CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kabîlê êrişek çekdarî li nexweşxaneyekê bû
Li paytexta Efganistan Kabîlê li dijî nexweşxaneyeke ku Doktorên Sînornenas (MSF) bi rê ve dibirin, êrişeke çekdarî bû. -
Li Yemenê eniyeke nû ya şer vedibe!
Piştî ku li Başûrê Yemenê xweserî hate ragihandin, hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigirin, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku "Wê li dijî raperîna çekdar şer bikin." -
Kêmbûna belavkirina CO2 tenê bi modelên nû dikare mayinde bibe!
Kêmbûna belavbûna CO2 ku dibe sedema germahiya global van du mehên dawî di asteke dîrokî de didome. Bi stratejiyên hevpar ên piştî krîzê mirovahî dikare vê rewşê bike firsendek. -
Efrîka li stratejiya derketina ji krîzê digere
Bi krîza ekonomîk re li hemberî rîska hejarbûnê welatên Efrîkayê planek amade kirin û hewl didin bandorên krîzê kêmtir bikin. -
Mirovê herî kevn ê li Ewropayê beriya 46 hezar salî jiya bû
Di encama lêkolînekê de ya li Bûlgaristanê, hate ragihandin ku mirovê herî kevn ê li Ewropayê hatiye tespîtkirin, hatiye dîtin. -
Li Efganistanê rêveberekî DAÎŞ’ê hate girtin
Rayedarên Efganistanê ragihand ku ji rayedarên herêma rêxistinkirina Başûrê Asya ya hermên DAÎŞ’ê Ebû Omer Horasanî li gel du kesên pêre girtine. -
Her diçe hejmara kesên bi Covîd-19 ketine zêdetir dibe
Li tevahî cîhanê 4 milyon û 210 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine, 284 hezar kes jî mirine. Gelek welatan tedbîrên li dijî koronayê sist dikin. -
Li Kabîlê 4 mayîn teqiyan, 4 kes birîndar bûn
Li bakurê paytexta Efganistan Kabîlê 4 mayîn teqiyan. Di teqînan de 4 sivîl birîndar bûn. -
Li Meksîkayê gora komî: Herî kêm 25 cesed hatin derxistin
Li derdora Gûadalajara ya li rojavayê Meksîkayê ji goreke komî herî kêm 25 cesed hatin derxistin. -
Li Îsraîl û Îtalyayê erd hejiya
Li paytexta Îtalya Romayê serê sibehê erd hejiya, xisar li kesî nebû. Li Îsraîlê jî du erdhejên sivik rû dan. -
Sadr 100 roj dem da Serokwezîrê nû yê Iraqê Kazimî
Lîderê Şîa yê Iraqê Muqteda Sadr 100 roj dem da hikumeta nû ya Mûstafa Kazimî ku 6 meh piştî îstifaya Adil Abdulmehdî ava bû. -
Îranê li keştiya xwe da, 19 kes mirin
Rejîma Îranê ya ku di meha Çileyê de ‘bi şaşî’ li balefira Boeîng a Ûkraynayê dabû, vê carê jî li keştiyeke xwe ya şer xist û 19 kes mir. -
Desthilatdariya Cezayîrê vîrûsê li dijî tevgera civakî bi kar tîne
Çalakiyên bi daxwaza guhertina rejîma Cezayîrê tên kirin, ji ber şewba Covîd-19 hatin rawestandin. Desthilatdarî dixwaze vîrûsê bi kar bîne û bi vî rengî nerazîbûna gel bitepisîne. -
Li Iraqê careke din xwepêşandanê dest pê kir
Li gelek bajarên Iraqê duh bi şev carek din xwepêşandanan dest pê kir, xwepêşander jî daxwaz dikin ku serokwezîrê nû daxwazên wan pêk bînin. Her wiha xwestin ku li hemû bajaran xwepêşandan jî bêne kirin. -
LÛO: Serokê Îstîxbarata UMH’ê hate kuştin
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku Serokê Îstîxbarata UMH’ê (Hikumeta Mûtabakata Neteweyî) Abdulkadir Tehamî ji aliyê milîsên li Trablûsê hatine kuştin. -
Li Hindistanê protestoya bi cesedan
Li bajarê Vîsakhapatnam ê Hindistanê, felaketa ku ji ber gaza ji ber şîrketa LG Polymers çû rû da, bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19 ketin gihişte 4 milyon kesî
Li tevahî cîhanê nêzî 4 milyon kes bi şewba Covîd-19 ketine, zêdetirî 271 hezar kes jî mirine. -
Li Kongoyê di nava 2 mehan de 200 hezar kes neçarî koçberiyê bûn
Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji ber şideta zêde ya li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) bi sedhezaran kes neçar mane ku cihên xwe biterikînin. -
Saziya NY’yê ji bo koçberên Filistînê daxwaza alîkariya lezgîn kir
Saziya alîkariyê ya koçberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo pêşîgirtina encamên civakî-aborî ên ji ber şewba koronayê daxwaza 100 milyon dolar a alîkariya lezgîn kir. -
Li rojhilatê Efrîkayê karesata lehiyê: Zêdeyî 260 kes mirin
Li rojhilatê Efrîkayê, barana ku çend hefte ne bi dijwarî dibare bû sedema lehiyê. Ji ber karesaetê zêdeyî 260 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Lîbyayê SÎHA'yên Tirkiyeyê anîn xwarê
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku wan li gelek nuqteyên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî xistine û 2 balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk anîne xwarê. -
DYE Patrîotên xwe yên li Erebistana Siûdî vedikişîne
Artêşa Emerîkayê biryar da ku 4 bataryayên xwe yên fuzeyên Patrîot ên li Erebistana Siûdî vekişîne. Li gorî rêveberiya Washîngtonê, gefa Îranê ya li dijî berjewendiyên Emerîkayê li herêmê kêm bûye. -
Çeteyên Lîwa Mûtasim ên li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin li Lîbyayê ne
Ji koma çete ya Lîwa Mûtasim a dewleta Tirk 240 çete ber bi Lîbyayê ve hatin veguhastin. Her wiha komeke din a çete perwerde dike ji bo rojên bê bişîne Lîbyayê. -
Xebatkarên li Kendavê asê mabûn têne derxistin
Ji ber pandemiyê li gel ku karê wan ji dest çûbû jî bi sed hezaran Hindû asê mabûn û nikrabûn vegerin welatê xwe, tehliyekirina ji sed hezarî zêdetir Hîndû dest pê kir. -
Li Îranê erd hejiya
Li paytexta Îran Tehranê bi 5.1 pileyî erd hejiya.