Li Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin
Li nêzî navçeya Narîn a Parêzgeha Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşa lidar xist de 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin.
Li nêzî navçeya Narîn a Parêzgeha Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşa lidar xist de 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin.
Li nêzî navçeya Narîn ku dikeve bakur rojhilatê parêzgeha Diyala, dema karwanê leşkerî derbaz dibû, bombeya ku ji berê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye di hefteyên dawiyê de li gelek deverên Iraqê tevger û êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne. Duh jî di encama çend êrişên cûda de 5 kes ji welatî û leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.