CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pandemî bû sedema mirina 70 hezar kesî
Pandemiya Covîd-19 li tevahiya cîhanê bû sedema mirina zêdeyî 70 hezar kesî. Zêdeyî milyonek û 260 hezar kes jî bi vîrûsê ketine. -
Pirsgirêka maskeyê veguheriye mîna şerekî tirsnak
Ji ber vîrûsa koronayê li her welatî pirsgirêka maskeyê rû da. Raya giştî nerazî ye. Dewlet ketine nava pêşbirkeke mezin. Mal ji hev didizin. Hilberînerê herî mezin Çînê di nava mehekê de nêzî 4 milyar maske firot. -
Covîd-19: Johnson rakirin nexweşxaneyê
Serokwezîrê Îngilistanê Borrîs Johnson ku testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket, rakirin nexweşxaneyê. -
Li Sîngapûrê 20 hezar karkerên koçber xistin karantînayê
Rayedarên Sîngapûrê diyar kirin ku wan 20 hezar karkerên koçber xistine karantînayê. -
Li Fasê wê 5654 girtî werin berdan
Li Fasê ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê wê ji 5 hezaran zêdetir girtî werin berdan -
Li Fransayê wê tedawiya bi plazmayê dest pê bike
Li Fransayê, plazmaya ji nexweşên Covîd-19 ên rehet bûne hatine wergirtin, wê ji bo dermankirina nexweşên din bê bikaranîn. -
Krîz wê welatê xizan bêhtir xizan bike
Li Efrîkayê ku pandemiya vîrûsa koronayê ya nû vê gavê bandoreke giran lê nekiriye, tê payin ku ji aliyê xurekê ve krîzeke mezin a însanî rû bide. -
Germbûna hewayê gelo wê bandorê li şewba koronayê bike?
Ji îro û pê ve wê li welatên rojevayê Ewropayê germahiya hewayê bigihêje ser 20 pileyî. Gelo germahiya hewayê wê leza belavbûna şewba vîrûsa koronayê kêm bike? -
Bîlançoya koronavîrusê giran dibe
Li temamî dinyayê nêzî milyonek û 100 hezar kes bi koronavîrusê ketin. 60 hezar kes jî ji ber koronavîrusê mirin. -
Covîd-19: NY’yê ji bo herêmên şer hişyarî dan
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres, ji ber pandemiya Covîd-19 li herêmên şer, hişyariya ‘Ya herî xirab wê bê’ da. -
Akademiya Tibê ya Fransayê pêşniyara bi zorê ya maskeyan kir
Akademiya Tibê ya Fransayê, di vê dema berdewam kirina biryara pêwîte li mal bimîne de, di rewşên derketina ji jiderve jî pêşniyara pêwîste bi zorê maske bên bikaranin kir. -
Mirina ciwanan tê çi maneyê?
Piştî ku pandemiya Covîd-19'ê Kanûnê derket gelek caran hate gotin nexweşî bêhtir li kesên di ser temenekî re û li yên bi nexweşiyên kronîk dixe. Lê mirinan ciwanan wê çawa were vegotin? -
Serokê Parlementoya Îranê bi koronavîrûsê ket
hat diyarkirin ku Serokê Parlementoya Îranê Alî Larîcanî bi koronavîrûsê ketiye. -
950 hezar kes nexweş ketin, 50 hezar kes mirin
Li temamî dinyayê herî kêm 950 hezar kes bi koronavîrusê ketin. Hejmara kesên mirine jî bi ser 48 hezaran ket. Li Îtalyayê 13 hezar kes mirin. -
Li cîhanê milyonek mirov bi vîrûsa koronayê ketin
Pandemiya vîrûsa korona Covîd-19 li tevahiya cîhanê li milyonek mirovî geriya. Hejmara qurbaniyan 46 hezar kes derbas kir. -
WHO: Di hefteyekê de hejmara miriyan bû du qat
Rêxistina Tenduristiya Cihanê (WHO), fikarên xwe yê di derbarê bi lez belavbûna pandemiya koronavîrûsê de anî ziman û bal kişan ku di nava heftiyekê de hejmara miriyan bû du qat. -
Dahata petrola Iraqê di meha Adarê de bû nîvî
Ji ber pandemiya Covîd-19 bi ketina rêjeya petolê, Iraqê di meha Adarê de nîvê rêjeya dahata petolê winda kir. -
Mala Çavdêriyê ya Sûriye: Di meha Adarê de 103 sivîl hatine kuştin
Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye ragihand ku di nava meha Adarê de 103 kes mirin. Li gorî vê bîlançoyê ji dîroka şerê navxweyî ya sala 2011’ê û vir ve li Sûriyeyê meha herî kêm mirov hatine kuştin tê nirxandin. -
Covîd-19: Li gorî NY ji 1945'an û vir ve krîza herî giran a global e
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir, pandemiya Covîd-19 ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê û vir ve krîza herî giran e. -
Şoreşgerê Yewnan Glezos jiyana xwe ji dest da
Yek ji sembolên çep a Yewnan dostê gelê Kurd Manolîs Glezos jiyana xwe ji dest da. -
Covîd-19 wê bandoreke giran li koçberên li kendavê bike
Koçberên li welatên kendavê ku bi salan e bi şert û mercên giran ên kar di rojevê de ne, ji ber pandemiya vîrûsa korona ya nû di nava zor û zehmetiyê de bi rengekî qelebalix di karantînayê de ne. -
NY: Covîd-19 wê li welatên bi pêş ve diçin bibe sedema hilweşîna aborî
Ekonomîstên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku pandemiya Covîd-19 wê li welatên 'bi pêş ve dikevin' ku du ji sê parên nifûsa cîhanê lê ne, dibe sedema hilweşîna aboriyê. -
Kêmbûna buhayê petrolê wê herî zêde bandorê li Rûsyayê bike
Kêmbûna buhayê petrolê ya ji ber pandemiya Covîd-19, tê gotin ku wê bandoreke giran li Rûsyayê bike. -
ELN'ê ji ber Covîd-19 agirbest ragihand
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ku weke tevgera dawî ya gerîla ya li Kolombiyayê tê dîtin, ji ber pandemiya Covîd-19 bi rengekî yekalî ji bo mehekê agirbest ragihand. -
DYE Patrîotan li Iraqê bi cih dike!
DYE'yê ragihand ku wê sîstema xwe ya parastina hewayî Patrîot li Iraqê bi cih bîke. Hate îdîakirin ku ev biryar ji bo parastina yekîneyên Emerîkî yên li Iraqê hatiye wergirtin.