Li Iraqê 109 kesên din jî bi vîrusa koronayê ketin
Wezareta Tendirûstiya Iraqê diyar kir ku 109 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 kes jî mirine.
Wezareta Tendirûstiya Iraqê diyar kir ku 109 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 kes jî mirine.
Wezareta Tendirûstiya Iraqê ragihand ku 30’ê Nîsana 2020’an li bajarê Bexda, Besra, Necef, Silêmanî, Hewlêr, Diyale, Musena, Babila, Kerbela, Kerkûk û Zîqar 109 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.
Wezaretê diyar kirin ku ji 109 kesî jî 5 kes mirine, di heman demê de ji kesên ku berê bi vîrusê ketîn 20 kes ji wan jî baş bûne.
Bi giştî li Iraqê 2 hezar û 112 kes bi vîrusa koronayê ketine, 97 kes mirine. Her wiha hezar û 266 kesên din jî baş bûn e.