Îranê piştî 60 salan cara pêşîn ji ÎMF’ê pere xwest
Rejîma Îranê ji bo li dijî koronavîrusê bixebite, ji ÎMF’ê kredî xwest.
Rejîma Îranê ji bo li dijî koronavîrusê bixebite, ji ÎMF’ê kredî xwest.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê ji Midûrê Giştî yê ÎMF’ê Krîstîna Georgîeva bixwazin ku bila alîkariya fînansmanê bidin welatên ku koronavîrus lê hatine tespîtkirin.
Îran di navbera salên 1960 û 1962’an de sûd ji kredîya ÎMF’ê wergirtibû.
Divê Desteya Rêveberiyê vê biryarê pesend bike. Lê di warê pratîk de tu biryar ji xeynî îradeya DYE’yê nayê stendin. DYE jî li hemberî Îranê zextên xurt dike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê Serokê Bankeya Navendî ya Îranê Abdulnasir Hemmatî diyar kiriye ku ji bo ew sûdê ji kredîyê werbigirin wan di 6’ê Adarê de nameya fermî ragihandine.
Li Îranê di 24 saetên dawîn de li gorî daxuyaniyên fermî herî kêm 75 kes ji ber koronavîrusê mirine. Hejmara miriyan jî bûye 429 û hejmara nexweşan jî bi ser 10 hezaran ketiye.