CÎHAN
Hemû Nûçe
-
'Ji çeteyên li Lîbyayê re welatiya Tirk û 2 hezar dolar hatin dayin'
Rojnameya Îngiliz The Gûardîan ragihand ku dewleta Tirk welatiya Tirkiyeyê û 2 hezar dolar dane çeteyan ji bo biçin Lîbyayê. Radyoya RFI jî bal kişand ser çeteyên ku bi nasnameya Tirk li Lîbyayê digerin. -
Li welatên bi pêş dikevin li gel mezinbûnê pirsgirêk jî zêde dibin
Li welatên pêşketî û bi pêş dikevin, ku wê rêjeya mezinbûna aboriya cîhanê di sala 2020'î de kêm jî be hinekî zêde bikin, deynê zêde û kêmbûna razemeniyan pirsgirêka herî girîng e. -
Bîld: Merkel di lîsteya vexwendiyan de bi ya Erdogan kir
Rojnameya Bîldê ragihand, Serokwezîr Merkel lîsteya vexwendiyên konferansa Lîbyayê li gorî dilê Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye. -
Elmanya: Hefter amadeye ku li gorî agirbestê tevbigere
Fermandarê Artêşa Netewî ya Lîbya Xelîfe Hefter peyama ku wê di şerê bi Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya Tirkiye destek dike de rêz ji agirbest re bigire. -
Mîkaîl Mîçûstîn bû serokwezîrê nû yê Rûsya
Parlementoya Rûsyayê Mîkaîl Mîçûstîn weke serokwezîrê nû hilbijart. -
Rûhanî: Em zexmkirina Ûranyûmê didomînin
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku li gorî peymana nukleer a di sala 2015’an de wan rêjeya zexmkirina ûranyûmê zêde kirine. -
Talîbanê pêşniyaza agirbestê li DYE’yê kir
Hate ragihandin ku Talîbanê pêşniyaza agirbesteke demkurt li DYE’yê kiriye. -
Rûhanî: Em her roj dixebitin ji bo pêşî li şer bigirin
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir, ku piştî êrişên DYE û Îranê yên li dijî hev, ew her roj dixebitin ji bo pêşî li şer bigirin. -
Li Misrê 4 xebatkarên AA'yê hatin destgîrkirin
Li Misrê polîsan bi ser Ajansa Anadoluyê de girtin, ku AA berdevka rejîma Tirk e û 4 xebatkarên AA'yê hatin destgîr kirin. -
Peymana nukleerê: Gelo Trûmp şantajê dike?
Rêveberiya Washîngtonê gef xwar ku baca gumrukê ya li ser wesayitên ji sê welatên Ewropayê tên bi 25 ji sedî zêde bike, ku ew welat Îranê bi rengekî fermî bi binpêkirina peymana nukleerê sûcdar nakin. -
Îdîanameya der barê Trûmp hate îmzekirin: Senato wê biryarê bide
Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî îdîanameya der barê ezîlkirina Donald Trûmp îmze kir. -
Hikumeta Rûs îstîfa kir
Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev, îstîfaya xwe pêşkêşî Serokê Dewletê Vladîmîr Pûtîn kir. -
Rûhanî bang li artêşê kir ku lêborînê bixwaze
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî têkildarî karesata balafirê ya ku 176 kesî jiyana xwe ji dest dan, bang li hêzên çekdar kir ku lêborînê bixwaze. -
Li Lubnanê 'hefteya hêrsê': Em ê wan 128 sêwertalan darizînin
Li Lubnanê tevgera gel a ku ultîmaton dayî çîna siyasî ya ku hikûmeteke pê ewle ava bikin, li tevahiya welêt gelek rê girt. -
Konferansa Berlînê ya li ser Lîbyayê wê di 19’ê Çileyê de were kirin
Konferansa Navneteweyî ya li ser Lîbyayê ku gelek caran hatibû taloqkirin wê di 19’ê Çileyê de li Berlînê were lidarxistin. -
Greva li Fransayê ya li dijî reforma teqawîtiyê di roja 42'an de ye
Li Fransayê, grevên bi banga sendîkayan li dijî reforma teqawîtiyê dest pê kirin dewam dikin. Tê payin ku grev bandoreke giran li sektora veguhastinê bike. -
Li Enqerê terora dewletê: 5 kes hatin destgîrkirin
Li Enqerê, vê spedeyê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, rêveberên HDP'ê jî di nav de 5 kes destgîr kirin. -
Derbarê balafira li Îranê hate xistin agahiyên nû derketin holê
Derbarê balafira rêwiyan a Ûkraynayê ku 8'ê Çile hatibû xistin agahiyên nû derketin holê. Li gorî vê bi 2 moşekan balafir anîn xwarê. -
DYE û Çînê di mijara baca gumrukê de li hev nekirin!
Hêviya ji bo bidawîbûna şerê bazirganiyê yê navbera DYE û Çînê, bi daxuyaniya li ser lihevnekirina der barê baca zêde ya gumrukê careke din têk çûn. -
Sedir li dijî hebûna DYE ya li Iraqê banga rabûna ser piyan kir
Lîderê Olî yê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo derxistina leşkerên DYE’yî ya li Iraqê banga xwepêşandanekî milyonî kir. -
Li Efganistan û Pakistanê 110 kes ji ber rewşa nebaş a hewayê mirin
Li Efganistan û Pakistanê ji ber berfê, baranê û lehiyê zêdeyî 110 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Fransa bi sedan leşkeran dişîne ji Sahelê re
Fransa wê bi sedan leşkeran bişîne hêza operasyona Barkhane ya Efrîkaya Rojava. Li vê derê êrîşên îslamîstên radîkal zêde bûne û DYE’yê diyar kiribû ku ew ê hêza xwe ya li vir kêm bike. -
Li Îranê lehî: Herî kêm 3 kes mirin
Ji ber lehiya li başûrê Îranê ya di çend rojên dawîn de, herî kêm 3 kes mirin. -
Fas dixwaze dawî peymana bazirganiya serbest a Tirkiyê bîne
Wezîrê Sinayî, Bazirganî û Ekonomiya Kesk Mulay Hafîd Elamay gef li Tirkiyê xwar ku peymana bazirganiya serbest a 2006'an li gel Tirkiyê danîbûn. -
Têkildarî balafira li Îranê hate xistin hin kes hatine destgîrkirin
Piştî ku Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ragihand ku kesên berpirsyariya wan di xistina balafira 8'ê Çileyê de hene wê bên cezakirin, hin kes hatin destgîrkirin.