CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fransa: Şantaja Tirkiyê nayê qebûlkirin
Wezîrê Karûbarê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan li dijî şantaja penaberan a rejîma Tirk helwest nîşan da û got, ''bi mîsogerî nayê qebûlkirin.'' -
Hejmara kesên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketine zêde dibe
Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketin gihîşt 27 kesî. -
Ciwanên Kurd li Parîsê ji bo Ocalan çalakî li dar xistin
Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd ji bo Ocalan li banliyoya Vîllîers-le-Bel çalakiyek li dar xistin. -
Li Albanyayê bi hezaran kesî hikumet şermezar kirin
Li paytexta Albanya Tîranayê, bi hezaran kes li ser daxwaza Serokkomar daketin qadan û hikumeta Serokwezîrê sosyalîst Edî Rama bi sûcdariya nelirêtiyê şermezar kirin. -
Talîban teslîmiyetê li hikumeta Efgan ferz dike
Pentagonê ragihand, ew ne li bendê ne ku heman piştî peymana bi Talîbanê re li Efganistanê tundî di cih de kêm bibe yan jî bi temamî bisekine. Talîbanê jî agirbesta neh rojan bi dawî kir. -
Netanyahû tevî nelirêtiyê jî di hilbijartinê de bi ser ket
Li Îsraîlê di nava salekê de sê hilbijartin hatin kirin. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû tevî sûcdariyên bertîlê jî bi ser ket. -
Îranê alîkariya DYE ya têkildarî vîrûsa koronayê red kir
Îran a yek ji welatê piştî Çînê herî zêde vîrûsa Covîd-19 ku bandora wê zêde ye, alîkariya DYE ya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê red kir. -
Ewropa nerazîbûn nîşan da: Dev jî şantajan berdin!
Li Ewropayê gelek hikûmet û saziyên berpirs, nerazîbûn nîşanî koçberan a weke şantaj bikar tînin. Merkel got: “Ev nayê qebûlkirin.” Komîserê Koçberan jî got: “Tu kes nikare şantajan li YE’yê bike.” -
Schînas ji bo Erdogan got: Tu kes nikare şantajê li YE’yê bike!
Komîserê Koçberan a Yekîtiya Ewropayê Margarîts Schînas nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk a bikaranîna koçberan da û got: “Tu kes şantajan bi YE’yê bike.” -
Talîbanan agirbesta qismî bi dawî kir
Tevgera Talîban piştî peymana bi DYE’yê re îmze kir û şûnde ragihand ku agirbesta qismî 2’yê Adarê û şûnde bi dawî kirine. -
Qurbaniyên vîrûsa Korona li Îranê zêde dibin
Li Îranê hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona zêde dibe. Hate ragihandin ku li welêt 66 kes ji ber vîrûsê mirine, 1500 kes jî pê ketine. -
Seraqîb ket, Erdogan diçe Rûsyayê, Jeffrey jî tê Enqereyê
Artêşa Sûriyeyê kontrola Seraqîba Îdlîbê xist bin kontrola xwe. Beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê li Sûriyeyê Jeffrey û Nûnê Daîmî yê NY Craft wê îşev werin Tirkiyeyê. -
Elawî xwe ji wezîfeya avakirina hikumetê vekişand
Mihemed Tofîq Elawî daxwaza lêborînê kir ku ji ber sedemên gefên siyasî û partiyan nekarî hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne û vedigere nava gel. -
Rûsya: Em nikarin ewlehiya balafirên şer ên Tirk misoger bikin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, piştî ku rejîma Şamê qada hewayî ya Idlibê girt, ew nikarin ewlehiya balafirên şer ên Tirk ên li herêmê bifirin misoger bikin. -
'Penaberên Erdogan' bûne belayê serê Ewropayê!
Yewnanistan û Bûlgaristan bi biryar in ku penaberên ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hatine komkirin qebûl nekin. Yekîtiya Ewropa hewl dide çareseriyê ji lîstika penaberan a Erdogan re bibîne. -
Covîd-19 sînoran ji ber xwe radike, li cîhanê belav dibe
Vîrûsa korona ya nû Covîd-19 ku li Çînê derkete holê zû belav dibe. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, "şaşitî" ye ku mirov xwe ewle bibîne. WHO'yê destnîşan kir ku vîrûs sînoran nas nake. -
Krîza Yemenê: Hûsiyan bajarekî stratejîk desteser kirin
Serhildêrên Hûsiyan li bakurê Yemenê bajarekî stratejîk desteser kirin. -
Sûriye: Qada hewayî ya Îdlîbê hate girtin
Rejîma Sûriyeyê diyar kir ku piştî dewleta Tirk bi navê ‘Mertala Biharê’ êrîşên dagirker daye destpêkirin, Îdlîb di serî de wan li herêma bakurê rojava qada hewayî girtine. -
Bîlançoya dawîn a koronavîrusê
Ji ber koronavîrusa li Çînê derket holê heta niha 87 hezar û 500 kes nexweş ketin û nêzî 3 hezar kes jî mirin. -
Xwepêşandêr hikumeta Ellawî qebûl nakin
Li parlamenta Iraqê rêveberiya Mûhammed Tewfîk Ellawî îro pêşkêşî dengdana pêbaweriyê tê kirin. Xwepêşandêr hikumeta Ellawî jî qebûl nakin. -
Li Cezayîrê raperîna gel di sala 2'emîn de bi biryardarî didome
Raperîna gelê Cezayîrê ku rejîma Abdulazîz Bûteflîka hilweşand, di sala duyemîn de bi biryardarî didome. -
Li Iraqê hejmara mirovên bi vîrûsa Koronayê ketin gihişte 13 kesî
Saziya Tendirûstiya Iraqê 5 kesên din ên ku li Iraqê bi vîrûsê ketine ragihand. Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketin gihîşt 13 kesî. -
Li Perpîgnanê 150 hezaran Katalan ji bo 'serxwebûn'ê kom bûn
Li bajarê Perpîgnanê ya Fransayê derdora 150 hezar Katalanî pêşwazî li lîderê li mişextiyê Carles Puîgdemont kir. Puîgdemont xwestibû ku ji bo serxwebûnê têkoşîn bidome. -
NY: Herî kêm 13 hezar koçber li ser sînor in
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku herî kêm 13 hezar koçberan berê xwe dan sînorê Tirkiye û Yewnanistanê. -
Trûmp: Di demeke nêz de ez ê bi Talîbanan re hevdîtinê bikim
Serokê DYE'yê Donald Trûmp got, piştî ku peyman bi tevgera Talîbanê re hate îmzekirin wê di demeke kurt de bi rêveberên Talîbanê re hevdîtinê bike.