Rewşa tendiristiya Kîm Jong Un krîtîk e?

Malpereke nûçeyan ku li ser înternetê weşanê dike îdîa kir piştî ku lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un Un emeliyay bûye rewşa wî krîtîk e.

Li gorî malperya Daîly NK'ê ku yên ji pergala Koreya Bakur firar kirine ava kirine, lîderê Koreya Bakur Nîsanê emeliyat bûye û ji ber pirsgirêkên kardiyovakuleran ne baş bûye.

CNN Internatîonal xwe sparte ser rayedarekî Emerîkî û got Washîngton rapirsîna van agahiyan dike.

Yek ji berdevkê Serokkomariya Koreya Başûr got, ''Tiştekî ku were piştrastkirin nîne û li Koreya Bakur ti tevgerek nehatiye tespîtkirin.''

Rayedarekî payebilind ê Koreya Başûr ji ajansa Yonhap re axivî û got, agahiyên ku dibêjin Kîm Jong Un bi nexweşiyeke giran e, ne rast e.

Kîm Jong Un 11'ê Nîsanê derkete pêşberî raya giştî. Rêveberiya Pyongyangê ji ber pandemiya Covîd-19'ê sînorên xwe girt û tevgera gel sînordar kir. Rayedar hê jî dibêjin ti weqa nînin.