CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Emîsyonên gaza serayê gelekî kêm bûye
Li gorî lêkolînekê, tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine girtin, emîsyona kardbondîoksîtê gelekî kêm kirine. -
Li Brezîlyayê bi dermanên xwezayî xwe ji şewbê diparêzin
Gelên xwecihî yên Brezîlyayê bi saya tedawî û dermanên xwezayî xwe ji şewbê diparêzin. -
Bi karê 60 salî çola mezin ji nû ve şîn bû
Li Çînê çoleke ji deh hezaran kîlometreçargoşeyî careke din şîn bû. Vê yekê nîşan da ku bi hewldanên demdirêj û bi sebir dikare pêşî li çolbûnê bê girtin. -
NY: Gefa hejarbûnê li ser bi milyonan Efrîkayiyan heye
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19’ê li ser bi milyonan Efrîkayiyan gefa hejarbûnê heye. Gûterres bal kişand ser vî tiştî ku pêdivî bi 200 milyar dolaran heye. -
Sonda destpêkê ya Ereb wê Tîrmehê ber bi Marsê ve bi rê bikeve
Emîrat piştî ku sala derbasbûyî astronotek şand fezayê, vê carê jî wê di 15'ê Tîrmehê de sondaya fezayê bişîne Marsê. -
Kursiyên partiya Macron kêm bûn
Li Fransayê piştî ku hate desthilatê û vir ve di nav 3 saan de 26 parlamenteran ji LREM'ê îstîfa kirin, LREM li Meclîsa Netewî kursiyên wê kêm bûne. -
Helîkoptereke leşkerî ya Rûsyayê kete xwarê: Personelên tê de mirin
Li Rûsyayê helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Hate ragihandin ku personelên tê de hemû mirine. -
Asteroîdekî mezin wê di ber cîhanê re derbas bibe
Sibe nîvê şevê wê asteroîdekî mezin nêzî dorhêla cîhanê bibe ku ev yek bûye cihê fikaran. Ji ber ku asteroîd wê di ber cîhanê re derbas bibe, hişyarî tê kirin ku bibe sedema gelek afetên xwezayî. -
Piştî gefa DYE’yê, wê têkildarî WHO ‘lêkolînek serbixwe’ bê kirin
Piştî gefa Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp a wê bi temamî desteka madî ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) qût bike û şûnde, 194 rêxistinên WHO’yê biryara ‘lêkolînkirineke serbixe’ girtin. -
Li cîhanê nêzî 5 milyon kes bi Covîd-19'ê ketine
Hijmara pêketiyan giha 5 milyonan, heta niha ji 320 hezarî zêdetir kes mirine. -
Li Sûriyê 'aliyan' qebûl kirin ku dîsa li Cenevreyê kom bibin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geîr Pedersen diyar kir ku aliyên şer ên Sûriyê qebûl kirine, heke krîza tendiristiyê rê bide, ew dîsa li Cenevreyê kom bibin. -
Li pişt êrîşa sîber a li ser lengergeha Îranê Israîl heye?
Li Şehîd Recaî ku lengergeheke stratejîk a Îranê ye, 9'ê Gulanê kompîtirên ku çûnhatina keştî, qemyonan û veguhazstina bar kontrol dike bi carekê re rawestiye, bi kîlometroyan li pey hev rêz bûn û vê bi rojan domand. -
Li Belûcistanê êrişa bombeyî: 6 paramîlîter mir
Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê, dema ku wesayiteke hêzên paramîlîter tê de bû derbas dibû, teqînek pêk hat. Di encamê de 6 paramîlîter mirin. -
Gelo hevkariya qirêj a Îtalya-Tirkiyeyê ye, yan jî serîtewandine?
Hemwelatiya Îtalyayê Sîlvîa Romano ya ku li Kenyayê ji aliyê rêxistina terorîst El Şebab hatibû revandin di 9’ê Gulana 2020’an de bi operasyonekê hatibû rizgarkirin. Ev operasyon ji operasyoneke rizgarkirinê wêdetir e. -
Boko Haram li Nîjeryayê dîsa qetlîam kir
Boko Haram ên gundek dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê kirin hedef bi kêmanî 20 sivîl qetil kirin, 14 jî birîndar bûn. -
Li selexaneyan vîrus dibe sedema fikaran
Li Elmanya, Fransa û DYE’yê hejmara nexweşên bi vîrusê ketine dibe sedema fikaran. -
Li Efganistanê êrişa bi wesayita bombebarkirî
Li bajarê Gaznî yê li rojhilatê Efganistanê bi wesayiteke bombebarkirî êrişek çêbû. Herî kêm 5 kes ji ber êrişê mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Li Meksîkayê 138 kes ji ber alkola sexte mir
Li Meksîkayê, ji destpêka şewba vîrûsa koronayê û vir ve ji ber vexwarina alkola sexte herî kêm 138 kes mirin. -
Jin a Îzlandayî ya 103 salî heq ji Covîd-19 derket
Helga Gudmundsdottir a 103 salî ku li Îzlandayê dijî, piştî ku heq ji grîba Spanî derket a sedsala derbasbûyî, beriya çend rojan Covîd-19 jî têk bir. -
Îranê keştiyeke petrolê ji Venezûelayê re şand, DYE hişyar kir
Îranê keştiyeke petrolê ji Venezûelayê re şand û diyar kir ku heke DYE keştiyê bide sekinandin wê ‘encamên vî tiştî hebin.’ -
Li Meksîkayê rojnamevanekî din hate kuştin
Li bakurê Meksîkayê rojnamevanekî bi navê Jorge Armenta û polîsekî şaredariyê hate kuştin. Hejmara rojnamevanên ku ji destpêka salê ve hatine kuştin gihîşt 3 kesî. -
Li Başûrê Yemenê hefteyeke şer diqewime
Li Başûrê Yemenê, di navbera hêzên hikumetê yên Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike û hêzên Konseya Demkî ya Başûr ku xweseriya xwe ragihandiye, hefteyeke şer diqewime. Roja Şemiyê ji her du aliyan 14 kes mirin. -
Sefîrê Çînê yê li Israîlê li malê mirî hate dîtin
Sefîrê Çînê yê li Israîlê vê Yekşemê li malê mirî hate dîtin. Polîsan lêpirsîn dane destpêkirin. -
Nifşê nû yê trena magvel wê hîn sexbêr be
Versiyona nû ya trenên bi şiba manyetîk, tê payin ku salên bê li Japonyayê amade bin. Tê payin ku ev tren teserûfa enerjiyê bike. -
Kabuga hate destgîrkirin
Félicien Kabuga ku ji ber qirkirina li Rûandayê lê dihate gerîn, li nêzî Parîsê hate destgîrkirin.