CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp ê vîrûs biçûk dît, rewşa awarte îlan kir
Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp ji ber pandemiya Covîd-19 li hemû welat rewşa lezgîn a netewî îlan kir. -
Navenda şewba vîrûsê Ewropa: Li Îtalyayê 250 kes mirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku baregeha navenda Covîd-19’an a pendemiya nû Ewropa ye. Li Îtalyayê di nava 24 saetan de 250 kes mirin. Li Fransayê jî hejmara miriyan derket 79’an. -
WHO: Ne diyare wê kengê pandemî bigihêje lûtkeyê
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) da diyarkirin ku ne mimkûne ku ew bikarîn bêjîn ku wê kengê pandemî ya koronavîrosê bigihêje lûtkeyê. -
Covîd-19: Testa Bolsonaro pozîtîf derket, bi Trûmp re civiyabû
Serokkomarê Brezîlya Jaîr Bolsonaro teşxîsa vîrûsê kir. Hefteya borî bi Serok Dewletê DYE’yê re Donalt Trûmp re civiya bû. -
Leşkera ku belgeyên Wîkîleaksê radest kir, hate berdan
Yek ji çavkaniyên Wîkîleaksê ku di sala 2010'an de bi sed hezaran belgeyên DYE'yê weşand, Chelsea Mannîng hate berdan. -
Li Elmanyayê terorîzma rastgir a radîkal talokeyeke mezin e
Li gorî îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê rastgirên radîkal li pêşiya demokrasiyê talokeya herî mezin in,rastgirên radîkal, ku weke 'dijminên navxwe' têne dîtin, ji sê parên wan yek jê ji tundiyê re hazir in. -
DYE'yê li Iraqê li komeke alîgirê Îranê xist
Artêşa Emerîkayê nîvê şevê li Iraqê li komeke alîgirê Îranê xist. -
Li Sûdan a Başûr hikumet hate eşkerekirin
Li Sûdan a Başûr ku sûcên gelekî giran lê hatin kirin, bi hêviya ku dawî li şerê navxweyî bîne hikumeteke nû hate ragihandin. -
Şewba global mezin dibe, dibe ku bi milyonan mirovî bikeve
Vîrûsa Korona Covîd-19 ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi rengê pandemî belav dibe. Hejmara mirovên li cîhanê bi vîrûsê ketine 131 hezar derbas kir. Tê texmînkirin ku li DYE'yê bi 150 milyon kesî bikeve. -
Şêwirmendê Xamineyî Velayetî bi vîrûsê ketiye
Şêwirmendê siyasî yê navneteweyî yê lîderê olî yê Îranê Elî Xamineyî, Elî Ekber Velayetî testa vîrûsa Covît-19 kiriye. -
Koalîsyona Navneteweyî li Heşdî Şebî da: 26 kes mirin
Piştî êrîşa bi roketan a li Iraqê ku 2 leşkerên Emerîkî û 1 Îngilîz hatin kuştin û şûnde koalîsyona navneteweyî li ser sînorê Sûriyeyê li Heşdî Şebî ya alîgirê Îranê ye da, bi kêmanî 26 kes mirin. -
Îranê piştî 60 salan cara pêşîn ji ÎMF’ê pere xwest
Rejîma Îranê ji bo li dijî koronavîrusê bixebite, ji ÎMF’ê kredî xwest. -
Li Spanyayê 3 hezar kes bi vîrûsê ketin
Spanya piştî Îtalyayê welatê duyemîn ê Ewropayê ku herî zêde ji vîrûsa koronayê bandor bûye, nêzî 3 hezar kes li vî welatî bi vîrûsê ketine. Di nav kesên bi vîrûsê ketine de jî wezîrek heye. -
Endamê Îstîxbaratê, Bersûcê Doza Hrant Dînk hate înfazkirin
Li bajarê Tirkiyê Duzceyê Bersûcê Doza kuştina Hrant Dînk, endamê îstîxbarta jandarma, Efser Şeref Ateş ê malnişîn hate înfazkirin. -
Fûkûşîma 9 sal in ji madeyên radyoaktîf nehatiye paqijkirin
Li bajarê Fûkûşîma yê Japonyayê ku piştî tsûnameya 11'ê Adara 2011'an qeza rû dan, hîn jî madeyên radyoaktîf ên ji santrala nukleerê belav bûn hene. Lewma ji sed hezaran kesên hatin veguhastin tenê beşeke biçûk karîbûn vegerin. -
Operasyona DYE’ya li dijî tiryakfiroşên Meksîkayê: 600 kes hatin destgîrkirin
Di operasyonên 6 mehên dawîn de yên ku DYE li dijî tîryakfiroşên Meksîkayê li dar xist, herî kêm 600 kes hatin destgîrkirin. Roja Çarşemê di operasyonê de 250 kes hatin destgîrkirin. -
Pandemî çiye, yên herî kujer kîjan bûn?
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Çarşemê got, hêla Covîd-19 veguheriye ser pandemiya global. Pandemî çiye, çi cihêtiya wê ji şewbê heye, daxuyaniya WHO tê çi maneyê? -
Li Maliyê 10 gundiyên din hatin kuştin
Li Maliyê, li gundekî ku sînorê Burkîna Fasoyê ye, kesên çekdar êrîş anîn û 10 kes kuştin. Kesên çekdar gund şewitandin. -
Li Ewropayê hejmara nexweşan ji 22 hezaran bihurî
Hêla vîrûsa koronayê ya ku li Çînê derketibû holê, bilez li hemû welatên Ewropayê berbelav bû. Hijmara weqayên li Ewropayê ji 22 hezaran bihurî. -
Li Fransa 48 û li Spanya yê jî 48 kes ji ber Covîd-19 mirin
Şewba Covîd-19 a bi lez belavbûna wê ya li welatên Ewropa dewam dike. Li Fransayê 48 û li Spanyayê jî 48 kesan jiyana xwe ji destdan. -
Bi roketan êrîşî baregeheke Emerîka ya li Iraqê hate kirin
10 roket li baregeheke leşkerî ya Emerîka ya nêzî paytexta Iraq Bexdayê ketin. -
WHO: Covîd-19 veguherî pandemî ya global
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrûsa Covîd-19 a li Çînê derket û belavî hemû cîhanê bû, veguherî Pandemî ya global. -
Balafirek şer li Pakistanê ket û pîlot mir
Li Îslamabad a paytexta Pakistanê balafirek şer a F-16 ket û pîlotê wê mir. -
Li Îranê 354 kes ji ber vîrûsa Covîd-19 mirine
Her diçe bandora vîrûsa Korona (Covîd-19) a li Îranê zêdetir dibe. Heta niha li Îranê ji ber vîrûsê 354 kes mirine, 9 hezar kes jî bi vîrûsê ketine. -
Li ser vîrusa Koronayê 600 lêkolîn hate kirin
Ji meha Çileyê dema ku vîrusa koronayê ya bi navê Covîd-19 derketiye û heta niha 600 lêkolînên zanistî hatin kirin. Tê diyarkirin ku dermana li hemberî vîrusê jî ji 12 mehan heta 18 mehan encax amade bibe.