CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di 11 rojan de zêdeyî milyonek mirov bi vîrûsê ketin
Li tevahiya cîhanê hijmara pêketiyên Covîd-19'ê ji 5,6 milyonî bihurî. Di 11 rojên dawî de ji 1 milyonî zêdetir mirov bi vê vîrûsê ketin. -
Fikar hene ku pêla koçberiyê ya li Derya Spî zêde bibe
Felaketeke keştiyê ku çend roj berê li Derya Spî rû da, weke nîşaneya pêla nû ya koçberiya ji Efrîkayê ber bi Ewropayê tê dîtin. -
Li Rûsyayê helîkoptera leşkerî kete xwarê
Li Rûsyayê, helîkoptereke leşkerî ya bi tîpa Mî-8 di dema tetbîqatê de kete xwarê. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Du medyayên mezin Bolsonaro boykot kirin
Du medyayên mezin ên li Brezîlyayê, ragihandin ku ew nema civînên çapemeniyê yên nefermî yên Serokkomarê rastgir Jaîr Bolsonaro dişopînin. -
Hewldana avêtina fuzeya peykê ji balafirê bi ser neket
Li DYE'yê, hewldaneke avêtina fuzeya peykê ya bi maliyeteke kêm, bi ser neket. -
Tedbîrên li dijî şewba Koronayê tên sistkirin
Li tevahiya cîhanê 5 milyon û 500 hezar kes zêdetir bi şewba Koronayê ketine, nêzî 347 hezar kes jî mirine. Her wiha li gelek bajarên cîhanên jî tedbîrên ku li malê bimînin tên sistkirin. -
Agirbesta li Efganistanê ketî meryetê dewam dike
Agirbesta ji bo 3 rojan a di navbera Hikûmeta Efganistan û Talîbanan de ketibû meryetê di roja 2’an de jî dewam dike. Hikûmetê soz da ku wê 2 hezar endamên Talîbanan berdin. -
Çîn wê sondaya xwe ya yekemîn di Tîrmehê de bişîne Marsê
Rêveberiya Çînê ji bo ku robota biçûk a sondaya fezayê di meha Tîrmehê de bişîne Marsê, amadekariyan dike. -
Zêdeyî 10 milyon kesî li ser înternetê serdana Loûvre kirin
Yek ji muzeyên navdar ên cîhanê Loûvre ji ber şewba vîrûsa koronayê 3 meh in girtî ye. Lê bi rêya înternetê bi milyonan kesî serdana Loûvreyê kirin. -
DYE ji şadina çekan a ji bo Lîbyayê aciz e
Di vê demê de ku li Lîbya şerê navxweyî gur dibe, DYE ji Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya ku ji derveyî DYE desteka çek û cebilxaneyek zêde digire rexne kir, daxwaza lezgîn a agirbestekê kir. -
Li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 100 hezarî derbas kir
Li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn nîşaneya sînorî ya xwe ya 100 hezarî derbas kir. -
Li Pakistanê balafira rêwiyan kete xwarê
Li bajarê Karaçî yê pakistanê balafireke rêwiyan kete xwarê ku zêdeyî 100 kes tê de bûn. -
Êrîşa çekdar hate ser baregeha leşkerî ya Texasê
Vê sibehê êrîşeke çekdarî hate ser baregeha leşkerî ya Texasê ya DYE'yê, leşkerek birîndar bû. Kesê ku gule reşandî mir, lêpirsînê dest pê kir. -
DYE'yê xwe ji peymana 'Ezmanê Vekirî' vekişand
Serokê DYE'yê Donald Trûmp ragihand ku wan xwe ji peymana "Ezmanê Vekirî" vekişandine ku ev peyman tevdîrên ji bo bisînorkirina liv û tevgera leşkerî û biçekbûnê kontrol dike. -
Urdun: Heke tevîxwe bikin, têkilî ji nû ve wê werin nirxandin
Urdunê diyar kir, heke dagirkirina li Şerîa ya Rojava veguhere ser tevîxwekirinê wê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re ji nû ve binirxînin. -
Bandora felaketên meteorolojîk ên li Efrîkayê dibe ku bê kêmkirin
Li Efrîkayê her sal bahozên dijwar dibin sedema hilweşîneke mezin û xurekê kêm dike. Bernameyeke nû ya ku bahozên dijwar dikare bişopîne hate amadekirin. -
NY ji bo 160 koçberên li Behra Spî bang kir
Neteweyên Yekbûyî ji bo 160 koçberên ku du hefte ne li Behra Spî asê mane, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bila peymanekê çêbikin. -
5 milyon kes zêdetir bi Covîd-19 ketine
Li tevahî cîhanê 5 milyon kes bi şewba Covîd-19 ketine, 330 hezar kes jî mirine. -
Şehîdên meha Gulanê li Torontoyê hatin bîranîn
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, endamên Komîsyona Ciwanan li Navenda Civaka Kurd li hev kom bûn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. -
Tê xwestin ku 35 sal ceza li serokkomara berê ya Koreya Başûr bê birîn
Li Koreya Başûr ji ber nelirêtî û peywira xwe ji bo tiştên xerab pêk aniye, tê xwestin ku 35 sal cezayê girtîgehê li serokkomara berê ya Koreya Başûr Park Geûn-hye bê birîn. -
Li selexaneyên li Fransayê jî gelek kes bi vîrûsê ketine
Piştî Elmanyayê li Fransayê jî nexweşên bi vîrûsa koronayê li hin selexeneyan hate dîtin. Hejmara nexweşan zêde dibin. -
Li Hindistan û Bangladeşê bagera Amphanê rabû
Bagera Amphanê ku li rojhilatê Hindistanê û Bangladeşê rabû, bû sedem ku ava deryayê bi kîlometreyan biherike nava qada bejahî. Bi milyonan mirov ji herêmê hatin veguhastin. -
HDP: Rûsya û Tirkiye divê qirkirina Çerkesan nas bikin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo qirkirina Çerkesan nas bikin ku sala 1864'an li Rûsya Çarlik bû, her wiha ji bo qebûlkirina daxwazên Çerkesan bang li Rûsya û Tirkiyeyê kir. -
Êdî kes bi trajediya koçberan a li Derya Spî nahese
Piştî ku keştiyên dawî jî ji aliyê Îtalyayê ve hatin desteserkirin, fikar tên kirin ku li Derya Spî dramên koçberan bi rengekî bêdeng zêde bibin, ku kes pê nehesin. -
Talîban: Em girêdayî peymana bi DYE’yê re ne
Tevgera Talîbanê diyar kir ku ew girêdayî peymana bi DYE’yê re ya ku di meha Sibatê de hatibû îmzekirin.