a ku li Çînê derketibû holê heta niha li 60 welatan hatiye tespîtkirin û 3 hezar kes ji ber vîrusê mirine. -
Li Ewropayê Kurd û dostên wan daketin qadan
Li gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan ji bo ku ji Ocalan agahiyan bistînin daketin qadan. Ji roja Pêncşemê û vir ve çalakî tên lidarxistin. -
Li Êrîvanê Kurdan ji bo Ocalan çalakî li dar xistin
Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye Kurdan hin rêzeçalakî li dar xistin û xwestin ku bila derfetên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were avakirin. -
Di navbera DYE û Talîbanê de peymaneke dîrokî
Di navbera DYE û Talîbanê de piştî pêvajoya ‘kêmkirina şîddetê’ ya hefteyekê peymaneke dîrokî hate îmzekirin. DYE wê hemû hêzên xwe yên li Efganistanê vekişîne. -
Li Iraqê di xwepêşandanê de kesek mir
Li Iraqê xwepêşandana li hemberî hikumetê dîsa dest pê kir. Di xwepêşandanan de kesek mir. -
Parlementoya Îranê ji ber koronayê kete betlaneyê
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gihişte 34’an, hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine gihişte 388’an. Ji ber vîrûsê li welat parlemento kete betlaneyê. -
Peymana DYE û Talîban, hêviya aştiyê û nediyarî
DYE û Talîban xwe hazir dikin ku Şemiyê li Qetarê peymanê îmze bikin, her wiha derbarê dahatuya Efxanîstanê ku ev 40 sal in di şer de fikar zêde dibin. Piştî peymanê wê çi bibe ne diyar e. -
Li Pakistanê trên û otobos li hev qelibîn: 18 mirî
Li eyaleta Sindê ya Pakistanê otobos û trênek li hev qelibîn û bi kêmanî 18 kes mirin, 55 kes birîndar bûn. -
Li gorî BBC’yê li Îranê bi kêmanî 210 kes mirine
Li gorî servîsa Farisî ya BBC’ê ji ber vîrûsa Korona ya li Îranê bi kêmanî 210 kes mirine. -
Rûsya du keştiyên şer ên ultra modern şande Sûriyeyê
Rûsya piştî kuştina di dehan leşkerên Tirk ên li Sûriyeyê şûnde, 2 keşêtiyên şer ên ultra modern şanede Rojhilata Navîn. -
NATO’yê soza destekirina Tirkiyeyê da, Pûtîn Konseya Ewlekariyê civand
Piştî ku dewleta Tirk li Idlibê derbên giran xwarin û şûnde, li ser banga dewleta Tirk NATO kombûn. Di civînê de soza destekdayîna bi Tirkiyeyê re hate dayîn. Pûtîn jî Konseya Ewlekariyê civand. -
Lavrov: Peymana Soçî bihata pêkanîn dibe ku ev trajedî nebûya
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo leşkerên Tirk ên li Idlibê mirin got, "Eger peymanên navbera Moskowa û Enqereyê bi temamî bihatibûna pêkanîn, dibe ku trajediyên mirina leşkerên Tirk rû nedabûna." -
Swîsreyê rêya "alîkariya însanî" ji bo Îranê vekir
Ji bo bi Îranê re alîkariya însanî bê kirin, bi rêya Swîsreyê sîstemeke nû ya danûstandinê hate afirandin. -
Yekîtiya Efrîkayê hêza leşkerî dişîne Sahelê
Ji bo welatên li Çola Sahelê, ku mehên dawî êrişên rêxistinên çete yên Îslamî yên tundrew lê zêde bûn, Yekîtiya Efrîkayê (AfB) biryar da ku bi hezaran leşkeran bi cih bike. -
Partiya Çep ji ber kuştina Qasim Silêmanî giliyê Merkel kir
Parlamenterên Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) têkildarî kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî giliyê Serokwezîr Angela Merkel kirin. -
DYE'yê bang li Tirkiyeyê kir: Dest ji çekên Rûs berde
Rêveberiya DYE'yê, piştî şerê li Sûriyeyê bi Rûsyayê re qewimî bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji sîstema parastina hewayî ya Rûs S-400'î berde. -
Rûsya: Tirkiye peymana Soçiyê binpê kir
Wezareta Parastinê ya Rûsiyayê ragihand ku Tirkiye ‘komên bi çek ên ne fermî’ destek dike, nerazîbûn nîşanî binpêkirina peymana Sûriyeyê da. -
YE biryara girtina pêkanînan a li ser du rêveberên Tirk girt
Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hinceat xebatên sondajê yên li Behra Spî ji bo du rêveberên kargeha Turkish Petroleum Corporation (TPAO) biryara pêkanînan girt. -
Agahiyên dawî ya li ser belavbûna vîrûsa Korona yê
Heta niha 82 kes bi vîrûsa Korona ya ku meha Kanûnê li Çînê derketibû ketine. 2 hezar 800 kes jî ji ber vîrûsê mirine. -
Fraksyonên Iraqî ji bo hikûmeta nû ya Iraqê çi dibêjin?
Îro biryar hatiye dayîn ku parlementa Iraqê ji bo bawerî pê anîna kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê li hev kom bibe. Beşek ji fraksyonên parlamentê dibêjin; "em deng bi hikûmetê nadin." -
Covîd-19: Ji bo şîrketên rêyên hewayî jî metirsîdar e
Ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19), hişyarî hate dayin ku gelek şîrketên rêyên hewayî yên cîhanê 'di rewşeke metirsîdar' de ne. -
Katalonya û Madrîdê dest bi diyalogê kir
Serokwezîrê sosyalîst ê spanyayê Pedro Sanchez bi Katalanên alîgirê serxwebûnê dest bi diylaogê kir. Di daxuyaniya hevpar a herdu aliyan de hate gotin, "Vê civîna destpêkê xizmet ji danîna hîmên diyalogê re kir." -
Vîrûsa Korona belav dibe, cîhan jê re ne amade ye
Vîrûsa Korona Covîd-19 ku meha Kanûnê li Çînê derkete holê, li Cîhanê belav dibe. Li gorî WHO'yê cîhan ji vê yekê re ne amade ye. Gelek welatan tedbîrên cuda girtin. -
Li Îranê gera nav welat hate sînordarkirin
Rayedarên Îranê ji ber şewba vîrûsa korona gera nava welat sînordar kir.