CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Koalîsyona Ereb li Sanayê li Hûsiyên Şîa dan
Koalîsyona Ereb a di pêşengtiya Erebîstana Siûdî de ye ragihand ku weke bersiva êrîşa fuzeyên milîsên Hûsî yên Yemenî li paytext Sanayê gelek nuqte bombe kirine. -
Talîbanan li Efganistanê êrîş kir: Bi kêmanî 19 kes mirin
Di serdegirtina Talîbanan a li Efganistanê de polîs, leşker û milîsên alîgirê hikûmetê jî di nav de bi kêmanî 19 kes mirin. -
Rewşa dawî ya vîrûsa Covîd-19
Hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketin gihişte 740 hezarî. Her wiha kesên ji ber vîrûsê mirin jî hejmara wan derket 35 hezarî. -
Ji ber vîrusê li dijî Elmanan êrîşên nijadperest tê kirin
Li gorî Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê li gelek welatan ji ber şewbê êrîşên nijadperest ên li dijî Elmanan zêde bûye. -
Covîd-19: Hejmara qurbaniyan gihîşt 34 hezar kesî
Pandemiya Covîd-19 heta şeva Yekşemê bû sedema mirina 33 hezar û 500 kesî. -
Ferhengeke biçûk têkildarî gotinên Pandemî
Piştî ku pandemiya vîrûsa korona ya nû Covîd-19 meha Kanûnê li Çînê derkete holê, bi gotin û navên cuda dikeve rojevê. -
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyeyê: Ji ber Covîd-19’ê kesek mir
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyeyê diyar kir ku ji ber koronavîrusê jinek miriye. -
Astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê
Nêzî 15 roj in li ser dema 30 rojî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ji aliyê Ednan Elzurfî re derbas dibe. -
600 hezar kes bi koronayê ketin
Li temamî dinyayê hejmara nexweş û miriyên ji ber koronavîrusê zêde dibe. -
IMF: Aboriya cihanî kete resesyonê
Midura Giştî ya Fona Pereyan ya Navnetewî IMF’ê da diyarkirin ku ji ber pandemiyê aborî cihanî kete resesyonê. -
Rewşa dawî ya vîrûsa Koronayê
Hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketin 550 hezar kesî derbas kir. Hejmara kesên mirin jî derket 25 hezarî. -
Di navbeyna Çîn û DYE'yê de rageşiya Teywanê
Rageşiya ku ji ber vîrûsa koronayê van çend heftiyên dawî zêde bûbû, niha jî piştî ku Washîngtonê keştiya şer şande Teywanê hê zêdetir bû. -
DYE'yê 30 rojên dî jî Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kir
Rêveberiya DYE'yê 30 rojên dî jî wext da Iraqê ku kaneke nû bibîne, Iraq piraniya hewcehiya xwe ya bi elektrîkê ji Îranê distîne. -
Li Çînê pêla duyan 'bivênevê' ye!
Li Çînê ku pandemiya vîrûsa koronayê ya nû pêşî lê derketibû weqa hatin sifirê, pispor dibêjin pêleke nû wê ne pir dûr be. -
Li Yemenê nîşaneya ji bo agirbesta ji ber şewbê
Li Yemenê ku ji ber şerê navxweyî hilweşîneke mezin çêbûye, aliyên şer ji ber rîska belavbûna şewba vîrûsa koronayê ji agirbestê re amade ne. -
Lêkolîneke Îngilîzan: Dibe ku 1,8 milyon kes bimirin!
Li gorî lêkolînên li Birîtanyayê hatîn kirin, her çiqas tedbîran li hember belavbûna pandemîniya Covîd-19 bên girtin jî, dibe li tevahiya cihanê 1,8 milyon kes jiyana xwe ji dest bidin. -
Hejmara miriyan li Ewropayê ji 16 hezarî derbas kir-NÛ BÛ
Li Îtaliyayê di nava 24 saetên dawî de 662 kes, li Îspaniyayê jî 655 kes mirine. Li seranserê Ewropayê hejmara miriyan ji 16 hezarî derbas kir. -
Covîd-19: Efganistan wê 10 hezar girtiyan berde
Hikumeta Efganistanê ji ber şewba koronavîrûsê wê di nava 10 rojan de nêzî 10 hezar girtiyan berde. -
Li Kosovayê hikumet hate têkbirin
Hikumeta koalîsyonê ku du meh in li Kosovayê desthilatdar bû, di dema şewba vîrûsa koronayê de, bi dengdana 'pêbaweriye' ji desthilatdariyê hate xistin. -
Guterres: Covîd-19 ji bo hemû mirovahiyê tehdîd e
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ragihand ku pandemiya Covîd-19 ji bo hemû mirovahiyê tehdîd e û ‘planake bersivdayînê ya ji bo mirovên cîhanê’ da destpêkirin. Di çarçoveya plana ku wê heta meha Kanûnê bidome banga bexşîna 2 milyar dorlarî kir. -
NY banga berdana girtiyan kir
Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku ji bo li girtîgehan pêşiya şewba vîrûsa Koronayê bê girtin, daxwaz kir ku girtiyên nexweş û kal bên berdan. -
Serokê parlementoya Îsrailê Yulî Edelsteîn îstifa kir
Serokê Parlementoya Îsrailê Yulî Edelsteîn wekî Serokwezîr Benjamîn Netanyahû ji erka xwe îstifa kir. -
DAÎŞ’ê li Efganistanê êrîşî perestgehekê kir: 25 kes mirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li perestgiheke Hindû ya li Kabîl paytexta Efganistanê qetlîamek kir, bi kêmanî 25 kes hatine kuştin. -
Li Elmanyayê 4118 nexweş, bi giştî 149 mirî
Enstîtuya Robert Koch diyar kir ku li Elmanyayê di rojekê de hejmara nexweşan 4118 zêde bûye û bi giştî 149 kes mirine. -
Li Efganistanê çareserî nîne; DYE'yê gefa aboriyê xwar
Li Efganistanê aliyên şer li hev nakin. DYE'yê jî ragihand ku wê hem alîkariya malî hem jî hejmara leşkerên xwe kêm bike.