CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindistanê protestoya bi cesedan
Li bajarê Vîsakhapatnam ê Hindistanê, felaketa ku ji ber gaza ji ber şîrketa LG Polymers çû rû da, bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19 ketin gihişte 4 milyon kesî
Li tevahî cîhanê nêzî 4 milyon kes bi şewba Covîd-19 ketine, zêdetirî 271 hezar kes jî mirine. -
Li Kongoyê di nava 2 mehan de 200 hezar kes neçarî koçberiyê bûn
Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji ber şideta zêde ya li Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) bi sedhezaran kes neçar mane ku cihên xwe biterikînin. -
Saziya NY’yê ji bo koçberên Filistînê daxwaza alîkariya lezgîn kir
Saziya alîkariyê ya koçberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji bo pêşîgirtina encamên civakî-aborî ên ji ber şewba koronayê daxwaza 100 milyon dolar a alîkariya lezgîn kir. -
Li rojhilatê Efrîkayê karesata lehiyê: Zêdeyî 260 kes mirin
Li rojhilatê Efrîkayê, barana ku çend hefte ne bi dijwarî dibare bû sedema lehiyê. Ji ber karesaetê zêdeyî 260 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Lîbyayê SÎHA'yên Tirkiyeyê anîn xwarê
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku wan li gelek nuqteyên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî xistine û 2 balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk anîne xwarê. -
DYE Patrîotên xwe yên li Erebistana Siûdî vedikişîne
Artêşa Emerîkayê biryar da ku 4 bataryayên xwe yên fuzeyên Patrîot ên li Erebistana Siûdî vekişîne. Li gorî rêveberiya Washîngtonê, gefa Îranê ya li dijî berjewendiyên Emerîkayê li herêmê kêm bûye. -
Çeteyên Lîwa Mûtasim ên li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin li Lîbyayê ne
Ji koma çete ya Lîwa Mûtasim a dewleta Tirk 240 çete ber bi Lîbyayê ve hatin veguhastin. Her wiha komeke din a çete perwerde dike ji bo rojên bê bişîne Lîbyayê. -
Xebatkarên li Kendavê asê mabûn têne derxistin
Ji ber pandemiyê li gel ku karê wan ji dest çûbû jî bi sed hezaran Hindû asê mabûn û nikrabûn vegerin welatê xwe, tehliyekirina ji sed hezarî zêdetir Hîndû dest pê kir. -
Li Îranê erd hejiya
Li paytexta Îran Tehranê bi 5.1 pileyî erd hejiya. -
Covîd-19 li tûrîzmê da, avhewa jî rizgar kir
Tûrîzma navneteweyî ji ber metirsiya şewbê li ber têkçûnê ye. Hate dîtin ku bandora tûrîzma zêde ya bêkontrol a li ser hawirdorê û avhewayê nemaye. -
Li fabrîkeyeke Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin
Li fabrîkeyeke polyesterê ya li bajarê Vîsakhapatnamê ya Hindistanê ji ber gazê 11 kes mirin. Gazê bandor li hezaran kesan kir. -
Ji ber koronavîrusê 264 hezar kes mirin
Pandemiya koronavîrusê li dinyayê bû sedema mirina 264 hezar kesan. 150 hezar kes li Ewropayê mirin. -
Sûdanî dixwazin dewra El Beşîr bi temamî bigirin
Partiya Kongreya Netewî (NCP) ya dîktatorê hilweşiyayî yê Sûdanê Omer El Beşîr hate feshkirin û dest li ser hemû malk û milkê wî hate danîn. -
Li Efrîkayê dermanên sexte yên Covîd-19 gefê li mirovan dixwin
Li welatên Efrîkayê ku sîstemên wan ên tenduristiyê ji şewba Covîd-19 re neamade ne, dermanên sexte yên li dijî vîrûsa koronayê li bazarê tên firotin ku ev yek dikare bibe sedema encamên giran. -
Dibe ku ji 200 hezarî zêdetir xebatkarên tenduristiyê pê ketibin
Hate ragihandin li cîhanê 100 hezar xebatkarên tenduristiyê jî bi Covîd-19'ê ketine û hate diyarkirin dibe ku hijmara rastîn pir zêdetir be. -
Li Îsraîlê hikumet bi rengekî fermî ava bû
Li Îsraîlê, hikumeta koalîsyonê ya navbera Serokwezîr Netanyahû û Benny Gantz ku zêdeyî saleke hewldan jê re çêdibûn, dawiya dawî ava bû. Dadgeriya bilind hikumeta koalîsyonê pejirand. -
Covîd-19’ê bandoreke neyînî li aboriya Emerîkayê kir
Pandemiya Covîd-19’ê ekonomiya Emerîkayê serobin kir. Di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê zêdetir bû. -
Îzlanda astengî û qedexeyên ji ber koronayê radike
Hikumeta Îzlandayê piştî roja Duşemê astengî û qedexeyên ji ber pandemiya Covîd-19’ê radike. -
Îsraîl: Heta ku Îran ji Sûriyeyê dernekeve em ê nesekinin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, heta ku Îran ji Sûriyeyê derkeve wê operasyonên xwe bidomînin. -
Neteweyên Yekbûyî ji bo astengdaran bang li hikumetan kir
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres bang li hikumetan kir, ji bo astengdaran ku li tevahiya cîhanê derdora milyarek mirov in, tevdîran werbigirin. -
Li Fransayê çêkirina maskeyan êdî bi dildarî nema dimeşe
Terziyên Ewropa yên ku maske çêdikin nema dixwazin bi belaşî werin xebitandin. -
Pirsgirêka Efrîkayê ji Covîd-19 girantir e: Birçîbûn
Li gorî lêkolîneke hevpar a saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara mirovên mirovên birçî dimînin ku meha derbasbûyî 135 milyon kes bû, wê ji ber şewba Covîd-19 bi taybetî li Efrîkayê gelekî zêde bibe. -
Bîlançoya Covîd-19'ê: 252 hezarî zêdetir kes mirine
Li cîhanê ji ber Covîd-19'ê heta vê gavê ji 252 hezarî zêdetir kes mirine Û 3 milyon û 665 hezar kes pê ketine. -
Wezîra Karê Derve ya Swêd Lînde:Divê li gorî pîvanên navneteweyî tevger bikin!
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anna Lînde, bersiva pêşnûmepirseke ya li ser oparasyonên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê û qetilkirina 3 sivîlan a li Mexmûrê, da.