CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Mismarî: Mutabaqata Netewî bi fuzeyan êrîşî sivîlan kir-NÛ BÛ
Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed El Mismarî, Hikûmeta Mutabaqata Netewî, bi fûzeyan êrîş bire ser jîngehên sivîlan. -
Li Belçîkayê sînordarkirin heta nîvê Gulanê wê bidomin
Li Belçîkayê ku ji 17'ê Adarê û vir ve derketine derve hatiye sînordarkirin, qonax bi qonax heta bi 11'ê Gulanê û 18'ê Gulanê hate dirêjkirin. -
NY’ê bertek nîşanî êrîşên bi firsenda pandemiyê li dijî medyayê tê kirin da
Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet, bertek nîşanî welatên ku pandemiya Covîd-19 wekî fersend dibînin, rojnamegeran digirin û êrîşan dibin li ser medyayên bê alî, da. -
Her diçe bîlançoya Covîd-19 zêdetir dibe
Li tevahî cîhanê 2 milyon û 750 kes bi şewba Koronayê ketiye, 200 hezar kes jî mirine. -
Talîbanan pêşniyara hikûmetê ya agirbesta ji bo Remezanê red kir
Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî ji bo meha Remezanê pêşniyara agirbestekê ji tevgera Talîbanan kir. Telîbanan jî ev pêşniyar red kir. -
Trûmp UV û deterjan pêşniyaz kir, doktor şaş mane!
Li DYE'yê hijmara miriyan digihe 50 hezar kesî, Trûmp hê jî bi tendiristiya gel dilîze. Trûmp ku dixwaze aboriya welêt û xwe xilas bike ji aliyekî ve li hilbijartinê difikire. Li dijî Covîd-19'ê pêşniyara UV û detarjanêkir, doktor şaş mane. -
Ewropa ji Covîd-19'ê bêhtir bi birçîbûnê re hevrû bûye
Li Ewropayê, ku Covîd-19'ê pir bandor li ser kiriye, bi milyonan mirov nema karin zikê xwe têr bikin. -
Bîlanço giran dibe: Li gorî WHO’yê wê têkoşîn hê bidome
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku di meha Kanûnê de li Çînê derket û belavî cîhanê bû, bû sedema mirina 184 hezar kesî û 2 milyon û 600 hezar kes jî bi vîrûsê ketine. -
Krîza Lîbyayê: 15 çeteyên dewleta Tirk hatin destgîrkirin
Hate diyarkirin hin çeteyên ku dewleta Tirk ji bo piştgiriya hikumeta Trablûsê ew şandibûn Lîbyayê, hatine girtin. -
Hejmara rêwiyên hewayî wê bi 1.2 milyar mirovî kêm bibe
Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) texmîna wê yekê kir ku heta meha Îlonê hejmara rêwiyên hewayî bi 1.2 milyar mirovî kêm bibe. -
Wê di 27’ê Gulanê de wesayîta fezayê ya Space X bişînin asîmanan
Di meha Gulanê de wê wesayîta taybet a fezayê Space X bişînin Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. -
Li Başûrê Emerîkayê beriya 10350 salî çandinî dihate kirin
Li Bolîvyayê di encama lêkolînekê de şopa karê çandiniyê yê beriya 10 hezar salî hate dîtin. -
Li NY'yê pêşnûmeya Rûsya û Siûd ya Covîd-19'ê hate redkirin
Li Neteweyên Yekbûyî (NY) du pêşnûmayên cihê yên derbarê têkoşîna dijî Covîd-19'ê, ku Rûsya û Siûdî anîbûn bi wetoya dewletên endam nehate qebûlkirin. -
Krîza aboriyê: Boeîng 7 hezar xebatkarên xwe ji kar derdixîne
Yek ji şîrketên ku krîza aboriyê ya şewba Covîd-19 ji xwe re kir hincet Boeîng e. Boeîngê ragihand ku wê 7 hezar karkerên xwe ji kar derxîne. -
Li Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin
Li nêzî navçeya Narîn a Parêzgeha Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşa lidar xist de 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin. -
HRW’ê ji bo kampên li Yewnanistanê tevbîrên lezgîn xwest
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), ji bo ku hikumeta Yewnanistanê xwe ji krîza tenduristiyê biparêze, banga lezgînî ji bo tedbîrên li kampên penaberan ên li Yewnanistanê kir. -
FT: Hejmara qurbaniyên li Qraliyeta Yekbûyî 41 hezar kes in
Rojnameya Fînancîal Tîmes (FT) li gorî daneyên enstîtuyekê ragihand ku hejmara rastî ya qurbaniyên vîrûsa koronayê li Îngilistanê dibe ku 41 hezar kes bin. -
Covîd-19 dibe ku bibe sedema felaketeke însanî ya global!
Saziyên Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan, ku pandemiya vîrûsa koronayê dibe ku hejmara mirovên gefa birçîbûnê li ser wan heye bi du qatî zêde bike û bibe sedema felaketa însanî. ÎLO'yê jî diyar kir ku bandora pandemiyê dibe ku giran û mayinde be. -
Îranê yekemîn peyka leşkerî şand fezayê
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin, ku di dema krîza pademiyê de wan yekemîn peyka leşkerî bi rengekî 'serketî' şandine. -
Li Latîn Amerîkayê ku xizanî zêde ye, asta krîzê bilind e
Li welatên Latîn Amerîkayê ku şewba Covîd-19 lê belav dibe, tê texmînkirin ku asta krîza aboriyê wê di asteke dîrokî de giran be. -
Rewşa dawî ya Covîd-19'ê
Covîd-19 li cîhanê hê jî dibe sedema mirina bi deh hezaran mirov. Îstatîskên ku dewleta Tirk li ser rewaşa koronayê dide ne pêbawer in. -
Fransa: Em tevgerên Tirkiyê didin ber pirsan
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan got ew hebûna Tirkiyê ya li nav NATO'yê û tevgerên wê didin ber pirsan. -
Lihevkirina Netanyahû-Gantz desteserkirina Şerîa Rojava ye
Peymana hikumeta yekîtiyê ku di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Benny Gantz de hate îmzekirin, desteserkirina beşeke mezin a Şerîa Rojava datîne ber xwe. -
Rewşa tendiristiya Kîm Jong Un krîtîk e?
Malpereke nûçeyan ku li ser înternetê weşanê dike îdîa kir piştî ku lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un Un emeliyay bûye rewşa wî krîtîk e. -
RSF: Ev 10 salên bê, wê ji bo rojnamevaniyê diyarker bin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) diyar kir ku 10 salên bê ji bo rojnamevaniyê wê "deh salên diyarker" bin.