CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Covîd 19: Hejmara miriyan gihişte 250 hezar kesî
Ji ber pandemiya Covîd-19 li tevahî cîhanê hejmara miriyan gihişte 250 hezar kesî. -
Li Derayê 9 polîs hatin destgîrkirin û înfazkirin
Li herêma Dera ya dikeve başûrê Sûriyeyê ji aliyê ‘kesên nenas’ ve 9 polîs hatin revandin û înfazkirin. -
Hêzên Îranê 23 Efgan bi îdîaya 'bi vîrûsê' ne kuştin û avêtin nava çem!
Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi dehan Efgan rawestandin ku hewl didan ji sînor derbas bibin û vegerin mala xwe. Hate ragihandin ku 23 ji wan bi lêdanê kuştine û avêtine nava çem. -
Covîd-19: Polîtîkayên lîberal sîstema tenduristiyê ya Fransayê têk bir
Fransa yek ji çar welatên Ewropayê ye ku berdêla herî giran ji ber vîrûsa koronayê daye. Li Fransayê, encamên giran ên polîtîkayên tenduristiyê yên lîberal tê dîtin, ku hikumet bi salan e vê polîtîkayê dimeşîne. -
Derziya Covîd-19: Trûmp 'xweşbîn' e, Elmanya 'realîst' e
Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku ketiye atmosfera kampanya hilbijartinê, îdîa kir ku wê heta dawiya salê derziya li dijî vîrûsa koronayê amade bikin. Wezîrê Tenduristiyê yê Elmanyayê jî got, çêkirina derziyê dibe ku bi salan bidome. -
Polîsên Swîsreyê li dora mizgefta gumanbar dest bi operasyonê kir
Polîsên Kantona Bernê ya Swîsreyê mizgefta Ar Rahman dorpêç kirin ku ev mizgeft timî bi peydakirina çeteyan ji bo DAÎŞ'ê ketiye rojevê. -
Li Iraqê 77 kesên din bi vîrusê ketin û 2 kes jî mirin
Wezareta Tendirustiya Iraqê bîlançoya 24 saetên dawî weşand ku li gorî wê 77 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. -
DAÎŞ'ê li Diyalayê 4 kes qetil kir
DAÎŞ'ê li bajarê Diyala yê Iraqê êriş bir ser navenda polîsan. Ji ber êrişê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Pisîk jî bi vîrûsê dikevin
Eşkere bû ku vîrûsa korona ya nû li pisîkan jî digere. -
Li Iraqê 66 kesên din bi nexweşiya Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 66 kesên nû bi vîrusa Koronayê ketine û kesek jî miriye. -
Piştî qetlîama Kanadayê çekên êrîşê hatin qedexekirin
Li Kanada ya meha derbasûyî yek ji qetlîama bi çek a herî mezin a dîrokî lê pêk hat, biryara qedexeya çekên êrîşê hate girtin. -
Nîjerya bi encamên giran ên petrolê re rû bi rû maye
Nîjerya ya li Efrîqayê di warê aboriyê de herî pêş e, bi encamên giran a hinaredekirina petrolê re rû bi rû ye. -
Gelo wê Banka Navendî ya Emerîka fonê bide Tirkiyê?
Hikumeta Tirk dixwaze ji Banka Navendî ya Emerika (FED) fonê werbigre. Rayedarek di rêjeyek bilind a Emerîka yê de da diyarkirin ku şensê Tirkiye yê bi destxistina fînansa dolar pir kêm e. -
Her diçe bîlançoya Covîd-19 girantir dibe
Her roja diçe bîlançoya şewba vîrûsa Covîd-19 a li cîhanê girantir dibe. -
Li Enbarê bombeyek bi hêzên Heşdî Şebî ve teqiya
Li bajarê Enbarê bomeyek bi hêzên Heşdî Şebî ve teqiya û di encamê de 2 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn. -
WHO ji bo lêkolînkirina çavkaniya vîrûsê dixwaze biçe Çînê
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber zêdebûna nerazîbûnan, ji bo lêkolînkirina çavkaniya vîrûsê dixwaze biçe Çînê. -
Li cîhana asêmayî çalakiyên cihêreng ên 1'ê Gulanê
Cejna Karker û Kedkaran a îsal, ji ber pandemiya Covîd-19 di nava şert û mercên asêmayî û tevdîran de hate pêşwazîkirin. Li şûna pîrozbahiyên kevneşop, çalakiyên alternatîf hatin lidarxistin. Li Tirkiyeyê jî polîsan êriş birin ser kedkaran. -
Rageşiya navbera DYE û Çînê metna agirbestê ya global asê kir
Ji ber ku DYE û Çîn xwe li hev radikişînin, banga agirbesta global a ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatiye kirin, nabe biryar. -
Li Misrê wesayita zirxî bû hedefa êrişa bombeyî
Li herêma Sîna ya Bakur a Misrê li dijî wesayiteke zirxî êrişeke bombeyî hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrişê çend leşker mirine û birîndar bûne. -
Krîz bandoreke giran li xizmên 'koçberan' dike
Welatên ku beşek hatineya xwe li ser koçberên xwe yên li Ewropayê ne, bi rawestîna herikîna pereyan a ji ber Covîd-19 di nava zor û zehmetiyan de ne. -
Tevdîrên li Fransayê yên li dijî şewbê wê li gorî bajaran cuda bin
Li Ewropayê yek ji welatên ku şewba Covîd-19 bandora herî giran lê kiriye Fransa ye. Tevdîrên nû yên li Fransayê wê li gorî herêman bi rengên kesk, zer û sor bên destnîşankirin. -
Li Iraqê 109 kesên din jî bi vîrusa koronayê ketin
Wezareta Tendirûstiya Iraqê diyar kir ku 109 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 kes jî mirine. -
Laboratûvareke li Çînê: Em dikarin salê 100 milyon aşî hilberînin
Laboratûvareke li Çînê diyar kir ku li dijî Covîd-19’ê ew dikarin salê 100 milyon aşî hilberînin. -
Aboriya Ewropayê serûbin bû
Tê diyarkirin heta demeke nêz kontrola şewbê zehmet e û aboriyên Ewropayê derbeke giran xwarin. -
Hefter banga ji bo agirbestê pejirand
Mareşal Xelîfe Hefter ku li rojhilatê Lîbyayê serdest e, bangên bi wesîleya meha Remezanê ji bo rawestandina operasyonên leşkerî qebûl kir.