CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Qada şer a DYE û Îranê: Iraq
Nakokiyên di navbera DYE û Îranê de ya li Iraqê di asta herî bilind de ji nû ve destpê kir. -
Li Rennesê kafe û restorant wê terasan germ nekin
Li bajarê Rennesê ya Fransayê ji ber têkoşînê dijî guherîna avûhewayê kafe û restoran wê terasan germ nekin. Ev biryara li Rennesê îro dest pê dike. Tê payin li gelek devera ransayê heman gav were avêtin. -
Trûmp: Berpirsê êrîşê Îran e
Serokê DYE Donald Trûmp ji êrîşa li dijî Sefaretxaneya DYE ya li Bexdayê Îran berpisyar dît. -
Tehranê DYE, Riyadê jî milîsên aligirên Îranê şermezar kir
Erebistana Siûdî êrîşên “terorîstî” yên li Iraqê li dijî hêzên DYE’yê şermezar kir. Îranê jî êrîşa DYE ya li dijî Tûgayên Hîzbûllahê şermezar kir. -
Çalakgerên Iraqî ketin avahiya Sefaretxaneya DYE'yê
Alîgirên Haşdî Şabî ku hêza milîs a alîgirê Îranê ye li Iraqê, ketin nava avahiya sefaretxaneya bilind a DYE'yê ya li Herêma Kesk. Çalakgeran kulûbeyek û dîwarê derve yê avahiyê şewitandin. -
DYE: Hikûmeta Iraqê nekarî berevaniyê li me bike
Piştî bombebarana ser Hîzbûllahê rêveberiya DYE'yê daxuyanî da, tawanbarî anî ser dewleta Iraqê û got Iraqê berevavnî li leşker û dîplomatên Emerîkî nekiriye. -
Bi hezaran kesî li Bexdayê êrişî Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê kirin
Piştî ku DYE'yê bombe li hêza milîs a alîgirê Îranê barand, li paytexta Iraq Bexdayê bi hezaran kesî berê xwe dan Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê. -
Krîza Lîbyayê kûr dibe, Yekîtiya Ereban wê bicive
Ji ber ku wê Tirkiye leşkeran bişîne ji Lîbyayê re, gelek welatan nerazîbûn nîşan dan. Ji ber daxwaza Misirê Yekîtiya Ereban jî kom dibe. -
Li Awûstralyayê şewata daristandin: Bi hezaran kes asê man
Bi hezaran xwecihî û tûrîst ji ber şewata li Awûstralyayê li gundê Mallacootayê asê man. -
Macron û Sîsî hişyariya ‘Lîbyayê’ da Tirkiyeyê
Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Misrê Abdulfetah El Sîsî têkildarî biryara leşker şandina Tirkiyê ya ji bo Lîbyayê bi telefonê axivîn. -
Talîban: Projeya me ya agirbestê tune!
Tevgera Talîbanê ya Efganistanê diyar kir ku di çarçoveya muzakereyên bi DYE’yê re projeya wan a agirbestê tune. Talîbanê diyar kir ku ew ê bi tenê asta şîddetê kêm bikin. -
Qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê li Torontoyê hatin bîranîn
Li Torontoyê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê bi civînekê hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk bi balafiran çete derbasî Lîbyayê kir
Dewleta Tirk ku bi rengekî vekirî eşkere dike ku dixwaze li Lîbyayê belav bibe, komên çete yên ji ber DAÎŞ'ê mane ku li Sûriyeyê bi kar anî bi balafiran derbasî Lîbyayê kir. -
Elman herî zêde ji Trûmp û Erdogan ditirsin
Li gorî anketekê ya li Elmanyayê hate kirin, piraniya kesên ku bersiv dan pirsa "Hûn ji kîjan lîderî ditirsin?" gotin, Serokê DYE'yê Trûmp û Serokkomarê Tirk Erdogan. -
Di êrîşa DYE’yê de ya li dijî Haşdî Şabî 25 kes mirin -NÛ BÛ
Hate ragihandin ku DYE li Iraqê li dijî Haşdî Şabî ya alîgirê Îranê êrîşek kiriye û di vê êrîşê de 25 kes hatine kuştin. -
Ûkrayna û Rûsyayê 200 hêsîr bi hev guherandin
Hate ragihandin di navbera komên Rûs ên li Ûkraynayê û rêveberiya Kîevê de herî kêm 200 hêsîr bi hev hatine guherandin. -
Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 2 hezar û 231 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji Tebaxa 2018’an ve zêdetirî 2 hezar û 200 kes ji ber vîrusa Ebolayê mirin. -
Li Tûnûsê Erdogan hate protestokirin: Diz û terorîst!
.Serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo Tûnûsê bi protestoyan hate peşwazî kirin. -
Protestoyên li Iraqê: Karê parzûngeheke petrolê hate rawestandin
Li Iraqê çalakiya dagirkirinê ya li parzûngeheke petrolê ya li başûrê Iraqê ku ji aliyê bi sedan kesî ve tê kirin, di roja duyemîn de ye. Li gelek bajaran jî çalakî dewan dikin. -
Bîlançoya tayfûna li Fîlîpînê giran dibe: 41 kes mirin
Li gorî bîlançoya nû ya tayfûna Phanfone ya li Fîlîpînê 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fasê bi sedan kesî girtina rojnamevanekî şermezar kirin
Li paytexta Fasê Rabatê, bi sedan kesî girtina rojnamevan Omar Radî şermezar kirin ku Radî biyara dadgehê li ser Twîtterê rexne kiribû. -
Berxwedana li Fransayê ya li dijî reforma teqawîtbûnê dewam dike
Di hefteya dawî ya beriya sersalê de jî rêyên hesinî yên Fransayê û gelek amûrên veguhêziya giştî wê bikevin grevê. -
Ji revandina çalakgerên li Iraqê kî berpisyar e?
Meclîsa Mafê Mirovan ya Iraqê ragihand ku hêjmara kesên hatine revandîn gihişte 166 kesan û bigiştî hemû jî xwepêşandêr in. -
Di êrîşa li Mogadîşûyê de hejmara miriyan zêde dibe
Di êrîşa li paytexta Somalî Mogadîşûyê ya li dijî nuqteya ewlehiyê herî kêm 90 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Di êrîşa Telîbanan a li Efxanistanê de 10 leşker mirin
Di êrîşa Telîbanan a li ser navendeke leşkerî ya Efxanî ya li navçeya Sangîn a Evxanistanê de 10 leşker hatin kuştin.