CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parçeyên helîkoptera NATO ya winda bû, hatin dîtin
Helîkoptereke Kanadayê ku tevlî operasyoneke NATO'yê bû û êvara Çarşemê winda bû, parçeyên wê li derya Iyonya ya navbera Îtalya û Yewnanistanê hatin dîtin. -
Li ser bandora dermanê Remdesîvîr îdîayên cuda hene
Hate îdîakirin ku dermanê 'remdesîvîr' ê li DYE'yê ji bo tedawiya Covîd-19 tê bikaranîn, pêvajoya başbûnê bêhtir xurt dike. Hate ragihandin ku heman derman li Çînê encameke neyînî derxistiye holê. -
Li Kerkûkê berpirsekî mezin ê DAÎŞ’ê hate destgîrkirin
Hêzên Tabura 61’ê li bajarê Kerkûkê ragihand ku çeteyekî mezin ê DAÎŞ’ê hatiye destgîrkirin. -
Krîza Covîd-19’ê zêde dibe
Pandemiya Covîd-19’ê li dinyayê dibe sedema mirina gelek kesan û gelek welatan jî dest bi sistkirina tevdîran kirin. -
Weqfa Elman: Tirkiye êdî ne demokrasî ye
Di Endeksa Veguherînê ya Weqfa Bertelsmannê de hate destnîşankirin ku Tirkiye êdî demokrasî nîne, dîktatoriyeke di pratîkê de ye. -
Li Kabîlê êrişa xwekujî
Li paytexta Efganistan Kabîlê di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 3 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn. -
Covîd-19 dibe ku bibe sedema lareşê
Bijîşkên li DYE’yê diyar kirin ku nexweşên Covîd-19’ê piştî rihet bibin dibe ku di xwîna wan de pixtî çêbibe. -
IRC: Hejmara nexweşan dibe ku bigihêje milyarek mirovî
Saziya alîkariya însanî ya navneteweyî International Rescue Committe (IRC) hişyarî da ku eger alîkariya lezgîn li welatên dezavantajê neyê kirin hejmara mirovên bi vîrûsa koronayê bikevin dibe ku bigihêje milyarek mirovî. -
Li Efrîkayê xizanî û qedexeyên Covîd-19 bi hev re nameşin
Li welatên Efrîkayê ku li dijî şewba Covîd-19 tevdîrên tund hatine girtin, ji ber nerazîbûna li qedexeyan, hikumet neçar dimînin ku tevdîran sist bikin. -
Awûstralya di lêpirsîna têkildarî vîrûsa koronayê de israr dike
Awûstralyayê xwest, têkildarî vîrûsa koronayê ya nû lêpirsînek di asta navneteweyî de bê kirin. Çînê nerazîbûn nîşan da. Serokwezîrê Awûstralyayê îdîa kir ku lêpirsîn bi taybetî li dijî welatekî nîne. -
Li Libnanê serhildana ciwanan mezin dibe
Gelê Libnanê ku ji gendelî û rêveberiya neçê bêzar bûye, roja bihurî ji bo ciwanekî ku hatibû qetilkirin tevahiya şeva bihurî li ser piyan bû. -
Bîlançoya dawî ya pandemiyê
Li tevahiya cîhanê heta niha 212 hezar mirov ji ber Covîd-19'ê mirine. Rejîma Tirk îstatîstikên rast ên Covîd-19'ê vedişêre. -
Li Îranê di nava 2 mehan de 525 kes ji ber alkola sexte mirin
Li gorî berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ji 20 Sibatê heta niha 5 hezar û 11 kes ji ber vexwarina alkola sexte jehrî bûne ku ji wan 525 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Dewleta Tirk li Lîbyayê 5 sivîl kuştin
Balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarê Mîzda yê li rojavayê Lîbyayê barandin û herî kêm 5 sivîl kuştin. -
Li Dinyayê 50 milyon kesan ji neçarî koç kirin
Mala Çavdêriyê ya Rewşên Koça Navxweyî (IDMC) diyar kir ku ji ber şer û karesetan di sala 2019’an de 50 milyon kesan koç kirine. -
Di Çileyê de Trûmp gelek caran ji ber koronayê hatiye hişyarkirin
Serokê DYE’yê Donald Trûmp yê ku dixwest bila Çîn hesap bide, ji meha Çileyê û vir ve herî kêm 12 caran hatiye hişyarkirin. -
Li Îngîltereyê ji bo nexweşiya bi ta hişyarî hate kirin
Li Îngîltereyê rayedarên venihêrîna kûr bal kişandin ser nexweşiyeke bi ta ya li ser zarokan û diyar kirin dibe ku Koronavîrus SARS-Cov-2 be. -
Di dema Covîd-19 de metirsî û gefa şewba tayê mezin dibe
Bala cîhanê li ser têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 ye. Di demeke wiha de li parzemîna Efrîkayê ku ji ber tevdîrên şewbê alîkarî nayê şandin, jiyana bi sed hezaran mirovî ji ber tayê di metirsiyê de ye. -
Hafter ragihand ku bûye lîderê Lîbyayê
Lîderê Artêşa Netewî ya Lîbya Xelîfe Hafter ragihand ku Peymana Suheyrat a di bin sêwana NY’yê de hate îmzekirin ‘serweriya xwe ji dest daye’, gel raye daye wî û ew jî bûye lîderê welat. -
Hejmara kesên ji ber Koronayê mirin 200 hezarî derbas kir
Li gelemperiya cîhanê 3 milyon kes bi şewba Koronayê ketiye û zêdetirî 200 hezar kes jî mirine. Li Tirkiyeyê jî yên nan li gel parve dikin û desthilata AKP-MHP’ê rexne jî dike tên destgîrkirin. -
NY ji hikumetan re got: Rewşên lezgîn wekî çekê bi kar neynin
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet bang li welatan kir ku bila li gorî rêzikên hiqûqî tevbigerin û rayeyên rewşa lezgîn sûîstîmal nekin. -
Başûrê Yemenê xweseriya xwe ragihand
Konseya Demkî ya Başûr a li Yemenê roja Yekşemê xweseriya xwe ragihand. Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî xweserî red kir. -
Li Lîbyayê 5 ÎHA’yên dewlet Tirk hate xistin
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LÛO) diyar kir ku wan 5 wesayîtên dewleta Tirk a dagirker xistine. -
Xwecihiyên Emerîkî daxwaza alîkariyê dikin
Bi navê lîderên kabîleyên xwecihî yên li daristanên Amazonê Jose Gregorio Diaz Mirabal daxuyanî da û got, li dijî pandemiya Covîd-19 ne doktor, ne derman ne jî binesaziyeke wan heye. -
Li Îranê di nava 24 saetan de 1134 kes bi koronayê ketine
Li Îranê di nava 24 saetên dawî de hezar û 1134 kesên din bi vîrusa koronayê ketin, her wiha 76 kes jî ji ber vîrusê mirine.