CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Tanzanyayê di merasîma olî de pê li hev kirin: 20 kes mirin
Li bakurê Tanzanyayê di merasîmeke olî de mirovan pê li hev kirin. Herî kêm 20 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Helwestên li hemberî serokwezîrê nû yê Iraqê
Li Iraqê ji 1’ê Cotmehê û vir ve protestoyên ji bo guherandina pergalê tê kirin. Di vê pêvajoyê de serokwezîrekî nû hate hilbijartin. Heta mehekê divê Mûhammed Tevfîk Allavî hikumetê ava bike. Helwesta li kolanan jî bûye du parçe. -
Îran peykeke nû ya çavdêriyê difirîne
Rejîma Îranê xwe kar dike ku bi navê "çavdêriya zanistî" peykeke nû bifirîne fezayê. -
Îsraîlê ji hewayî ve li Hamasê da
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê roketên ji Gazzeyê ber bi başûrê Îsraîlê re hatine avêtin ji xwe re kir hincet û li Hamasê da. -
Yekemcar kesek li derveyî Çînê ji ber vîrûsa Korona jiyan xwe ji dest da
Şewba vîrûsa Korona yekemcar li derveyî Çînê li Fîlîpînê rê li ber mirina kesekî vekir. -
Serokwezîrê nû yê Iraqê diyar bû
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo serokwezîrtiyê Mûhammed Tevfîq Ellavî erkdar kir. -
Vîrûsa Korona: Hejmara miriyan bû 259
Hate diyarkirin ji ber koronavîrusa li Çînê 259 kes mirine. -
Wê DYE mayinên antî-personel dîsa bi kar bîne
Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku wan biryara qedexekirina bikaranîna mayinên antî-personel rakirine. -
Kremlîn: Em gotinên Erdogan qebûl nakin
Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku ew gotinên Erdogan qebûl nakin ku Erdogan gotibû, "Rûsya li gorî Soçî û Astanayê tevnagere." -
Vîrûsa Korona: Mirin zêde dibe, WHO'yê rewşa lezgîn ragihand
Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan 210 kes derbas kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand. -
Ji ber vîrûsa Korona 7 hezar kes di nav keştiyê de asê man
Ji ber vîrûsa li Çînê derketibû, keştiya ku 7 hezar rêwî li xwe digirt, li peravên Îtalyayê bloke bû. -
Metirsiya vîrûsa Korona mezin dibe: 170 kes mirin
Vîrûsa Korona ku meha Kanûnê li Çînê der bû, bi lez belav dibe. Heta niha 170 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. 7 hezar û 700 kes jî bi vîrûsê ketine. -
Krîza li Lubnanê: Ciwan welêt diterikînin
Li Lubnanê ku bi mehan e li dijî rêveberiya nebaş û nelirêtiyê berxwedan dewam dike, di nava du mehan de bi sed hezaran ciwanan welatê xwe terikandin. -
Hûsiyan bombe li tesîsên Siûdiyê barandin
Milîsên Hûsiyan ên Yemenê bombe li tesîsa Aramco ya şîrketa petrolê ya Erebîsta Siûdî jî di nav de li gelek nuqteyên girîng barandin. -
‘Di xwepêşandanên Iraqê de 121 hewldanên revandinê pêk hatine’
Endamê Rêxistina Mafê Mirov ya Iraqê Fazil Xerawî anî ziman ku di xwepêşandanên li Iraqê de 121 bûyerên revandinê pêk hatine. Xerawî daxwaz ji hikûmetê kirin ku canê welatiyan û xwepêşander bêne parastin. -
Yekîtiya Ereb: Plana Trûmp binpêkirina mafên Filistînê ye
Yekîtiya Ereb nerazîbûn nîşanî plana Serokê DYE'yê Donald Trûmp a li ser Rojhilata Navîn da û diyar kir, ev yek binpêkirina mafên rewa yê Filistîniyan e. -
Rûsya: Tevî Çînê em li ser dermanekî dixebitin
Rûsyayê diyar kir ku li hemberî koronavîrusê ew tevî Çînê li ser dermanekî dixebitin. -
Modî: Hindistan di 10 rojan de dikare Pakistanê têk bibe
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî diyar kir, kapasîteya leşkerî ya Hindistanê heye ku eger bi Pakistanê re bikevin şerekî çekdarî wê di nava 10 rojan de karibin Pakistanê têk bibin. -
Li Çînê 132 kes ji ber koronavîrusê mirin
Li Çînê 132 kes ji ber koronavîrusê mirin. Ev hejmar ji hejmara mirinên ji ber vîrusa Srasê ya di salên 2000’î de zêdetir e. -
Nerazîbûna li plana Trûmp: NY li ser sînorê 1967 bi israr e
Serokê DYE'yê Donald Trûmp plana xwe ya 'Aştiyê ya ji bo Rojhilata Navîn' eşkere kir. Hêzên Filistînî bi rengekî tund plan red kirin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de jî hate ragihandin ku sînorên sala 1967'an a esasî ye. -
Erdheja li Karabîkê: Alarma Tsûnamiyê hate betalkirin
Li Karabîkê piştî ku erd bi dijwariya 7.7 pileyî hejiya, alarma Tsûnamî hate dayin. Rîska Tsûnamî hate rakirin. -
Trûmp plana xwe ya 'Aştiya Rojhilata Navîn' eşkere kir
Trûmp di plana xwe ya 'Aştiya Rojhilata Navîn' de got, 'Qûds wê weke paytexta parçenebûyî ya Îsraîlê bimîne'. Ji bo çarseriya bi rengê du dewletan jî pêşniyar kir ku dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Qûds a rojhilat e bê avakirin. -
Li Çînê hejmara miriyan 100’î derbas kir, vîrûs li derveyî welat belav dibe
Li Çînê hejmara kesên ji ber vîrûsa Korona mirî sedî derbas kir û cara destpêkê ji derveyî Çînê nexweşiya ku ji mirovekê belavî miroveke din bibe hate testpîtkirin. Hikûmeta Çînê daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku welat neterikînin -
Artêşa Sûriye Maaret El Nûman ji çeteyan girt
Artêşa Sûriye bi desteka esmanî ya Rûsya bajarê Maaret El Nûman a dikeve başûrê Idlibê ji destê çeteyanb der xist. -
Li dijî plana DYE’yê li Gazeyê xwepêşandan
Li gel eşkerekirina plana DYE ya ji bo pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê û şûnde, li Xezeyê bi hezaran li dijî pilanê derketin qadan.