CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin
Li nêzî navçeya Narîn a Parêzgeha Diyalayê çeteyên DAÎŞ’ê di êrîşa lidar xist de 5 leşkerên Iraqî birîndar kirin. -
HRW’ê ji bo kampên li Yewnanistanê tevbîrên lezgîn xwest
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), ji bo ku hikumeta Yewnanistanê xwe ji krîza tenduristiyê biparêze, banga lezgînî ji bo tedbîrên li kampên penaberan ên li Yewnanistanê kir. -
FT: Hejmara qurbaniyên li Qraliyeta Yekbûyî 41 hezar kes in
Rojnameya Fînancîal Tîmes (FT) li gorî daneyên enstîtuyekê ragihand ku hejmara rastî ya qurbaniyên vîrûsa koronayê li Îngilistanê dibe ku 41 hezar kes bin. -
Covîd-19 dibe ku bibe sedema felaketeke însanî ya global!
Saziyên Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan, ku pandemiya vîrûsa koronayê dibe ku hejmara mirovên gefa birçîbûnê li ser wan heye bi du qatî zêde bike û bibe sedema felaketa însanî. ÎLO'yê jî diyar kir ku bandora pandemiyê dibe ku giran û mayinde be. -
Îranê yekemîn peyka leşkerî şand fezayê
Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ragihandin, ku di dema krîza pademiyê de wan yekemîn peyka leşkerî bi rengekî 'serketî' şandine. -
Li Latîn Amerîkayê ku xizanî zêde ye, asta krîzê bilind e
Li welatên Latîn Amerîkayê ku şewba Covîd-19 lê belav dibe, tê texmînkirin ku asta krîza aboriyê wê di asteke dîrokî de giran be. -
Rewşa dawî ya Covîd-19'ê
Covîd-19 li cîhanê hê jî dibe sedema mirina bi deh hezaran mirov. Îstatîskên ku dewleta Tirk li ser rewaşa koronayê dide ne pêbawer in. -
Fransa: Em tevgerên Tirkiyê didin ber pirsan
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan got ew hebûna Tirkiyê ya li nav NATO'yê û tevgerên wê didin ber pirsan. -
Lihevkirina Netanyahû-Gantz desteserkirina Şerîa Rojava ye
Peymana hikumeta yekîtiyê ku di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Benny Gantz de hate îmzekirin, desteserkirina beşeke mezin a Şerîa Rojava datîne ber xwe. -
Rewşa tendiristiya Kîm Jong Un krîtîk e?
Malpereke nûçeyan ku li ser înternetê weşanê dike îdîa kir piştî ku lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un Un emeliyay bûye rewşa wî krîtîk e. -
RSF: Ev 10 salên bê, wê ji bo rojnamevaniyê diyarker bin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) diyar kir ku 10 salên bê ji bo rojnamevaniyê wê "deh salên diyarker" bin. -
Rîska ku vîrûs bi rêya zarokan belav bibe, dibe ku kêm be
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, rîska ku zarok vîrûsa Covîd-19 belav bike, ji ya mezinan gelekî kêmtir e. -
Li Qraliyeta Yekbûyî îflas di asta rekorê de ye
Li Qraliyeta Yekbûyî ku yek ji wan welatan e ku krîza aboriyê ya heyî bandoreke giran lê kiriye, di nava meh û nîvekê de 70 ji sedî rêjeya îflasê zêde bû. -
Her diçe bîlançoya Covîd-19 giran dibe
Her diçe hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêdetir dibin, derket holê ku desthilata AKP-MHP’ê bi hejmara kesên dimirin dilîze. Li Tirkiyeyê bi taybet girtî, kedkar, tenduristvan di xeteriyê de ne. -
Dewleta Tirk li Lîbyayê amadekariyên êrîşekê dike
Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya ya navenda wê Lobrûk e Ahmed El Mismarî, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji şeba vîrûsa Korona fersendê dibîne, ji bo êrîşî bajarê Tarhûna ya dikeve başûrê paytext Trablûsê amadekariyê êrîşêkê dike. -
Li Lîbyayê herî kêm 199 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, herî kêm 199 çeteyên dewleta Tirk ên destekê didin hikumeta Trablûsê li Lîbyayê hatine kuştin. -
Li Efganistanê êrişên Talîbanê: Zêdeyî 30 kes mirin
Li gelek eyaletên Efganistanê, di êrişên Talîbanê de herî kêm 23 leşker û polîs û 9 sivîl mirin. -
Remezana îsal: Fitar û nimêja bi komî nayên kirin
Civata Misilman meha Remezanê ya îsal di dema pandemiya Covîd-19 de pêşwazî dike. Ji ber tevdîrên mayina li malê fitar û nimêjên bi komî wê neyên kirin. -
Li Îsraîlê bi hezaran kesî 'ji bo rizgarkirina demokrasiyê' çalakî kirin
Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê, bi hezaran kes li gorî pîvana 'xwevegirtina ji hev' a civakî, bi du metreyan dûrî hev li hev kom bûn û ji bo 'rizgarkirina demokrasiyê' çalakî kirin. -
HRW: Hêzên Bûrkîna Faso 31 sivîl înfaz kirin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso li bakurê welêt 31 sivîl înfaz kirin. -
Li derdora Gola Çadê têkoşîna li dijî çeteyan bi dijwarî didome
Ji serê sala 2009’an û vir ve çeteyên Boko Haram li Efrîkayê gelek qetlîman dikin. Ji ber ku li derdora Gola Çadê welat bi hev re tevnagerin, Boko Haram qetlîamên xwe didomîne. -
Li Kanadayê êrîşa çekdarî, herî kêm 16 kes mirin
Li eyaleta Îskoçyaya Nû ya li rojhilatê Kanayê kesekî çekdar êrîş kir. Di êrîşê de herî kêm 16 kes mirin. -
Li Efrîkayê ji bo Covîd-19’ê hişyarî hate kirin
Şewba Covîd-19’ê li ser welatên Efrîkayê gefeke mezin e. Li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê li 41 welatên Efrîkayê bi tenê 2 hezar cîhazên bêhstendinê hene. -
44 endamên Boko Haram ên li girtîgeha Çadê mirin
Herî kêm 44 endamên Boko Haram ku di operasyonên leşkerî de li Çadê hatin girtin, hate ragihandin ku li girtîgehê 'mirî' hatine dîtin. -
Operasyona rizgarkirina koçberan hate sekinadin
Hevkariya di navbera MSF û SOS Medîterranee ya bi operasyonan di nava 4 salan de nêzî 30 hezar koçber, ji ber Covîd-19 giha astekî rawestanê.