CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pêngava aborî' ya YE'yê 27'ê Gulanê ye
Hate ragihandin YE li dijî krîza aborî wê krediyên destekê ya 1 trilyon Euro 27'ê Gulanê ragihîne. -
Sînordariyên li Spanyayê ji bilî Madrîd-Barselonayê radibin
Li Spanyayê ku Covîd-19'ê derbeke giran lê daye ji Duşemê û pê ve wê qedexeya derketina derve were sistkirin, lê ji bo Madrîd û Barselonayê wê sist nekin. -
Li cîhan 4 milyon û 550 hezar kes bi şewbê ketine
Li tevahî cîhanê 4 milyon û 550 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine, 300 hezar jî mirine. -
Êrişa Kabîlê: Ji bo kuştina dayikan hatin
Li paytexta Efganistan Kabîlê Nexweşxaneya Deştê Barşî 12'ê Gulanê bû hedefa êrişê. Doktorên Sînonenas (MSF) diyar kir ku "Ji bo kuştina dayikan hatibûn." -
Ji ber pandemiyê 300 hezar kes mirin
Li tevahî cîhanê 300 hezar kes mirin. Li Tirkiyeyê şewb belavî girtîgehan bûye, lê desthilat tiştekî nake. -
Li Efganistanê Talibanê li biryargeha leşkerî da
Tevgera Talîbanê diyar kir ku li Gardezê ya ku navenda rêveberiya Paktiyayê ya li Efganistanê ye, wan li dijî artêşê çalakiyek li dar xistine. -
Li gorî DYE îlhaka Şerîa Rojava wê zêde bidome
Rayedarên Wezareta Karê Derve ya DYE diyarkirin ku îlhaka herêmên li Şerîa Rojava wê bidome. -
Li Meksîkayê ji ber alkola sixte 42 kes mirin
Li Meksîkayê di merasîma cenaze de ji ber ku alkola sixte vexwarine, herî kêm 42 kes mirin. -
Şerê navbera Talîbanê û artêşê wê giran bibe
Piştî ku hikumeta Efganistanê ragihand ku biryar dane li dijî Talîbanê dest bi operasyonê bikin, Talîbanê jî diyar kir ku wê bi tundê bersivê bidin. -
Li gorî WHO'yê dibe ku vîrûs qet tune nebe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku vîrûsa korona dibe ku tu carî tune nebe û weke nexweşiyekê bimîne ku mirovahî neçar bin pê re bijî. -
Li Fransayê yasaya înternetê ya nîqaşbar hate qebûlkirin
Li Fransayê 'Yasaya Pêşîlêgirtina Nefretê ya li Înternetê'' li gel ku partiyên muxalîf bi aşkereyî li dij radibûn jî, li meclîsê hate qebulkirin. -
Li Cezayîrê rewş ji serdema Boûteflîka girantir e
Di ser hilweşandina rejîma Boûteflîka salek derbas bû, lê belê li Cezayîrê zexteke ji dema Boûteflîka 'girantir û xerabtir' li ciwan û mûxalîfan tê kirin. -
Merkel: Di derbarê êrîşên sîberî yên Rûsyayê de belge hene
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel bal kişand li ser êrîşên sîberî yên Rûsya yên li dijî wan û diyar kir ku belge hene. -
Bîlançoya koronavîrusê giran dibe, li girtîgehan tu tevdîr tune
Li dinyayê ji ber Covîd-19’ê 4 milyon û 368 hezar kes nexweş ketine û 290 hezar kes jî mirine. Girtiyên hatine berdan, dibêjin li girtîgehan tu tevdîr tune. -
NY'yê ji Lubnanê xwest ku Hîzbûllahê bêçek bike
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji hikumeta Lubnanê xwest ku tevgera Hîzbûllahê bêçek bike. -
'Deynê welatên xizan jê bibin'
Zêdeyî 300 parlamenterên ji bîst welatan bang li Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) û Bankaya Cîhanê kirin, ku ji ber encamên aborî yên pandemiya Covîd-19 deynê welatên xizan jê bibin. -
Leşkerên Îsraîlê zarokekî Fîlîstînî yê 15 salî kuşt
Leşkerên Îsraîlê li başûrê Şerîa Rojava ya dagirkirî, di şer de zarokekî Fîlîstînî yê 15 salî kuşt. -
UNÎCEF: Bi Covîd-19'ê re her roj dibe ku 6 hezar mirov bimirin
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kir têkoşîna bi vîrûsa koronayê re li welatên hejar dibe ku rê li ber encamên kambax veke û 6 mehan her roj dibe ku 6 hezar zarok bimirin. -
Li Lîbyayê pîlaneke nû ya bi mohra Hakan Fîdan
Piştî serdana Hakan Fîdan a li Lîbyayê serokê îstîxbaratê yê HLN'ê hate kuştin, fermandariya Trablûsê radestî El Qaîdeyê hate kirin, êrişên li dijî sefaretxaneyên Tirkiye û Îtalyayê hatin organîzekirin û dewleta Tirk qala destwerdanê kir. -
Li Ewropayê sînor girtî ne: Ji aliyê aborî ve bi kêrî kê tê?
Di çarçoveya tevdîrên Covîd-19 de Elmanyayê sînorên xwe yên bi gelek welatan re girt. Ji ber sedemên aboriyê tê xwestin ku sînorê xwe ji nû ve veke. Fransa heta niha xwe nade ber vê yekê. -
Gelo têkoşîna Israîl û Îranê tê asteke din?
Piştî îdîaya ku Îran cara pêşî êrîşa sîber bire ser Israîlê, ku Îran li herêmê weke 'dijmin'ê herî mezin ê Israîlê tê dîtin, şer diçe ser asteke din. -
Bîlançoya koronayê giran dibe: Nêzî 300 hezar kesî mirine
Li tevahiha cîhanê heta niha derdora 4 milyon û 300 hezar kes bi vîrûsê ketine. Kesên ku bi Covîd-19'ê mirine jî gihaye derdora 300 hezarî. -
Di êrîşa li ser nexweşaneyeke Kabîlê de 2 jê pitik 13 kes mirin
Di êrîşa li ser nexweşxaneyeke ya li paytexta Kabîl a Efganistanê de 2 jê pitik 13 kes mirin. -
Li Wûhanê wê testa Covîd-19 li tevahiya civakê bê kirin
Li bajarê Wûhan ê Çînê ku weke çavkaniya vîrûsa koronayê tê dîtin, roja dawî çend nexweşên din ên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Rayedarên ku ji pêla duyemîn bi fikar in, dixwazin li tevahiya nifûsa bajêr testa Covîd-19 çêbikin. -
Li Efganistanê di encama êrişekê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn
Li rojhilatê Efganistanê di merasîmeke cenaze de êrişeke xwekujî hate kirin. Hate ragihandin ku bi dehan kes ji ber êrişê mirine û birîndar bûne.