CÎHAN
Hemû Nûçe
-
WHO'yê bersiv da Trûmp: Bi êgir nelîze
Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs bersiv da rexneyên tund ên Serokê DYE'yê Donald Trûmp û got, "Vîrûsê polîtîze nekin, bi êgir nelîzin." -
HRW: Dibe ku vîrûs bandoreke giran li zarokan bike
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hişyarî da ku pandemiya Covîd-19 dibe ku di dema dirêj de bandoreke giran li zarokan bike. HRW'ê bang li hikumetan kir ku ji bo parastina mafên nifûsa herî ciwan tevdîrên lezgîn bigirin. -
Koalîsyona Ereb li Yemenê agirbest ragihand
Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku ji vê Pêncşemê û pê ve li Yemenê agirbest îlan kirine. -
Bazirganiya cîhanî wê ji sedî 32 kêm bibe
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) da diyarkirin ku rêjeya bazirganiya cihanî wê ji sedî 32 kêm bibe. -
Li gorî WHO’yê ne demê sistkirina tedbîrane
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ya servîsa Ewropayê diyar kir, bi ruxmê çavdêriyên “Nîşanên başbûnê” hene, ev ne demê wê ye ku tedbîr bên sistkirin. -
Serokê Konseya Lêkolînê ya Ewropa îstifa kir
Serokê Îtalî yê Konseya Lêkolînê ya Ewropa (ERC) Maûro Ferrarî di demekê de ku pandemiya Covîd-19 belav dibe, îstifa kir. -
Hejmara miriyan 83 hezarî derbas kir
Li tevahî cîhanê 1 milyon û 400 hezar kes bi şewba pandemî ya Covîd-19 ketine, her wiha hejmara kesên mirî jî 83 hezarî derbas kir. Herî zêde kes li Ewropa bi vê vîrûsê dikevin û dimirin. -
Trûmp gef li WHO'yê xwar
Serokê DYE'yê Donald Trûmp Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sûcdar kir ku pandemiya Covîd-19 baş nikare bi rê ve bibe û gef xwar ku wê piştgiriya malî ya Emerîkayê ya ji bo vê saziyê bibirin. -
Îran ji ÎMF'ê deyn xwest
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ji bo têkoşîna li dijî pandemiya Covîd-19 daxwaza deynê ji 5 milyar dolarî ji Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) kir. -
Hikumeta Efgan: 100 endamên Talîbanê wê bên berdan
Hikumeta Efganistanê rojek piştî ku tevgera Talîbanê hevdîtin rawestand, ragihand ku wê 100 endamên Talîbanê bên berdan. -
Aboriyên Fransa û Elmanyayê kêm dibin
Li Fransayê, ji ber şewba Covîd-19 aborî bi giranî rawestiya ye. Dahata navxwe ya ne safî (DNNS) bi rêjeya 6 ji sedî kêm bû. Li Elmanyayê jî tê payin ku di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 10 ji sedî kêm bibe. -
Li Wûhanê karantîna bi dawî bû, mirov herikîn stasyonan
Li bajarê Wûhan ê Çînê ku pandemiya vîrûsa koronayê lê der bû, karantîna doh bi dawî bû. Bi bidawîbûna karantînayê re mirovan berê xwe dan stasyonan ji bo biçin gel malbatên xwe. -
UNESCO derbarê talokeyên li ser mafê miravan hişyarî da
Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di serdema pandemiyê de li ser mijara,''Mafê mirovan, talokeyên potansiyel ên li ser jiyana taybet û normên etîk de'' hişyarî da. -
Pandemî wê kengî biqede?
Pandemiya vîrûsa koronayê ya nû ku li tevahiya cîhanê belav bû, wê kengî bigihêje asta herî bilind, kengî bi dawî bibe? -
Li Rûandayê goreke komî ya ji 30 hezar cenazeyî hate dîtin!
Li Rûandayê, goreke mezin a komî hate dîtin ku ji serdema qirkirinê maye. Tê texmînkirin ku 30 hezar cenaze di gora komî de hebin. -
WHO: Li dinyayê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kir ku a niha li dinyayê pêdivî bi 6 milyon hemşîreyan heye. -
Çadê ragihand ku ew ji Boko Haram rizgar bûye!
Hikumeta Çadê ragihand ku ew ji çeteyên Boko Haram rizgar bûne. Li gorî hikumetê li herêma Lacê endamekî bi tenê yê Boko Haram nemaye. -
Talîbanê nîqaşên bi hikumetê re rawestand
Tevgera Talîbanê nîqaşên ku yekser bi hikumeta Efgan re dikir, rawestand. -
'Maske bi tenê pêşî li belavbûna pandemiyê nagire'
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destnîşan kir, maskeyên niha bên amadekirin divê tenê ji personelên tenduristiyê re bên dayin. -
Covîd-19 gefê li 20 milyon karkerên li Efrîkayê dixwe
Li gorî Çîn, başûrê Ewropayê û DYE'yê, pandemiya Covîd-19 vê gavê bandoreke giran li Efrîkayê nekiriye. Lê belê encamên giran ên aboriyê ji ber pandemiyê li Efrîkayê rû didin. -
Serokwezîrê Îngilistanê Johnson xistin servîsa awarte ya nexweşxaneyê
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johson, ji ber vîrûsa Covîd-19 ku pê ketiye, li servîsa awarte ya nexweşxaneyê hate bicihkirin. -
Hewldanên ji bo peydakirina dermanê Covîd-19
Ji bo dermankirina nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hîn navê dermanekî nehatiye ragihandin, lê belê hewl tê dayin ku bi ceribandinên cuda tedawî yan jî çareserek ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê bê peydakirin. -
Li Fransayê li mala kal û pîran 2 hezar kes mirin
Li Fransayê li mala kal û pîran Ehpadê heta niha 2 hezar kes mirin. -
Covîd-19 dibe ku nexşeya siyasî ya Ewropayê biguherîne
Li gorî lêkolînên dawî, şewba vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye, dengê partiyên populîst ên rastgir ên li Ewropayê gelekî kêm kiriye. Eger rewş bi vî rengî bimîne wê nexşeya siyasî ya parzemînê biguhere. -
Pandemî bû sedema mirina 70 hezar kesî
Pandemiya Covîd-19 li tevahiya cîhanê bû sedema mirina zêdeyî 70 hezar kesî. Zêdeyî milyonek û 260 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.