Covîd-19 dibe ku bibe sedema lareşê
Bijîşkên li DYE’yê diyar kirin ku nexweşên Covîd-19’ê piştî rihet bibin dibe ku di xwîna wan de pixtî çêbibe.
Bijîşkên li DYE’yê diyar kirin ku nexweşên Covîd-19’ê piştî rihet bibin dibe ku di xwîna wan de pixtî çêbibe.
Tê diyarkirin ku vîrusa Covîd-19’ê ji xeynî pişik û gurçikê, di xwînê de jî rê li ber xisarên mezin vedike.
Hate diyarkirin ku li bajarê Los Angeles a DYE’yê nexweşekî Covîd-19’ê piştî ku 19 rojan di beşa venêrîna kûr de maye, bijîşk neçar mane ku lingekî wî jêkin. Tê diyarkirin ev kes aktorê ji Kanadayê Nîck Cordero ye.
Hate ragihandin ku ev kes dema di beşa venêrîna kûr de ye, damarên lingê wî xitimîne û lareş lê peyda bûye. Tê diyarkirin ku ev kes berê nexweşiyeke wî ya wisa tunebûye û ev pixtîbûna xwînê ji ber koronavîrusê pêk hatiye.
Hate ragihandin ku di gelek nexweşan de ev pixtîbûna xwînê çêbûye û ev pixtîbûna xwînê dibe sedema krîza dil û felcê.
Li gorî agahiyan du nexweşên Covîd-19’ê bi lareşê ketine, yek jê destê wî û yê din jî divê 4 tiliyên wî were jêkirin. Tê diyarkirin ku ev pixtîbûna xwînê bi ameliyatê nayê şikandin û divê lebatê wan were jêkirin.