CÎHAN
Hemû Nûçe
-
WHO: Li Efrîkayê pergala tendiristiyê dibe ku hilweşe
Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) got li parzemîna Efrîkayê Covîd-19 dibe ku pergala tendiristiyê hilweşîne. -
Li Îtalyayê di nava 24 saetan de 627 kes mirin
Ji ber vîrûsa Korona ya ku ji bo tevahî cîhanê tehdîdeke li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de 627 kes mirin. -
NY: 100 milyon kes bê parastinin!
Neteweyên Yekbûyî ji ber pandemiya Covîd-19 banga piştgiriya cîhanî kir, bal kişan din ku ji bo kesê bê parastin, ji bo 100 milyon kesê ku pêwîstiya wan bi arîkariyê heyî û dibin xeteriya mirinê dene bang kirin. -
Li Efrîka û Asyayê 3 milyar kes bêparast in: Av nîne, sabûn nîne!
Li welatên xizan 3 milyar mirovên ku her sal dikevin nava lepên gelek nexweşî û şewban, niha jî li pêşberî vîrûsa koronayê bêparast in. Pisporên Neteweyên Yekbûyî hişyar kirin. -
Dinyayê penaber ji bîr kir, metirsî heye ku bi komî bimirin!
Piştî belavbûna şewba vîrûsa koronayê alîkariya ji bo penaberan hate rawestandin. Hişyarî tê kirin ku bi vê yekê re dibe ku penaber bi rengekî komî bimirin. -
Li Fransayê hejmara miriyan gehişte 372 kesan
Midûrê Giştî yê Tenduristiya Fransayê Jêrome Salomon ragihand, li welat hejmara kesên ku ji ber şewba koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 372 kesan. -
Îtalya, Çîn derbas kir: 3 hezar 405 kes mirin
Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber şewba koronavîrûsê mirîn ji 3 hezar û 400’an derbas kir. Li DYE’yê jî gehişte 150 kesan. -
NY: Eger piştevanî nebe wê jiyana bi milyonan di xeteriyê de be
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres hişyariya ku eger li dijî pandemiya vîrûsa Korona piştevanî nebe, di serî de welatên hejar wê jiyana bi milyonan kesî bikeve xeteriyê, da. -
Li Venezûelayê 10 mehkûm hatin kuştin
Li Venezûelayê, ji mehkûmên ku ji girtîgehekê reviyan herî kêm 10 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku bi dehan mehkûm fîrarî ne. -
Lîderê olî yê Îranê 10 hezar mehkûmî efû dike!
Li Îranê, girtîgeh ji ber şewba vîrûsa koronayê bi giranî hatin valakirin. 10 hezar mehkûmên din jî wê bi wesîleya Newrozê bên efûkirin. -
Li nava Ereban dibe ku 1.7 milyon kes bêkar bimînin
Komîsyona civakî û Aborî ya Asya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa korona ya nû li nava Ereban zêdeyî 1.7 milyon mirov dikarin bêkar bimînin. -
Li tevahiya cîhanê 8 hezar 784 kes mirin
Hejmara mirovên ji ber şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 8 û 800 kesî. -
Li Çînê testa derziya yekem a li ser mirovan wê bê ceribandin
Çînê ragihand ku li dijî vîrûsa Koronayê derziyek bi ‘bandor’ pêş xistine û wê li ser mirovan biceribîne. -
WHO têkildarî vîrûsê bang li dewletên Rojhilata Navîn kir
Mıdûrê Herêma Rojhilat a Behra Spî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Ahmed El Mandharî bang li dewletên Rojhilata Navîn kir ku di çarçvoeya têkoşîna bi vîrûsa Korona re hê zêdetir agahî bi WHO’yê re pave bikin. -
Pandemî belav dibe, WHO hişyariyên nû da
Pandemiya Covîd-19 a bû sedema mirina bi hezaran kesî bi lez û bez belavî cîhanê dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo vîrûsê got: “Dijminê mirovahiyê’. Merkel jî anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve pirsgirêka herî mezin e. -
Li Îtalyayê di rojekê ji ber koronavîrûsê 475 kes mirin
Li Îtalyayê ji ber koronavîrûsê di rojekê de trajediyek mezin hat jiyan kirin. Di nava 24 seatên dawî de 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Koronavîrûs: Nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan man
Fona Arikariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ji ber tedbirên li hemberî şewba koronavîrûsê li tevahiya cihanê nêzî 850 milyon ciwan bê dibistan mane. -
ILO: 25 milyon kargehên kar dibin gefê dene
Rêxistina Kar a Navnetewî (ILO), hişyarî dan ku ji ber kirîza şewba koronavîrûsê li tevahiya cîhanê nêzî 25 milyon kargehên kar dibe ku ji holê rabin. -
Li cîhanê 200 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketine
Li tevahî cîhanê zêdetirî 200 hezar kes bi vîrûsa Korona (Covîd-19) keetine. -
Ji delegasyona KNK'ê hevdîtinên li Rûsyayê
Delegasyona KNK'ê heftiyekê li Rûsyayê hin hevdîtin kirin. -
DYE û Çîn têkildarî vîrûsê xwe li hev radikişînin
Şerê aboriyê yê navbera DYE û Çînê, tevî şewba global a vîrûsa koronayê bi sûcdariyên nû û hişyariyên tund dewam dike. -
DYE'yê serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê xist lîsteya xwe ya reş
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, serçeteyê DAÎŞ'ê Mûhammed Saîd Abdul Rahman El Mewla xist lîsteya xwe ya reş a "terorîstên navneteweyî". Li gorî agahiyên ku DAÎŞ'ê ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistiye, serçeteyê DAÎŞ'ê li Enqereyê ye. -
Li Îtalyayê di nava 24 seatan de 345 kes din mirin
Li Îtalyayê ji ber şewba koronavîrûs (Covîd-19) di 24 seatên dawî de 345 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Beriya Peyîzê hêviya aşiyekê ya YE’yê heye
Seroka Komîsyona Ewropa Ûrsûla von der Leyen ragihand ku li dijî vîrûsa Korona berî Peyîzê hêviya aşiyekê hene. -
Li gorî Birîtanya li welat 55 hezar kesên bi koronavîrosê ketine
Hikûmeta Birîtanya, her çiqas bi fermî kesên ku bi koronavîrosê 1950 kes bide nîşandan jî, lê diyar kir ku 55 hezar kes bi koronavîrosê ketine.