CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trûmp gef li Iraq û Îranê xwar
Serokê DYE'yê Donald Trûmp gef li Iraqê xwar, ku eger hêzên Emerîkî neçar bên hiştin ku ji Iraqê derkevin wê pêkanînên tund bixe meriyetê. Gefên xwe yên li Îranê jî dubare kir. -
2 roket li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê ketin
Doh êvarê 2 roket li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Bexdayê ketin. -
Li Iraqê pêşnûmeya dawî li hebûna leşkerên biyanî tîne hate erêkirin
Parlamentoya Iraqê pêşnûma qanûna ku dawî li hebûna leşkerên biyanî yên li welat tîne erê kir û hewalî hikûmetê kir. -
Koalîsyonê xebatên xwe yên li Iraqê da sekinandin
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar kir ku wan xebatên xwe yên li Iraqê dane sekinandin. -
Meclîsa Iraqê pêşnûmeya derxistina leşkerên DYE qebûl kir
Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya qanûna derxistina leşkerên DYE ji welat qebûl kir. -
Kûrz: Em gef û şantajên Erdogan qebûl nakin
Sebastîan Kûrz ê ku li Ewûstûryayê dîsa bû serokwezîr diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan bi penaberan dixwaze çavê Yekîtiya Ewropayê bitirsîne û got ku “Em van şantajên Erdogan qebûl nakin.” -
Wezareta Parastinê ya Elman dixwaze leşker li Iraqê bimînin
Wezîra Parastinê ya Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbaûer ragihand ku ew dixwazin leşkerên Elman li Iraqê bimînin. -
Îranê bersiv da gefên Trûmp
Îranê bersiv da gefên DYE'yê ku gotibûn wê li 52 nuqteyan bixin. -
Hebûna leşkerên Emerîkî yên li Iraqê di rojeva parlamentê de ye
Parlamenta Iraqê, ji bo nirxandina pêşnûme biryareke ji bo derxistina leşkerên Emerîkî ji Iraqê wê bi rengekî lezgîn bicive. -
Li Îtalyayê wesayitekê da nava komeke tûrîstan: 6 kes mirin
Li herêma Sudtîrol a Awûstûryayê, wesayitek kete nava komeke tûrîstan. Di bûyerê de 6 tûrîstên Elman jiyana xwe ji dest dan. -
Trûmp: Eger Îran êriş bike, em ê bi tundî lê bidin
Serokê DYE'yê Trûmp bi tundî bersiv da daxuyaniyên "tolhildanê" yên Îranê ku piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûdsê Qasim Silêmanî li pey hev hatin dayin. Trûmp got, "Eger êrişek bê kirin, me 52 hedef li Îranê diyar kirin, em ê bi lez û tund li wan bidin." -
Thûnberg li dijî yên wêne û navê wê bi kar tînin zend û bend ba dan
Aktîvîsta ciwan Greta Thûnberg ku li gelemperiya cîhanê xwedekar li dijî guhertina avhewayê xiste nava liv û tevgerê, li dijî bikaranîna nav û wêneyên wê li ser eşyayên diyariyan, kete nava liv û tevgerê. -
Li Iraqê bi moşekan êrîşî baregeha leşkerî ya DYE hate kirin
Li dijî baregeha leşkerî ya DYE ku 80 kîlometre dikeve bakurê paytexta Iraq Bexdayê bi moşekên katyûşa êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyên ji herêmê 2 moşekên katyûşa li baregeha DYE ket. -
Li Bolîvyayê dîroka hilbijartinê diyar bû
Li Bolîvyayê hilbijartinên giştî û serokatiya dewletê wê 3’ê Gulanê were kirin. -
Li Bûrkano Faso teqîn: Gelek jê zarok 15 kes mirin
Li bakurê rojhilatê Bûrkîna Faso bombeyek teqîya û piraniya wê zarok 15 kes mirin. Rayedar diyar dikin, dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. -
Çînê DYE îkaz kir: Hêza xwe îstismar meke!
Rêveberiya Çinê îkaz da DYE ya ku bi sûîkastekê fermandarê Îranî Qasim Silêmanî kuşt û ji DYE’yê re got; “Hêza xwe îstismar meke.” -
Li Bexdayê bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn
Li paytexta Iraq Bexdayê ji bo fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û milîsên Heşdî Şabî merasîma cenaze hate lidarxistin. Serokwezîrê ku îstifa kiribû Adil Abdulmehdî jî beşdarî merasîmê bû. -
Tehran: DYE daxwaza ‘tolhildana bi pîvan’ kir
Rêveberiya Îranê ragihand ku DYE li wan geriyaye û daxwaza “tolhildana bi pîvan” kir. -
Koalîsyona Navneteweyî operasyonên xwe yên li Iraqê bi sînor kir
Piştî ku DYE generalekî Îranê kuşt, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê bi hinceta ewlekariyê operasyonên xwe yên li Iraqê bi sînor kir. -
Krîza Lîbyayê: Yekîtiya Efrîkayê Tirkiye hişyar kir
Serokê Yekîtiya Efrîkayê Mûsa Fakî Mahamat, diyar kir ku muzakereya Tirkiyeyê ya li ser Lîbyayê wê rîska şer zêdetir bike. -
Heftar li dijî dagirkeriya Tirk banga 'seferberî' û 'cîhadê' kir
Xelîfe Heftar ku rojhilatê Libyayê di dest xwe de digire, li dijî destweraneke pêkan a leşkerî ya Tirk bang li gel kir ku rahêje çekan. -
Li Bexdayê piştî êrîşa DYE’yê ji bo Silêmanî bi hezaran kes kom bûn
Li paytexta Iraqê Bexda ji bo merasîma cenazeyê Generalê Îranî Qasim Silêman û Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis bi hezaran kes li hev kom bûn, dirûşmên ‘Bimre Emerîka’ qîr kirin. -
DYE li Iraqê dîsa êrîşa hewayî anî: 6 kes hatin kuşin-NÛ BÛ
Piştî êrîşa hewayî ya DYE'yê ku pê generalê Îranî Qasim Silêmanî hate kuştin, hate diyarkirin li Iraqê DYE'yê êrîşeke dî ya hewayî bi ser Heşdî Şebî de biriye. -
‘Kuştina Sileymanî şaştiya herî mezin a stratejîk a DYE’yê ye’
Konseya Ewlekariyê ya Îranê ku têkildarî kuştina Sileymanî daxuyaniyek da got: “Êrîşa DYE’yê wê bibe xetaya herî mezin a stratejîk.” Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku cîhan nikare xwe li şereke din ê Kendavê ragire. -
Atîna: Divê Tirkiye xetên sor derbas neke
Serokwezîrê Yewnanistan Kyrîaskos Mîçotakîs li ser peymana Tirkiyeyê ya behrê ya li gel Lîbyayê hişyariya ‘divê xetên sor derbas neke’ da.