NY: Eger piştevanî nebe wê jiyana bi milyonan di xeteriyê de be

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres hişyariya ku eger li dijî pandemiya vîrûsa Korona piştevanî nebe, di serî de welatên hejar wê jiyana bi milyonan kesî bikeve xeteriyê, da.

Gûterres têkildarî vîrûsa nû ya bi navê Korona (Covîd-19) a Kanûnê li Çînê derket hişyarî da welatan.

Sekreterê Giştî yê NY Guterres got: “Eger ku em rê bidin mîna şewatê vîrûs belavî herêmên herî nazik ên cîhanê bibe, ev wê bi milyonan mirov bikuje.”

Gûterres ê bi rêya vîdeoyekê civîneke ji çapemeniyê re kir got: “Piştevaniyeke kurevî ne tenê neçariyeke exlaqî, di berjewendiyê her kesê de ye.”